Bêrîtan Zagros: Fîdan ji bo fermîkirina dagirkerî û mêtîngeriyê serdana Iraqê kir

Rojnameger Bêrîtan Zagros derbarê naveroka hevdîtina Hakan Fîdan ji bo hikûmeta Iraqê û hikumeta Federal a Kurdistanê bersiva pirsên me da. Zagros anî ziman ku armanca sereke yê Fîdan kûrkirin û berfirekirina dagirkirina Kurdistanê û fermîkirina wê bû.

BÊRÎTAN ZINAR

Navenda Nûçeyan – Wezîrê Karê Derve yê Tirk Hakan Fîdan di 22’ê Tebaxê de li ser bingeha polîtîkayên xwe yên dijberî Kurdan serdana hikûmeta Iraqê û hikûmeta Federal a Herêma Kurdistanê kir. Rojnameger Bêrîtan Zagros derbarê serdana Wezîrê Karê Derve yê Tirk Hakan Fîdan ji bo hikûmeta Iraqê û hikûmeta Federal a Kurdistanê bersiva pirsên ajansa me da. Bêrîtan Zagros îşaret pê kir ku di van hevdîtinan de mijara kêmkirina ava Dîcle û Firatê li ser Iraqê û nakokiyên li ser hinardekirina nefta Herêma Kurdistanê û çend mijarên din yên aborî hatibin destgirtin jî, ev mijarane ji bo qirkirina Kurd weke çekekî li dijî Iraqê bikartîne.

*Armanca serdana Musteşarê kevin ê MÎT’ê û Wezîrê Karê Derve yê Tirk Hakan Fîdan ji bo hikumeta Iraqê û PDK’ê çi ye? Gelo dewleta Tirk armanca ku dixwest bi van hevdîtinan bidest bixe, bidest xist?

Serdana Wezîrê Karê Derve yê dewleta Tirk Hakan Fîdan a ji bo Iraqê ciheke berfireh di çapemeniyê de girt. Ji ber Hakan Fîdan berê Serokê Teşkîlata îstîxbaratê ya Tirk (MİT) bû û gelek peywendiyên xwe yên jêr bi jêr bi welatan re û bi taybet jî bi rayedarên Iraqê re e jî hebû, lewma serdana yekemîn a bi nasnameya dîplomasiyê dengveda. Her wiha weke kesê hemû nihêniyên Erdogan dizane û zilamê wî yê herî nêz e, weke nûnerê Erdogan hate destgirtin. Ji ber vê di çapemeniya Iraqê de jî weke ‘Qutiya Reş’ a Erdogan hate wesfandin. Ev jî bandorê li şêwazê pêşwazîkirina Fîdan ya ji aliyê hêzên siyasî yên Iraqê ve girt.  

Piştî kabîneya nû ya rejîma faşîst a AKP-MHP ava bû, Fîdan bû Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê. Serdana ji bo Iraqê weke serdana herî berfireh a Fîdan a vê demê ye û di heman demê de weke şoveke siyasî, dîplomatîk jî dikare bê dîtin. Beşek ji serdanê reklam û şova kabîneya nû ya Erdogan û erka nû ya Fîdan bû. Lê helbet nikarin tenê wiha şîrove bikin. Ev tenê beşeke wê ya biçûk e, lê di warê avakirina têgihîştinê de jî hewldaneke cidî ya Fîdan hate dîtin. Bi taybet cara yekem di vê astê de hem bi rayedarên Iraqî, Kurd, Tirkmen û hwd hevdîtin kirin, dide nişandan ku bi ajandayeke berfireh hatiye Iraq û Başûrê Kurdistanê.

Ji vana ya yekemîn Iraq li ser mijara av û neftê bi dewleta Tirk re di nava alozî û nakokiyê de ye. Tirkiye avên Dîcle û Firatê hema bêje li ser Iraqê digire û li berdêla wê de jî ji Iraqê dixwaze hemû şertên wan yên li ser dijbertiya Kurd û Tevgera Azadiyê û şertên ji bo hinardekirina nefta Herêma Kurdistanê jî qebûl bike. Heya ev pirsgirêk bi awayeke du alî çareser nebe, serokkomarê Tirk ê faşîst Erdogan nikare serdana Iraqê bike. Li gorî bernameyê diviyabû Erdogan serdankiriba, lê ji ber van nakokiyan nekarî serdan bike û taloqê meha Îlonê kir. Fîdan ji bo ev astengiyên li pêş serdana Erdogan ji holê rake û gelek mijarên din jî serdan kir. Taloqkirina serdana Erdogan bi neçareserbûna pirsgirêkan ve tê girêdan. Helbet têgotin, eger ev mijarên ku min îfade kir, di berjewendiya dewleta Tirk de çareser nebin, dibe yan serdana Erdogan bê taloqkirin anjî eger serdan bike jî tenê serdaneke protokolîbe ango şeklîbe.

