“Bi têkoşîna jinan wê civaka demokratîk were înşakirin”

Endama Têkiliyên Derve ya Meclisa Îştarê Leyla Arzu Îlhan diyar kir ku desthilatdarî êrîşên piralî li ser jinan û civakê dimeşîne, lewra jî li Rojhilata Navîn têkoşîna hevpar a jinan wê bibe bingeha têkbirina sîstema desthilatdar.

ROJEVÎN RÛBA

Mexmûr – Krîz û aloziyên li Rojhilata Navîn her roja ku diçe kûrtir dibin, bi taybetî aloziyên ku derdikevin bandorek neyênî li ser jinan dike û her dem di nava van krîz û aloziyên li Rojhilata Navîn de jin dibin qurban. Herî dawî jinên ji gelek welatan der barê pirsgirêkên jinên Rojhilata Navîn de li Tûnisê konferansek hat lidarxistin û tê de gelek nîqaş hatin kirin.

Der barê sedema krîz û aloziyên li Rojhilata Navîn de û bandora wan a li ser jinan, Endama Têkiliyên Derve ya Meclîsa Îştar a wargeha Mexmûrê Leyla Arzû Îlhan ji ajansa me re axivî.

“Sîstema desthilatdar her dem hewl daye civakê di qirkirinan re derbas bike”

Endama Meclisa Îştar a karên derve Leyla Arzu Îlhan da zanîn ku ji ber civakbûnê li Rojhilata Navîn dest pê kiriye, ew herêm bûye navenda krîz û aloziyan û wiha got: “Çawa ku Rojhilata Navîn bi taybetî xaka Mezopotamyayê navenda mirovahiyê, civakbûnê ye û mirov dikaribûne li ser xwezayê bi awayek hevpar bijîn, bi hezaran salan li Rojhilata Navîn, li xaka Mezopotamyayê, Kevana Zêrîn jiyana civakî hebûye. Mirovan bi xwezayê re dostaniyek ava kirine û jiyana civakî dane meşandin. Lê mixabin çawa ku Mezopotamya û Kevana Zêrîn navenda civakbûnê ne, bûne bingeha sîstema desthilatdar û vê yekê jî wisa kir ku di Rojhilata Navîn de weke du çeman, hem jiyana demokratîk a civakî û jiyana azad, li aliyê din ê çem jî jiyana desthilatdariyê ku sîstema desthilatdar a mêrperest li ser civakê hikum kiriye hebûye. Em di roja me ya îro de dibînin Rojhilata Navîn careke din di nava krîzeke mezin a civakî de ye, bi taybetî jinên li Rojhilata Navîn di nava vê qeyranê de şikestinek mezin dijîn lê belê li hemberî vê jî têkoşînek mezin tê meşandin. Ji ber di aliyê jeopolîtîk de li Rojhilata Navîn mirov nikare bûyer û siyastên heyî ji roja îro cuda bibîne. Ji ber Rojhilata Navîn çawa ku di dîrokê de malovanî ji mirovahiyê re kiriye, bûye bingehek wisa ku mirov bikare xwe bi hebûna xwezayê bide jiyîn.”

“Bi komploya navdewletî ya li hemberî Rêber Apo êrîşên li dijî Rojhilata Navîn dest pê kirin”

Leyla Arzû bi bîr xist ku bi seferên xaçperestan re qeyranan dest pê kiriye û bi komploya navneteweyî êdî êrîşê Rojhilata Navîn kirine û wiha got: “Di roja me ya îro de jî pêwîstiyek bi vî rengî li ser xaka Rojhilata Navîn bi taybetî xaka Kurdistanê Mezopotamyayê tê jiyîn. Em dibînin bi teybetî êrîşên Rojavayiyan li ser Rojhilata Navîn. Dema ku em şer, êrîş û qirkirin û krîzên ku li ser Rojhilata Navîn digrin dest ev hemû ji polîtîkayên sîstema Rojavayî qut nikarin bigrin dest. Ji ber ku her dem çavekî Rojava li sîstem, destkeftî û berhemên li Rojhilata Navîn e, mirov vê bi aşkerayî di roja îro de dibîne. Ger mirov ji dîrokê bigre dest dema ku seferên xaçperestan li ser Rojhilata Navîn hatin meşandin û Rojhilata Navîn di nava qeyranek dogmatîzmê de ma, bi seferên xaçperestan Rojavayiyan hemû berhemên dewlemend û zanista Rojhilata Navîn birin û li gorî berjewendiyên xwe pêk anîn. Di roja me ya îro de jî em dibînin heman siyaset, heman zîhniyet li ser kar e, di Rojhilata Navîn de qeyran û pirsgirêk, şer û pevçûnên ku derdikevin, bi destên zîhniyeta Rojavayî ku bi navê modernîteya kapîtalist tê binavkirin. Ev sîstem hemû fikra wê zîhniyeta wê ew e ku bikare xwe li ser dewlemendiyên civakê bide avakirin û bi wan dewlemendiyan civakê, di qirkirinan re derbas bike.”

