Beşdarên Muzakereyên Vekirina Rêyan: Divê jin di hemû qonaxên muzakereyê de cih bigirin

Rola jinên ku yekem car beşdarî muzakereyên vê dawiyê yên Vekirina Rêyan bûn ew bû ku pêşniyar û hîpotezan pêşkêşî Şanderê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî bikin li ser rêyên ku dibe ku bêne pejirandin.

RANİA ABDULLAH

Yemen – Zêdetirî heft sal bi ser dorpêçkirin û girtina rêyên sereke yên bajarê Taizê li başûrê rojavayê Yemenê re derbas bûne. Jin bûn pêşengên pêşî yên ku êş û azarên gel sivik kirin û ji bo vekirina rêyan gelek muzakere hatin kirin û di Muzakereyên dawî de yekem car navbeynkarên herêmî beşdar bûn. Rola jinên ku yekem car beşdarî muzakereyên vê dawiyê yên Vekirina Rêyan bûn ew bû ku pêşniyar û hîpotezan pêşkêşî Şanderê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî bikin li ser rêyên ku dibe ku bêne pejirandin û bi ravekirineke berfireh li ser rêyên ku diçin û tên bajarê Taizê. Di gera nû ya danûstandinan de di navbera hikûmeta naskirî ya navdewletî û Hûsiyan de, ku li paytexta Urdun, Emmanê tê organîzekirin, aliyên Yemenî li derfetên nû ji bo lihevkirinê li ser vekirina rêyan digerin.

"Niha hemû alî jinan qebûl dikin û bi wan re kar dikin"

Navbeynkara herêmî damzrîner û rêvebera Weqfa Ciwanên Seba ya ji bo pêşketinê Ola El-Exberî diyar kir ku hewldanên jinan ên ji bo vekirina rêyan demek berê bi navbeynkariya herêmî û însiyatîfa femînîst dest pê kir û wiha axivî: "Ev hewldan ji sala 2015'an ji destpêka şer ve ji aliyê jinan ve dest pê kir û bi riya înîsiyatîfa 'Jinên Taizê Ji Bo Jiyanê' jinan hewl dan ku rêyan vekin, lê tu encam negirtin. Piştî salên dirêj weke jin me dît ku çareseriya siyasî ya herî guncaw e û em piştrast bûn ku vekirina rêyan tenê wê bi hevdîtina her du aliyan wê pêk were. Înîsiyatîf û hewldanên jinan hişt ku jin di mijara navbeynkarî û vekirina rêyan de bibin xwedî deng. Niha hemû alî jinan qebûl dikin û bi wan re kar dikin ji ber ku pêbawertir in û ti berjewendiya wan ji şer nîne. Tecrûbeya jinan a di navbeynkariye de bi tevahî cûda ye û ji ya mêran baştire û mînaka herî diyar a vê yekê jî xebatên me yên femînîst ên di mijara avê de ne, dema ku em bi Hûsiyan re hevdîtin kir daxwazên me qebûl kirin."

"Vekirina rêyan daxwazek mirovî ye berî ku daxwazek siyasî be"

Ola El-Exberî destnîşan kir ku vekirina rêyan daxwazek mirovî ye berî ku daxwazek siyasî û mafê hemû gelan be û wiha got: "Namzetê ji bo muzakereyan li ser masê dê ji aliyên şerker be û ti aliyan înîsiyatîf nekir ku jinek ji bo nûnertiya wî di muzakereyan de destnîşan bike, ji ber ku ew dibînin ku divê vekirina rêyan di navbera hêzên leşkerî de lihevkirinek bê kirin, ji ber wê jî dê muzakerekar leşkerî bin. Muzakere li ser du rêyan pêk tên, ya yekem rêgeza Muzkereyên giştî yên li ser welat bi giştî ye, ji ber wê jî divê jin beşdarî muzakereyan bibin."

"Hebûna jinan li ser maseya muzakereyê girîng e ji ber ku jin zêdetir mirovhez in"

Navbeynkara herêmî parêzer û çalakvana civakî Moîn El-Obeyid jî got ku ew û Ola El-Exberî yekem jin bûn ku di vê ezmûnê re derbas bûn û ev serkeftineke mezin e ji bo jinan û civaka sivîl û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Em hatin hilbijartin ji ber ku em di aliyê navbeynkariyê de kar dikin û me li ser çend mijaran kar kir, di nav wan de rêyan û ezmûnên me li ser rêyên bajarê Taizê û riyên ku divê bên vekirin, hene. Ezmûna me wek jin di muzakereyan de gelek taybet bû û ez hêvî dikim ku ne ya dawî be û jin di muzakereyên bê de amade bin, çi li ser asta vekirina rêyan li bajarê Taizê û çi li ser asta niştimanî û çi li ser asta muzakereyên pêvajoya aştiyê de bi giştî be. Hebûna jinan li ser maseya muzakereyê girîng e ji ber ku jin zêdetir mirovhez in, di şer de herî zêde bandor li jinan tê kirin û banga rawestandina şer dikin, dengên ku ji bo aştiyê bilind dibin jî dengên jin in. Nerînên me ji aliyê her kesî ve tên qebûlkirin, hemû alî gihiştin wê baweriyê ku divê ji mêran zêdetir baweriya xwe bi jinan bînin."

"Tevlîbûna jinan di her muzakere û diyalogê de çareserî ye"

Endama înîsiyatîfa 'Jinên Taizê Ji Bo Jiyanê' Sebah El-Şerebî jî eşkere kir ku jin tevlî hemû hûrgiliyên şer bûn û encamên wê yên derûnî, civakî, aborî û fîzîkî tehmûl kirin, êş û azar kişandin û heta niha jî êşê dikşînin, ji ber vê yekê divê di qonaxên cuda yên muzakereyê de cih bigirin da ku rêyan vekin. Jin dikarin muzakereyê bikin û gelek jin hene ku karîn û jêhatî ne ku dikarin tev li her muzakereyên têkildarî mijara Yemenê bibin. Tevlîbûna jinan di her muzakere û diyalogê de dê bibe piştgiriyek bingehîn ji bo serkeftina wan û peydakirina çareseriyên mirovî û siyasî ku kar ji bo bidawîkirina êş û azarên gelê Taizê bike."