Li gorî di çapemeniya Başûr, Iraq û Tirkiyeyê de jî derket, mijara sereke ya Fîdan şerê dijî Kurd û Tevgera Azadiya Kurdistanê bû. Bi salane ji Iraqê dixwaze PKK’ê bixe lîsteya ‘Rêxistinên terorîst’. Lê Iraq bi salan e vê mijarê bi şêwazek ji nedîtî ve tê û bi şêwazeke nerm red dike. Eger Iraq PKK’ê bixe lîsteya ‘Rêxistinên Terorîst’ wê demê divê li dijî hebûna wê ya li nava sînorên Iraqê de tevlî êrîşan bibe û wan bi temamî krîmînalîze bike. Bi dîtina min Iraq ji ber çend sedeman heya niha germ nêzî van ferzkirinên dewleta Tirk û PDK’ê nabe. Ji derveyî pêvajoya raperîna Başûrê Kurdistanê ya li dijî fejîma Baas’ê, ti hewldaneke çekdarî an jî dijbertiyeke gerîlayan dijî Iraqê pêşneketiye û ti zirerek negihandiye hikûmeta federal a Iraqê. Di dema şerê dijî DAIŞ’ê de eger ne ji gerîlayên PKK’ê ba, wê Iraq niha ne di vê astê de ba. Destwerdana gerîlayan ya li rewşê û şikandina DAIŞ’ê, hiştiye ku ji aliyê desthilata siyasî ya Iraqê, ya emnî û hemû gelên Iraqê ve were nasîn. Ew bangeşeyên dijî gerîla jî bi vî awayî pûç kiriye. Ev jî wisa kiriye ku dema gerîla ji Şengalê vekişiyan Serokwezîrê Iraqê spasiya rola gerîla ya di parastina Iraqê û Êzidiyan de kir. Ev jî rewatiya gerîla ya li herêmê zêdetir kir. Weke din gerîla hemû çiyayên li nava sînorê Başûr de diparêzin û rê nadin ti tiştekî ne qanûnî, qacaxçiyên madeyên hişber, çete, hêzên dagirker û hwd derbasê Iraqê û Kurdistanê bibin. Ew silsele çiyayên asê û dirêj ji aliyê gerîlayan ve tê parastin. Hebûna wan a di çiya de ji bo parastina Başûr û Iraqê jî garantiyeke û barê hêzên Iraqê û Başûr jî sivik kiriye. Eger ne ji wan ba, wê ev hêzane nekarin wan çiyayên asê kontrol bikin. Iraq vê rastiyê jî dibîne û dizane nikare bixwe biparêze. Zêdebûna hejmara gerîla li Başûr jî bi agahdariya hêzên Iraqî û Başûrî di nava tensîqekî de çêbûye û ji bo şerê bi dewleta Tirk re li Bakur raweste, di dema agirbestê de ev hêz jî razemendî dane nîşandan. Ji ber van sedeman heya niha Iraq germ nêzî van ferzkirinên dewleta Tirk nebûye. Ancax divê em vêya jî ji bîr nekin, Iraq heya niha li dijî dagirkeriya Tirk ti hewldaneke pratîkî ne daye nişandan. Dewleta Tirk ji ber avê weke çekekî bikar tîne, ne diyar e ji vêya şûn ve dê desthilata Iraqê çawa nêz bibe.

Mijara qûtkirina avê: Sûcekî mirovî ye

Dewleta Tirk hem li Sûriye hem jî li Iraqê avên Dîcle û Firatê hema bêje qut dike. Ev jî dibe sedema hişkesalî, krîza aborî, koçberî, hejarî û aloziyên cidî. Dema ev alozî çêdibin, bi awayeke xwezayî li dijî desthilata heyî nerazîbûn çêdibe û heya hilweşandina wê desthilatê jî diçe. Hikûmeta Sûdanî vêya li ser desthilata xwe weke gefekî mezin dibîne. Lê divê were zanîn, av qutkirin li gorî qanûnanên navnetewî sûceke mirovî ye û ew dewlet dikare were mehkumkirin. Biqasî dizanim hewldanên Iraqê çêbûne û di asta navnetewî de giliya dewleta Tirk bikin, lê ev hewldan çiqas pratîkbû nayê zanîn. Eger Iraq dixwaze van zextan li ser xwe rake û serî ji daxwazên dewleta Tirk re ne deyne, ancax di çarçoveyên qanûnî de û bi pêşîlêgirtina hawirdekirina berhemên Tirkî ji bo Iraqê darbe li Tirkiyeyê bide. Ji ber Tirkiye di krîza aborî de ye û yek ji welatê ku herî zêde berhem hinarde dikiyê Iraq e. Eger Iraq pêşî li berhemên Tirkiyeyê bigire û alternatîfên cûdatir bo xwe peyda bike, wê Tirkiye nekare li ser van zextan dewam bike. Lê mixabin heya niha Iraq vê yekê nekiriye.

Nefta Herema Kurdistanê

Mijareke din a esas Iraq û Tirkiye li ser li hev nakin jî mijara hinardekirina Nefta Herêma Kurdistanê ye. Dema Nêçîrvan Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû, bi dewleta Tirk re bêyî erêkirina hikûmeta federal a Iraqê, peymaneke ji bo 50 salan îmzekiribû, ji bo nefta Başûr bi rêya Tirkiyeyê hinardeyê bazara cîhanî bikin. Lê Iraq li dadgeha Parîsê ya navnetewî giliya Tirkiyeyê kiribû û daxwaza tazmînatê jî kiribû. Dadgeha Parîsê dawiya dawî di berjewendiya Iraqê de biryarê da. Li gorî biryarê ancax Hikûmeta Federal rayeya xwe ya firotinê heye û ji ber ew nefta heya niha hatiye firotin jî Tirkiyeyê ceza kir. Li gorî tazmînatê divê Tirkiye Milyarek û 500 hezar dolar bide Iraqê. Her wiha Iraq dozek din a tazmînatê jî biriye dadgehê, lê hîn biryar ne hatiye dayîn. Fîdan ji rayedarên Iraqê xwest giliya duyemîn betal bike û pere ji Tirkiyeyê nexwaze. Lê rayedarên Iraqê qebûl nekirin. Li ser vê yeke Fîdan ji Barzaniyan re got, wê Tirkiye pere nede Iraqê divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bide! Yanî ji Barzaniyan re got, hunê li şuna Tirkiye vê pereyê bidin Iraqê. Lê her sê barzanî jî ji Iraqê dixwazin, betal bike û ji bo Tirkiye destur bide nefta herêmê bi rêya xeta Ceyhan were hinardekirin. Hem PDK hem jî dewleta faşîst a Tirk di vê mijarê de zextê li Iraqê dikin. Ji ber ne hinardekirina nefte ya 5 mehe, zirereke mezin gihîştiye Iraqê jî. Her wiha Tirkiye nefte bi erzanî ji Iraqê dixwaze, ji ber dema PDK difirot bi erzanî dida Tirkiyeyê û hemû mesrefên hinardekirinê jî li ser herêmê bû! Lê Iraqê vê yeke qebûl nake. Jixwe ji ber bûhabûna nirxê nefte, Iraq heya astekî dikare li hember van zextan li ber xwe bide anjî li alternatîfeke din bigere ji bo hinardekirina neftê ji bo bazara cîhanî.