“Komploya navnetewî êrişek li ser Rojhilata Navîn e”

Leyla Arzu Îlham bibîr xist ku komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan êrişek li ser tevahî Rojhilata Navîn bû û wiha domand: “Di roja me ya îro de em dibînin bi taybetî ji salên 90’an ve sîstema Rojavayî dest pê kir bi nakokiyên li Iraqê bi Sedam re dan çêkirin. Sedam wan dabû avakirin, mezinkirin, bi wê hincetê êrîşî Rojhilata Navîn kirin û siyaseta xwe ya li ser Rojhilata Navîn şênber kirin. Bi salên 2000’an re bi komploya navdewletî ya ku li hemberî Rêber Apo hat meşandin, di kesayeta Rêber Apo de bi armanca ku kesayet û civaka azad û jiyana bi xwezayê û bi hev re bê helandin komplo li hemberî vê hat pêkanîn. Ji ber ku bi derketina Rêber Apo re nûnertî û zîhniyeta civaka demokratîk hat raçandin û têkoşînek bêeman hat dayîn, heta astekê xwe berfireh kir. Ji ber vê çendê hêzên desthilatdar ên hegomon, bi hêzên statukuparêz ên herêmê re ku bi destên hêzên hegemon hatine avakirin, komployek navdewletî li hemberî Rêber Apo pêk anîn ku bi vê komployê mudexeleya Rojhilata Navîn hat kirin. Em dibînin ji salên 2000’ê û pê ve her dem qeyran, alozî û şer derdixin, ji bo bikarin ji van şer û aloziyên ku derdixin li gorî berjewendiyên desthilatdariya xwe bidin jiyîn.”

“Êrîşa li ser Rojhilata Navîn li ser jinan e”  

Leyla Arzû destnîşan kir ku aloziyên li Rojhilata Navîn tên jiyîn herî zêde jin para xwe jê digrin û li hemberî van êrîşên li ser jinan jî berxwedan û xebateke jinan heye û wiha domand: “Hemû êrîşên ku li Rojhilata Navîn tên meşandin, mirov dikare bibêje di bingeha xwe de êrîşeke li ser jinan e. Çawa ku desthilatdarî li derdora bazaran berî niha 5 hezar salan derket û bi qirkirin û bêîradekirina jinan dikaribû xwe bide jiyîn, di roja îro de jî heman zîhinyet hewl dide vê pêk bîne û têkoşîna jinan a ku di pêşengiya tevgera azadiya jinan a li Kurdistanê bi pêş ketiye û niha belavî Rojhilat Navîn û cîhanê dibe, hewl dide bifetisîne û têk bibe. Bûyerên ku rojane em dijîn ji vê ne cuda ne, ji bo vê yekê hemû aloziyên ku di Rojhilata Navîn de tên jiyîn, mixabin yên herî zêde para xwe jê digrin û tên çewisandin jin in. Mirov dibîne ku li hemberî van aloziyên ku tên jiyîn jin jî serî natewînin. Mînaka vê ya herî berbiçav kombûna jinên cîhanî ya li Tunisê ye.”

Bertekên gelan ên li dijî qetilkirina Jîna Emînî berxwedana li dijî sîstemê ye”

Leyla Arzu Îlhan a destnîşan kir ku bertekên gelan ên li hemberî qetilkirina Jîna Emînî têkoşîn û berxwedana li dijî sîstemê ye û wiha domand: “Bi vê mebestê ez dixwazim jina Rojhilatê Kurdistanê Jîna Emînî bi bîr bînim. Çawa ku sîstema desthilatdar hewl dide bi hemû aliyan re jinan teslîm bigre û di qirkirinê re derbas bike, bi hema rengî bi navê namûsê bêrûmetî li hemberî civak û jinan tê meşandin. Di encama vê de jineke ciwan jiyana xwe ji dest da, li aliyê din bertekên jin û gelan li hemberî vê hovîtiya dewleta mola ya Îranê daye nîşandan mirov dibîne ku têkoşîn û berxwedanek li hemberî vê sîstemê ye.”

