‘Bi hedefgirtina jinan armanc dûrxistina ji pergala demokratîk e’

Endama Koordînasyona Kongra Star Remziya Mihemed têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê û hedefgirtina jinan nirxand, anî ziman ku bi hedefgirtina jinan armanc dûrxistina ji pergala demokratîk e.

Qamişlo – Şoreşa Jinan a li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ku di 19’ê Tirmeha 2012’an de pêl da ber bi 11’emîn salvegera xwe ve diçe. Şoreşa ku bi têkoşîna jinan a li dijî çeteyên DAIŞ’ê hat nasîn rojane rû bi rûyê êrişên dewleta Tirk tê, jinên ku di şer û têkoşîna DAIŞ’ê û şoreşa jinê de pêşengiyê kirin ji aliyê dewleta Tirk ve tên qetilkirin. Endama Koordînasyona Kongra Star Remziya Mihemed ya derbarê mijarê de nirxandin kir, li dijî êrişan bal kişand li ser girîngiya yekîtiya jinan.

Siyaseta hedefgirtina jinan

Remziya Mihemed derbasbûna 11 salan di ser têkoşîna şoreşa jinan li hemberî êrîşên dijminan nirxand û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Civaka me bi pêşengiya jin dikaribûn di navbera 11 salan de hemû nirx, çand û hebûna xwe ji têkçûnê biparêze. Jinan bi vê şoreşê re mohra xwe li dîroka têkoşînê xistin. Bi salan e siyaset û kiryarên dagirkeriyê li ser herêmê tên meşandin ku der barê vê de jinên pêşeng hedef digre. Dibe mînaka vê şoreşê li Kobanê deng veda ku niha em ber bi salvegera wê ve diçin lê êdî şoreşa me şoreşeke jinên cîhanî ye. Hemû jinên têkoşer ku di encama parastina vê şoreşê de şehîd bûne ji bo me felsefeyeke nû ji bo jiyana azad pejirandin ku hemû jinên cîhanê jê hîn bibin û di şexsê xwe de biteyisînin. Siyaseta êrîşan a ku niha jinan hedef digre mînaka herî ber biçav e ku ev şoreş gihîştiye encamên baş. Her wiha mînake ku jin bi dilekî rast ji bo azadiya xwe lêgerînekê didin meşandin û ji bo azadiya civaka xwe her dem di nav hewldanan de ye ku serkeftinên mezin bi dest bixe. Dijmin wê nikaribe bi van êrîşan li hemberî têkoşîna jinan planên xwe bigihîjînin serî ji ber wê her dem berxwedana jinan kelem be ji wan re.”

Di şexşê jinan de êrişa li ser civakê

Remziya Mihemed di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku dijminên jinan li hemberî hêza wê têk çûye ji bo wê berî xwe didin rêbazên kiryar û hedefgirtinan û wiha pêde çû: “Hemû cureyên êrîşên li ser vîn û jiyana jinan armanca wê ew e ku jin dûrî pergala xwe ya demokratîk bikeve. Dijminê me dixwaze di şexsê jinan de siyaseteke pir qirêj li ser civakê bide meşandin. Me jinan têkoşîneke bêhempa li hemberî siyaseta qirkirin, tunebûn, çemberkirin û dagirkeriyê daye meşandin. Em dikarin bêjin ev siyaseta qirêj di şexsê jinan de dest davêje xwezayê jî û tehlûkeyên mezin bi xwe re tîne. Jinan dikaribûn di cihê biryarê de xwedîderketineke mezin li civaka xwe bikin. Êdî tu êrîş û hedefgirtin nikare rê li ber felsefeya azadiya jinan bigre ji ber jinan ew tirs û xof ji dijminan li ser xwe avêtine. Hedefgirtina jinên ku di nava saziyên rêxistinkirinê de cih digrin mînaka herî mezin ku dijmin li hemberî hêza jinan têk çûye.”

Banga yekîtiyê

Remziya Mihemed bal kişand ser hevgirtina hemû pêkhateyên herêmê li dijî êrîşan her wiha banga yekitiya jinan kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şoreşa jinan yekitiyeke pir xurt di navbera hemû pêkhateyan de daye avakirin. Ev bi salên dirêj e hemû pêkhate vê xebatê bi hev re didin meşandin ji bo wê siyaseta hedefgirtinan tenê jinên Kurd hedef nagire bi dehan jinên Ereb û jinên dildarên vê şoreşê bûne hedefa êrîşên dewleta tirk. Li hemberî hemû êrîşan heya asteke bilind yekitiya jinan hatiye avakirin. Hemû cîhan ji xebat û terubeyên me yên demokrasiye agahdar in lê di mijara hedefgirtinan de bêdeng in. Di mijara netewdewletê de planên wan dibin yek. Îlhama şoreşa jin jiyan azadî li tevahî Rojhilata Navîn bû mînaka serhildanê û deng veda lê pêwîst e em hîn xebateke xurtir di nava welatên Rojhilata Navîn de bidin meşandin. Bangawaziya me ji bo tevahî jinên cîhanê û rêxistinên jinan ew e ku em destek bidin hev û van hemû planên li dijî jinan vala derbixin.”