Mijareke din a stratejîk ji bo dewleta Tirk jî zêdekirina rêjeya berhemên Tirkiye li Başûr û Iraqê ye. Jixwe bazar bi bermehên Tirkî û şîrketên wan dagir bûye. Êdî bazar ji malen Tirkî felç bûye. Ev jî nahêle Iraq û Herêma Kurdistanê li ser piyê xwe raweste û aboriya xwemalî pêş bixe. Tirkiye tevî ku bazar dagir kiriye jî, hewl dide rêjeya vêya zêdetir bike û rekabeteke cidî bi Îranê re jî dike. Çend car li Iraqê boykota malê Tirkî hate kirin, dewleta Tirk zirereke mezin dît û hat xwe avêt ber linge Iraqiyan ji bo boykot dewam neke. Vê carê eger Iraq di asta hikûmetê de berhemên Tirkî sînordar bike, dê bikare li dijî zextên avê jî hewldaneke encamgir pêşbixe.

Her wiha du sê projeyên stratejîk yên Iraqê heye ku di bernameya Sûdanî de ye. Ev projeyane jî dîsa çarenûsa wê girêdayî peywendiyên bi dewleta tirk re ye. Iraq dixwaze projeya Bendera Faw a herî mezin a welatên Ereb temam bike. Ji Benderê jî xetek ji bo Tirkiyeyê ya bazirganiyê çêbike. Her wiha rêya hesinî û behajî navbera Tirkiyeyê û Iraqê de çêbike. Bi vê rêyê xwe bigihîne Rojava. Dîsa deriye Ovakoy ku weke alternatif deriye Xabûr jî tê zanîn, hewl tê dayîn were vekirin û çalakkirin. Ev proje jî ji ber nakokiyên heyî dewleta Tirk weke çekekî li dijî Iraqê bikartîne. Di van hevdîtinan de jî li ser van mijaran jî hatiye axaftin û li gorî peymanên siyasî û ‘ewlekarî’ dê çarenûsa van projeyan jî diyar bibe.

Fîdan dixwaze Tirkmenên çekdar kiriye fermî bike

Hakan Fîdan bi rayedarên Heşdî Şebî, Şîe û Eniya Tirkmen re jî civiya. Fîdan di dema erka xwe ya îstîxbaratê de bi sedan kesên Tirkmen çekdar kiribû û komên paramilîter ava kiribû. Lê ev komên çekdar ne fermî ne û metirsî ne li ser ewlekariya Iraqê. Di van demên dawiyê de ev komên çekdar ji bo bêçekkirinê dikevin rojeva Iraqê. Fîdan ji bo fermîkirina van çekdarên ku rûyekî din yên DAIŞ’ê ne, ji Heşdî Şebî xwest bigire bin sêwana xwe û wan bi awayeke fermî bikin hêzên parastina Tirkmenan. Helbet Heşdî Şebî wê vê yekê qebûl bike an na, yan wê çi formûlasyoneke din bibine nayê zanîn.

Dewleta Tirk dixwaze di hilbijartinên parêzgehan ya Iraqê de ku biryare îsal pêk were, bi bandor bibe. Ji ber vê perspektîf dide PDK, Sûne û Tirkmenan ji bo waliyê Kerkûkê, Mûsil û Şengalê li berjewendiya xwede diyar bikin. Bi taybet dixwazin niha PDK’ê li Başîkayê bicîh bikin û ev jî ji bo Şengalê metirsiyeke nû ava dike. Ji bo amadekarîkirina vêya jî Tirkmenên ji hev dûrketibûn jî anî gel hev, da ku di vê demê de wan çalak bikin. Di vê çarçoveyê de PDK ku di 16’ê Cotmehê de ji Kerkûkê reviyabû, piştî hevdîtina Fîdan careke din xwest bikeve Kerkûkê. Lê nerazîbûn pêşketin. Tirkiye bi rêya van her sê hêzan dixwaze amadekariyeke cidî ji bo hilbijartinê bike.

*Êrişên li ser Zap, Metîna û Heftanînê û berxwedana dîrokî berdewam dike. Çekên kîmyewî yên pir giran tên bikar anîn, rewşa dawî li heremê çi ye?

Êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê berdewam dikin û îsal ev êrîş û hevkariya PDK û dewleta Tirk gihîştiye qonaxeke din a eşkere. Jixwe ji sala 2021’an ve êrîşeke dijwar li dijî Heftanîn, Zap, Metîna, Zagrosê dimeşe. Li Garê xwe ceriband, lê bi fiyaskoyeke mezin bi encambû. Lewma piştî wê dest bi êrîşên dorpêçkirin û vala hiştina herêma Garê kir. Di rewşa heyî de bi hevkariya PDK’ê hewl tê dayîn, êrîşên dagirkeriyê yên li Zap’ê bi encam bikin û dor li Garê bigirin. Lê Garê ji herêmên din zêdetir dikeve navxweyî Başûr. Bi sedan gund li nava Garê û derdora wê heye. Herêmeke mezin a çandiniyê û cotyariyê ye.

Tê zanîn êrîşên dijwar li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê pêşdikevin. Di serî de Zap, Metîna û Zagros li hemû herêman êrîşên dijwar hene. Dewleta Tirk tevî hemû sûcên şer, çeken kîmyewî û teknîka modern jî nekariye encama ku dixwaze bi dest bîne. Lê bi hevkariya PDK’ê dixwaze herêmên din yên gerîla dorpêç bike û dagirkeriya xwe ya li hinek devaran mayînde bike. Ji bo vê jî tê pêşbînîkirin ku li dijî Garê careke din bikevin tevgerê. Lê eger şerek li Garê çêbibe, wê şerê Kurd bi Kurd re be. Ji ber ev qad zêdetir dikeve nava Başûr, gelek kompanyayên biyanî li herêmê dixebitin, herêmeke stratejîke û di warê gerîla de jî herêmeke serweriya gerîla lê bihêze. Ji ber vê eger şerek rû bide, wê bi tevlîbûna PDK’ê çêbibe. Dewleta Tirk ne bi teknîka xwe ne jî di bejahî de nikare bi tena xwe êrîş bike. Lewma pêwîstiya wê bi erêkirina Iraq, hêzên biyanî û hêzên Başûr heye. Tabî erêkirin jî tê wateya bi awayeke çalak beşdarbûyîn û destek dayîn van hêzan.