“Zîhniyeta desthilatdar rojane li ser kar e”

Leyla Arzû da zanîn ku li cihê siyasetek qirêj lê were meşandin li wê derê qirkirina jinan pêk tê û wiha got: “Qada ku em tê de ne weke Iraqê, em çiqasî di wargeha penaberan de bijîn jî parçeyek ji xaka Iraqê ye û bêguman siyaseta ku li ser Iraqê tê meşandin em jî para xwe jê digrin. Iraq bi avakirina zîhniyeta Sedam û hewldana têkbirina vê zîhnyetê di nava hev de ji salên 90’an heta roja me ya îro her dem di nava qeyranê de ye. Bi siyaseta desthilatdariyê bi tu şêwazî nahêlin civak bigihîje îstîqrar û jiyana ku siberoja xwe bifikire. Zîhniyeta desthiladar rojane li ser kar e ji sala 2003’an heta roja me ya îro mirov dikare bibêje civakên ku li Iraqê dijîn, nikaribûne statuyek jiyanî ku bê jiyîn bi dest bixin û heta roja me ya îro jî bi vî rengî ye. Mixabin ji vê rewş û qeyrana ku heye herî zêde jin para xwe digrin, ji ber ku dema li cihekî siyasetek qirêj were meşandin û şerê desthilatdariyê were meşandin li wê derê qirkirina li dijî jinan pêk tê.”

“Li Rojhilata Navîn bi pêşengiya jinan dê sîstema desthilatdar a heyî were têkbirin”

Leyla Arzu Îlhan di dawiya axaftina xwe bi bîr xist ku têkoşîna bi hev re ya jinan wê bibe bingeha binxistina sîstema desthilatdar û bingeha avakirina civakek demokratîk û azadîxwaz û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Desthilatdariya ku niha heye piralî êrîş dide meşandin û bi van êrîşên xwe yên piralî dixwaze civakê têk bibe. Ji ber wê di aliyê çandî, civakî û hunerî û di hemû aliyan de êrîşê civakê dike û dema êrîş li ser civakê tên meşandin êrîş li ser jinan jî tên meşandin. Ji ber ku jin kirdeya sereke ye, civakê komî ser hev dike û bi kombûna civakê civakbûyînê derdixe holê. Di roja me ya îro de hemû êrîşên ku li ser civakê tên meşandin li ser jinan tên meşandin. Ya girîng di vê derê de ew e ku çawa her sîstema desthilatdar aliyekî xwe dabe meşandin, li kêleka wê nêrîn û têkoşîna ku vê sîstema desthilatdar red dike û hewl dide li ser hebûn û resenbûna xwe bijî têkoşînê berdewam dike û jin di vê astê de gihîştine asteke ku mirov dikare bibêje li hemberî sîstema desthilatdar serîrakirin derdikeve holê.”

Leyla Arzu Îlhan bal li ser pêwistiya yekîtiya jinan kişand û wiha got: “Sîstema desthilatdar her dem dixwaze me parçe bike, me bike Kurd, Ereb, Fars, Aşûrî, Kildanî, Misilman, Xirîstiyan û me di nava van olan de ji hev belav bike. Çiqas sîstem di nava belavbûnek de be, ewqas di bin berjewendiyên sîstema desthilatdar de ye. Ji bo em nekevin bin xizmeta berjewendiyên sîstema desthilatdar, ew çiqasî hewl bidin me belav bikin divê em bikarin kom bibin. Mesele di Iraqê de di Rojhilata Navîn de kombûna jinan, bi hev re têkoşîna jinan wê bibe bingeha binxistina sîstema desthilatdar û bingeha avakirina civakek demokratîk û azadîxwaz ku hemû pêkhateyên li Rojhilata Navîn di pêşengiya jinan de wê bikarin sîstema desthilatdar a heyî têk bibin û civakek demokrat, azad, adilane û bi exlaq ava bikin.”