Li gorî şêwazê pêşwazîkirina Barzaniyan û hinek rayedarên din yên Başûrê Kurdistanê û daxuyaniyên ku dane, berovajiyê hêzên Iraqê tam piştgirî dane dagirkeriya dewleta Tirk û êrîşên dijî Tevgera Azadiya Kurd. Daxuyaniya Fûa Hisên PDK’yî ya bi navê Iraqê û Hakan Fîdanê koka xwe Kurd bixwe jî dide nişan ku hêzen dagirker siyaseta Kurd bi Kurd dayîna qirkirinê careke din bi awayeke hîn kirêttir xistine dewrê. Ji xwe serkêşiya vê jî Hakan Fîdan û PDK’ê dide kirin. Her wiha bi rêya PDK’ê dixwazin li Bakur jî hinek hewldanan bikin û astengiyên li pêşiya wê jî were rakirin. 

Lewma peywendiyeke wî ya jêr be jêrî ya heyî, bi derbasbûna qada dîplomasiyê re dixwaze fermî bike û rewatî bi hemû ew peywendiyên xwe yên qirêj bide. Piştî hilbijartina serokkomarî û ya parlementoyê ya Tirkiyeyê Erdogan wî kir Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê. Serdana yekemîn a berfireh a wezîrekî Tirkbû ji bo Iraqê û heta yekemîn serdana ewqas berfireh bû ji bo derveyî welat. Ji ber vê di heman demê de beşeke wê ya girîng jî şov an jî reklama kabîneya nû û ya wî bi xwe bû. Xwest hunera xwe ya îstîxbaratî çawa vediguheze qada dîplomatîk bide nişan. Beşek ji wêya avakirina têgihîştineke erênî ya raya giştî beramber erka xwe ya nû û kabîneya nû ya Erdogan jî be, lê helbet ajandaya wî berfireh bû.

Hakan Fîdan ji ber ji saziyeke leşkerî û îstîxbaratî tê, ji ber vê sedemê jî yek ji berpirsyarê herî girîng yê şerê qirkirinê yê dijî Kurd û Tevgera Azadiyêye, lewma mijara wî ya sereke dîplomasiya qirkirina Kurd û têkoşîna azadiya Kurdbû. Ew zemînê di dema MİT de amadekiribû, fermîkirin anjî qanûnîkirina wê bi rêya dîplomasiyêye. Jixwe Rêveberiya Tevgera Azadiyê û gelek çavdêrên siyasî jî heman tespîtê kirine. Lewma dikare bêgotin, Fîdan ew hewldanên xwe yên di dema misteşariya MİT de kiribû, bi bûyîna wezîr re jî fermî bike û dîplomasiya wê bike. Ya di vê hevdîtina xwede kir jî tam van pêşbîniyan piştrast kir.

Weke min got, Fîdan ne tenê bi rayedarên hikûmî yên Iraqê re, bi hêzên siyasî yên Şîe yên Iraqê û îradeya siyasî ya Heşdî Şebî girêdayî wane û di siyaseta Iraqê de serwerin re, bi berpirsên PDK, YNK, Yekgirtû û Eniya Tirkmen a Iraqê re jî hevdîtinên berfireh kir. Ji van hevdîtinên berfireh ya Fîdan dikare encamek wisa jî were derxistin, dewleta Tirk di dayîna qebûlkirina daxwazên xwe bi rayedarên Iraqê re tengasiyên cidî dijî, di warê aboriyê de ketiye tengaviyeke cidî û di rewşeke bihêz de nîne. Yan eger daxwazên wan yekser ji aliyê rayedarên hikûmeta federal ve hatiba qebûlkirin, dibe ku evqas toreke berfireh a hevdîtinan nedaba ber xwe.

Sedemeke din a vê hevdîtina Hakan Fîdan jî ew bû ku astengiyên li pêşiya serdana Serokkomarê Tirk Erdogan ya Iraqê ji pêşiya wî rake. Tê zanîn demeke dirêje Erdogan dixwaze serdana Iraqê bike, lê ji ber li ser mijara PKK’ê û cezayê ji ber nefta Herêma Kurdistanê xwaribû, bi rayedarên Iraqê re heya niha jî negihiştiye lihevkirinekî lewma nikare serdan bike. Hakan Fîdan ji bo van astengiyan li pêş rake û Erdogan şoveke baş li Iraqê bike serdana Iraqê kir.

Di vê wateyê de du tewereyên sereke yên serdana Fîdan hebû. Ya yekemîn kûrkirin û berfirekirina dagirkirina Kurdistanê û tasfiyekirina Tevgera Azadiya Kurdistanê bû. Her wiha bi salane li ser Iraqê ferz dike, PKK’ê bixe lîsteya ‘terorê’. Ya duyemîn jî xwest peyama Enqere bigihîne rayedarên PDK’ê û Iraqê û bêje ew faturaya nakokiyên herdu aliyan ya li ser dosya neftê nadin. Her wiha ji Başûr re jî bêje, ew cezaya ku dadgeha Parîsê ji ber peymana ne qanûnî ya dewleta Tirk û PDK’ê ya li ser firotin û hinardekirina nefta Herêma Kurdistanê birriye, ewê bidin. Li beramber vêya jî ava ku weke çekekî li dijî Iraqê bikartîne ji bo Iraqê berdebû.

*Hevkariya dewleta Tirk û PDK’ê bandorekî çawa li ser gel dike? Li Silêmanî û derdora wê li dijî gel bombebaran û sûîkast hatin kirin. Çima gel hedef tê girtin?

Hakan Fîdan ji bo armancên ku dewleta Tirk daye pêşiya xwe bi rayedarên Iraqê, hêzên siyasî yên cûda ku li siyaseta navxweyî ya Iraqê de bi bandorin û her wiha coxrafyayeke stratejîk dibin serweriya wan de ye jî hevdîtin kir. Di van hevdîtinan de li gel çend xalên stratejîk û jiyanî ji bo dewleta Tirk, hinek mijarên aktûel yên cûda jî nîqaş kir. Dikare bêgotin, gelek aliyên serdana Fîdan hebû, lê ya herî sereke tabî bilindkirina şerê dijî Kurd û rewatî bi dayîna dagirkeriya li Kurdistanê bû. Her wiha daxwaza dewleta Tirk a bi salane ji hemû desthilatên li Iraqê destdiguherin Tevgera azadiya Kurdistanê (PKK) xistina lîsteya ‘terorê’ ye. Tevî israra dewleta Tirk jî heya niha Iraq vê daxwaza dewleta Tirk bicîh ne aniye, lê helwesteke tund jî nişana dagirkeriya Tirk nedaye.

Beşa herî girîng tê mereqkirin û girîng jî bersiva hêzên Iraqî û hikûmeta fermî ya Iraqê ji dewleta Tirk re ye. Li gorî encamên ku di çapemeniyê de derket û di kûlîsan de tê axaftin, Fîdan tişta dixwest bidest ne aniye û bersiveke dilê wan xweş bike, ji hêzên Iraqî negirtiye. Ji Iraqê xwestiye PKK ku nûnertiya Kurdê azad û parastina hemû gelen Rojhilata Navîn dike, bixe lîsteya ‘terorê’ û bi vêya re jî bi awayeke çalak tevlî êrîşên dijî gerîla bibe û di asta navnetewî de hebûna PKK’ê ya li nava ‘Iraqê’ ku dikeve Başûrê Kurdistanê terorîze bike. Her wiha dixwaze Iraq jî bike parçeyek şerê dijî Kurd û armancên xwe bi Iraqê û bi hêzên noker yên Başûr pêkbîne. Helbet Iraq ezmûneke dûdirêj û trajîk bi Kurd re heye. Iraq ne amade ye li siyaseta Baas û pêkanînên dema Saddam vegere. Ji ber ew siyaseta qirkirinê û şer, ji derveyî hejarkirin, wêrankirin û parçekirina Iraqê ti sûdek nebûye ji bo gelen herêmê. Jixwe Iraq ji ber şerên ku hatine meşandin hîn jî êş dikişine û rûberûyê gelek pirsgirêkên aborî, xizmetgûzarî û gelek pirsgirêkên din e.

Weke din jî PKK ji salên 1980’an ve li nava Iraqê de ye, lê heya niha jî li dijî îradeya siyasî ya Iraqê çek ranekiriye û nebûye parçeyek ji alozkirina Iraqê. Berovajiyê wê hem ji bo aramiya navxweyî ya Herêma Kurdistanê û hem jî ji bo Iraqê timî roleke pozîtîv lîstiye. Ji bo hemû pêkhateyên siyasî, etnik û bawerî bihevre jiyaneke demokratîk pêkbînin, bûye xwedî perspektîfeke zelal.

Dema DAIŞ êrîşê Iraqê û bi taybet jî Şengal û herêmên din yên Başûrê Kurdistanê kir, gerîlayên PKK’ê bi roleke sereke rabûn. Di şerê dijî DAIŞ’ê de berpirsyariyeke dîrokî girt ser milê xwe û ji bo vê jî di dema desthilata Serokwezîriya Heyder Ebadî de bi awayeke fermî spasiya gerîlayên PKK’ê hatiye kirin. Di dema hemû leşkerên Iraqê û çekdarên PDK’ê çeken xwe berdidan û gel ne diparastin, xelk ji tirsa hemû cihên xwe terk dikirin gerîlayên Kurdistanê weke hawariyan xwe gihandin her deverekî û di şikandina sehm û tirsa DAIŞ’ê de roleke mezin lîst. Hem gelên Iraqê û hem jî desthilata wê ya siyasî di vê demê de dûrî hemû pêşdaraziyan yekser naskirin. Ev rola PKK’ê ya li Iraqê lîst bêgûman hişt ku zêdetir li Iraqê bênasîn û yekser temasê bi civaka Iraqê re bike. Ev jî mesafeyên heyî yên heya dîroka 2014’an rakir û gerîla ne tenê çiyayên Kurdistanê ku weke hiqûqa dewletî dikeve çarçoveya Iraqê de parast, herêmên sivîl jî parast. PKK ne tenê weke parastina fizîkî, di wateya îdeolojîk û fikrî de jî derfet dît xwe zêdetir bide nasîn. Gelek destkeftiyên vê pêvajoyê çêbûn. Hem ew pêşdaraziyên di gelê Başûrê Kurdistanê de ku di encama bangeşeyên reşkirina PDK’ê û hinek hêzên din yên siyasî de şikand. Niha jî dema li Başûrê Kurdistanê aloziyek derdikeve an jî metirsiyek li ser ewlekariya gel çêdibe, gel pişta xwe bi hebûna gerîla ya li Başûr germ dike, ne bi hêzên çekdarî yên ser bi hizban. Dema tevgerek nifûsê civakê bike û dûrî hemû manîpûlasyonan xwe yekser bigihîne gelan ti desthilat nikarin bi rehetî hinek tişt li ser ferz bikin.

Sedem din jî ew e ku gerîla xeteke dirêj û stratejîk a çiyayên Başûrê Kurdistanê ku hevsînore bi Tirkiye û Îranê re digire. Bi salane van çiyayan digirin. Eger ne ji gerîlaba ne hêzên leşkeri yên Başûrê Kurdistanê ne jî artêşa Iraqê ne gengaze van herêman biparêzin. Ji ber eger ew çiya ne parastîbin wê deşt jî ne parastîbin. Di dema şerê dijî DAIŞ’ê de eger gerîla li wan çiyayan neba, dibe ku gelek komên çekdarî û çete li van çiyayan bicîhbana û civakê di komkujiyan re derbaskiriba. Her wiha dê Iraq bûbana yek ji herêmeke herî zêde tiştên qaçax, madeyên hişber dikeviyê. Lê hebûna gerîla ya li van herêman destur nade ne qacaxçitiya mirov çêbibe, ne jî madeyên hişber û tiştên zirerê didin civakê derbas bibin. Eger hewldanek çêbibe jî têzanîn ev hewldanane hatine pûçkirin. Di dema korona weke metirsiyekî mezin belav dibû de parêzgerê Silêmaniyê Heval Ebobekir spasiya Qendîlê kir herêmên sînorî kontrol kirine nehiştine ev nexweşî belavê Başûrê Kurdistanê bibe. Helbet hebûna gerîla ya li herêmê ji derveyê sûdê ti zirerek ji bo Iraqê çênebûye. Jixwe di dema paşdevekişîna gerîla ya ji Bakurê Kurdistanê de hem hêzên Iraqî hem jî hêzên Kurd ji rewşê agahdarbûn û ji bo rawestandina şer razîbûna xwe dan nişan. Ev pêvajo jî wisa pir bê agahiya hem hikûmeta herêmê hem jî ya federal çênebû. Di encam de dema mirov li hebûna gerîla dinêre hem ji bo Kurdan hem jî ji bo parastina gelên Iraqê xwedî girîngiyeke mezine. Desthilata Iraqê jî vê rastiyê dibîne û heya niha ji derveyî hinek daxuyaniyên girover dijbertiyeke cidî ya gerîlayan nekiriye. Dem dem li gorî kesên hatine ser desthilatê ziman hinek tund anjî nerm bibe jî, lê weke siyaseta esasî ya Iraqê dijbertiyeke eşkere ne hatiye kirin. Ancax ev hevsengî di dema serokwezîriya Mistefa Kazimî de hinek têkçû.

* Ev hevkarî û aloziya aborî ya ku derfetên şer wî ava dike bandorekî çawa li gel dike?

‘Peymana 9’ê Cotmehê weke komployek din a li ser civaka Êzidî ye’

Li ser daxwaza dewleta Tirk bi PDK’ê re îmze avêtin bin peymana 9’ê Cotmehê ku weke komployeke din a li dijî civaka Êzidî tê binavkirin. Her wiha êrişên dagirkeriyê zêdebûn û liv û tevgera êrîşên hewayî li nava bajaran de zêdekirin. Kazimî di vê wateyê de yek ji serokwezîrên herî xirap ya vê serdama piştî hilweşandina rejîma Baas dikare bê binavkirin. Sûdanî jî di îmtîhaneke cidî re derbas dibe. Heya niha helwesteke pir xurt nişana dewleta Tirk nedabe jî, dijbertiyeke rasterast a tevgera Azadiyê nedaye berçav. Lê helbet ev wê di van mehên pêş me de zêdetir diyar bibe. Li gorî zanyariyan bersiveke erênî nedane dewleta Tirk, lê ev jî sed nîne. Ji ber dewleta Tirk mijareke cidî li dijî Iraqê weke çekekî bikartîne. Girêdayî têkçûna rewşa jîngehê û avhawayê jixwe hişkbûnek li Iraqê heye. Başûr û naverastê Iraqê jî beşeke xwe ya zêde çol e û hişk e. Dewleta Tirk jî ava dîcle û Firatê weke çekekî li dijî hem desthilata siyasî ya Iraqê bikartîne. Bi vî awayî hewl dide Iraqê aloz bike, bibe sedema koçberiyê û hilweşandina hikûmetê. Niha tenê çeka ku di destê dewleta Tirk de bikarbîne ava. Lê di rastî de av weke çekekî bikaranîn li gorî qanûnên navnetewî sûce û binpêkirina mafên sereke ya mirovan û zindiyan e. Ji ber Iraq jî zêde di asta navnetewî de vê mijarê nexistiye rojevê lewma Tirkiye jî bê ku guh bide qanûnên navnetewî di van kiryarên xwe yên ne mirovane de israr dike. Heta qet venaşêrin û di daxuyaniyên xwed jî îtîraf dikin ku avê weke çekekî li dijî Iraqê bikar tîne, ji bo daxwazên xwe pê bide qebûlkirin. Ji ber kêmkirina asta ava Dîcle û Firat’ê ji niha ve koçeke cidî ji Başûr û naverastê Iraqê ber bi Bakurê wê ve  Lê Iraq ne mecbûr e serî li ber van zextên dewleta Tirk bitewîne û dikare vê dosyayê bigihîne asta navnetewî û Tirkiye ji ber van sûcan tawanbar were dîtin. Lê biqasî dizanim heya niha Iraq vêya nekiriye, lê eger siyaseteke aqilane bide meşandin dibe vêya bi awayeke cidî bixe rojeva xwe û vê çekê ji dest Tirkiye bigire û li wî bizivirîne.

Ancax heya niha jî helwesteke cidî ya Iraqê li dijî komkujî, êrîş û her cûre binpêkirinên Iraqê nebû. Di dema komkujiya Perexê de xelkê Iraqê li dijî dewleta Tirk rabû, li ser van nerazîbûnan desthilata Iraqê jî kete tevgerê lê piştî tevlîheviya siyasî ya li Iraqê dîsa ev pêvajo bi awayeke zanabûn hate berovajîkirin û komkujî dan ji bîrkirin. Eger ew axaftinên li Encûmena Asayîşê ya Neteweyên Yekbûyî ji aliye wezîrê karen derve yê Iraqê ve hate kirin, hatiba berdewamkirin wê Tirkiye hatiba mehkûmkirin. Lê mixabin ev pêvajo dîsa hate sabotekirin û hemû bal li ser Tirkiyeyê hate zivirandin û careke din navxweyî Iraqê hate alozkirin.

*Peymana 9’ê Cotmehê ya ji aliyê hikûmeta Iraqê, PDK’ê û dewleta Tirk ve hat îmzekirin û ji aliyê civaka Êzidî ve mîna berdewamiya fermana 74’an tê nirxandin gelo yek ji mijarê van hevdîtinan bû?

Yek ji ferzkirineke din a dewleta Tirk jî ewe ku peymana 9’ê Cotmehê ku ji holê rakirina hêzên parastina Şengal ango Êzîdxanê û Rêveberiya Xweser ku îradeya civaka Êzidiye ji holê were rakirine. PDK û dewleta Tirk ji bo ev destkeftiyên Êzidiyan ji holê rakin, vegerînin beriya dema fermanê ku bê parastin mabû hemû hewldanên xwe dan. Hem bi rêya tevlîhevîkirin, manîpûlasyon, êrîşên hawayî û komployan nekarî encama ku dixwaze pêkbîne. Paşê di dema Kazimî de hikûmeta Iraqê li gel PDK’ê peymana 9’ê Cotmehê îmzekirin û ketin tevgerê. Di encamê de gelek caran alozî derket û civaka Êzidî hem bi nerazîbûnên demokratîk hem jî bi rêya dîplomasiyê neqebûlkirina vê peymanê ji Iraqê re ragihandin. Lê Iraq û PDK jî hîn di hewldanan de ne vê peymanê bicîh bikin. Ji ber yek ji şertê PDK’ê yê tevlî kabîneya Sûdanîbûyîn pêkanîna 9’ê Cotmehê bû. Niha yek ji xala bernameya kabîneya Sûdanî pêkanîna peymana 9’ê Cotmehê ye. Dewleta Tirk û PDK ji bo pêkanîna vê peymanê timî zextê li hikûmeta Iraqê dike. Di encama zext û gefan de qeymeqamê piştî fermanê ji bo xizmeta Şengalê dest bi kar kiribû, dest ji kar kêşa û niha jî dixwazin bi rêya hilbijartinên herêmî pîlanên nû li dijî Rêveberiya Xweser a Şengalê pêşbixin. Her wiha metirsiya êrîşên nû li ser Şengalê heye û li gorî agahiyên rêveberiya herêmê didin çapemeniyê timî balafirên bêmirov û biçek li ser Şengalê difirin. Ev jî weke parçeyekî şerê taybet û psîkolojîk a ji bo felçkirina sîstema xweser dikare bêdîtin.

Li ser daxwaza PDK û dewleta Tirk Iraq xwest kampa penaberan a Mexmûrê dorpêç bike, lê gel qebûl nekir. Piştî nerazîbûnên cidî yên gel û diyaloga nûnerên penaberên kampê ev pêvajoya dorpêçkirinê di çarçoveyeke lihevkirinê de hate sekinandin. Lê niha jî Tirkiye li ser NY zext dike, bi temamî Mexmûr ji statûya penaberiya siyasî derxe û bibe sedem ku belav bibe. Ji ber vê dibin ve gelek siyaseteke qirêj dimeşîne, ji bo valakirinê. Dibe di çarçoveya hevdîtinên nû yên li gel Tirkiyeyê de bi şêwazên cûda zext li ser wargehê werin zêdekirin.

*Ev hevdîtin dê êrişên li dijî Heremên Parastina Medyayê çawa bandor bikin?

Her wiha li gorî hinek çavdêrên siyasî jî êrîşên dijî Herêmên Parastinê ya Medyayê were zêdekirin. Sedema sereke ya lawazkirin û hewldanên dagirkirina Metîna û Zap, ji bo êrîşkirina ser herêma Garê ye. Ji ber li Garê carek ceribandin, lê encam negirtin û li Garê têkçûn. Garê jî qadeke stratejîk e û dagirkirina wê dê wisa rehet nebe. Divê mijarê de ji daxuyaniyên PDK’ê jî xuya dibe wê rasterast yanî çalak tevlî êrîşeke muhtemel ya dijî Garê bibe. Ev jî weke tê pêşbînîkirin wê bibe sedema şerê navxweyî. Jixwe armanca dewleta Tirk jî eve. Ji ber vêya niha bi hevkariya PDK’ê ya çalak dewleta Tirk li Zap, Metîna û gelek deverên din cih û rê ji bo dewleta Tirk çêdike, ji bo bên lê bicîh bibin û herêmê bi temamî milîtarîze bikin. Şerekî dijwar li herêmê rû dide û li gorî helwesta Iraqê û hêzên navnetewî dibe ku qadên nû bidin ber xwe. Lê heya niha tiştek zêde diyar nîne.

Mijareke din a dewleta Tirk bi rayedarên Iraqê re nakoke jî mijara nefta Herêma Kurdistanê ye. Ji ber peymana ne qanûnî û ne şefaf ya navbera Barzaniyan û dewleta Tirk de krîzeke cidî rûdaye. Piştî salan Iraq li dadgeha Tehkîm ya Parîsê dozek li Tirkiyeyê vekir û dadgeh jî di berjewendiyan Iraqê de bi encam kir. Li gorî biryarê divê dewleta Tirk yekser bi hikûmeta Federal a Iraqê re danûstandin li ser bazirganiya nefta Herêma Kurdistanê bike û ji bo nefta hatiye hinardekirin jî Tirkiyeyê neçar kir milyarek û 500 milyon dolar tazminat bide Iraqê. Her wiha dozeke din a nû jî ya tazmînatê li ber destê dadgehêye. Hikûmeta Iraqê û dewleta Tirk li ser van çend mijaran li hev nake. Tirkiye dibêje, divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê vê cezayê pere bide, neft erzan bifiroşe û her wiha cûda jî ji karmendên şîrketa hinardekirina nefte ya Tirk jî mesrefeke taybet were kirin. Lê Iraqê vê yeke qebûl nake. Lewma 5 mehe hinardekirina nefta herêmê bi rêya boriya Ceyhan ji bo bazara cîhanê sekiniye. Ji ber vê sedemê jî neft di asta cîhanî de bûha bûye û bûye sedema krîzekî cidî. Tirkiye dibêje, ewê tazmînetê nedin Iraqê, Iraq doza duyemîn betal bike, nirxê nefte kêm bike û çend mijarên din ku dixwazin Iraq pêkbîne, ancax wisa destur bide neft hinarde bike. Bi vî awayî ambargoyeke mezin daniye ser Iraqê û Herêma Kurdistanê. Helbet ev bi awayeke xwezayî bandorê li aboriya Iraqê jî dike. Li gorî zanyariyên di çapemeniyên herêmî û cîhanî de derket, li hevkirinek li ser mijarê di navbera Iraq û Tirkiyeyê de çênebûye.

Projeya bendava Faw ya Iraqê, rêya hesinî, rêya bejahî ya navbera Tirkiye û Iraqê de û çend projeyên din yên stratejîk yên Iraqê jî weke çend xalên sereke yên navbera Tirkiye û Iraqê de ne. Ev projeyane jî weke xalên sereke yên bernameya kar ya hikûmeta Sûdanî ye. Ji bo Sûdanî bikare li ser desthilat bîmîne dibe kul i gel gelek xalên nakok jî, di hinek mijaran de tawîz bide dewleta Tirk a dagirker jî. Jixwe piştî vegera Fîdan hem wezîrê enerjiye yê Tirkiye û hem jî yê bazirganiyê serdana Iraqê kirin. Ev jî dide nişandan ku dibe li ser hinek xalan li hevkiribin. Ev jî di rojên pêş de diyar bibe.

Hakan Fîdan ku di dema Misteşariya MİT’ê de gelek Tirkmenên Iraqê bi awayeke ne qanûnî çekdarkiribû, bi vê serdanê xwest ev hêzên çekdar yên Tirkmenan jî fermî bike û ji bo vê jî ji fermandarên Heşdî Şebî xwest ku deste Tirkmenan di nava wan de xurt bike û çekdarên Eniya Tirkmen yên derveyî Heşdî Şebî jî mane, bixin jêr sêwana wê. Lê ne diyare rayedarên Heşdî Şebî di vê mijarê de bersiveke çawa dabin Hakan Fîdan. Bi taybet di hevdîtina bi Hadî Amirî re vê mijarê û mijara hilbijartinên encûmenên parêzgehan guftûgokiriye.

Yek ji mijareke din a di van hevdîtinan de hem li gel PDK’ê û hem jî gel hêzên Sûne û Iraqî hate destgirtin jî hilbijartinên parêzgeha Kerkûkê û herêmên nakokî li ser hene, bûye. Dixwazin parêzgerê Kerkûkê kesek eger ne Tirkmen jî be, li ser xeta dewleta Tirk be. Ji ber vê tifaqek navbera Tirkmen, Sûne û PDK’ê de heye. Di vê çarçoveyê de PDK piştî serdana Fîdan careke din xwest vegere Kerkûkê, lê niha rûberûyê nerazîbûnan tê. Ev jî weke amadekariyek ji bo hilbijartinên Kerkûkê dibe. Ev helwesta PDK’ê dibe bibe sedem ku parêzgerê Kerkûkê ji Kurdan neye hilbijartin û kesek di berjewendiya PDK û dewleta Tirk de were hilbijartin.

Hakan Fîdan ne tenê li gel PDK’ê, li gel rêveberên YNK’ê û hizbeke îslamî jî civiyabû. Piştî hevdîtina li gel Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî civiyabû, Qubad û Bafil Talabanî bi awayeke nihênî serdana Tirkiyeyê kirin. Çavkaniyên taybet yên nêzî YNK’ê jî vê zanyariyê piştrast dikin û dibêjin, rojeva wan ya sereke pêşxistina peywendiyên navbera dewleta Tirk û YNK’ê de, her wiha careke din destpêkirina geştên hewayî yên balafirgeha Silêmaniyê ji bo Tirkiyeyê ye. Helbet ev serdana Qubad û Bafil Talabanî ya ji bo Tirkiyeyê, wê encamên wê hebin. Herçend daxwaz bikin, êrîşên hewayî û çekdarî yên li nava herêma Silêmaniyê kêm bikin jî, lê li beraber wê zextkirin û sînordarkirina xebat û saziyên nêzî tevgera azadiyê, pêşî lê girtina her cûre çalakiyên Tevgera Azadiyê û her xebateke li dijî Tirkiyeyê ye. Yanî kurt û kurmancî dewleta Tirk hedef dike, Silêmanî jî weke Dihok û Hewlêrê di warê siyasî, îstîxbarî de bi temamî kontrol bike, aboriya wê bi temamî dagir bike, ango bike koloniya xwe. Ji ber parçebûna di nava YNK’ê de û nebûn siyaseteke yekpareyî dibe hinek tawîzan ji YNK’ê hatibe girtin. Lê ne tabana YNK’ê ne jî xelkê herêmê siyaseteke ku teslîmê Tirkiyeyê bûye qebûl nake. Eger rêveberiya YNK’ê serî ji ferzkirin û tehdîtên dewleta Tirk re bi tewîne, ya heyî jî dê belav bibe. Eger heya niha YNK kariye ser piya bisekine, ji ber nêzîkbûn û helwesta wê ya ji Tevgera Azadiyê û parçeyên din yên Kurdistanê re ye. Jixwe hilbijartinên parêzgehan jî li pêşe û PDK jî ji bo lawazkirina YNK’ê serî li her dek û dolabî dide. Di rewşeke YNK serî ji daxwazên dewleta Tirk re bi tewîne de wê YNK’ya parçebûyî, bê asta xwe ya herî lawaz. Helbet çûyîna herdu Talabaniyan ji bo Tirkiye tê wateya qebûlkirina hinek daxwazên Tirkiyeyê. Wê demek ne dirêj de encama wê derkeve.

*Herî dawî li dijî vê siyaset û polîtîkayên ku we jî qala wê kir helwesta gel çi ye û divê ji vir û şûnde çi be?

Helwesta gel ya li dijî xeta nokerî û xiyanetê ya li Başûr zelal e. Beşeke girîng a gel ku ezmûneke wan ya dûr û dirêj li gel êrîşên dagirkeriyê û qirkirinê heye, dizanabûna êrîşên dagirkeriyê û xeta xiyanetê de ne. Ev beşa zêde ya civakê tevî ku nerazîne jî, lê ji ber desthilata Başûr wan di warê madî de kontrol kiriye, wan bi meaş bi xwe ve girêdaye, vêya weke çekekî li dijî wan bikartîne û tehdit dike. Her wiha ti demî biqasî niha li Herêma Kurdistanê azadiya fikir neketiye metirsiyê. Niha kî diaxive û rexne li siyaseta PDK’ê bigire, yan tê girtin, yan neçar dikin welat terk bike, yanjî bi rêyên cûda wan qetil dikin. Beşek jî ji ber siyaseta hejariyê kî meaş bide û jiyana wê/wî di warê madî de başbe, karê xwe ji siyasetê û êrîşên dagirkeriyê nayêne. Beşek li dijî dagirkeriyê û xeta xiyanetê rabe jî, lê heya niha nekariye ev xeta xiyanetê li Kurdistanê bi dawî bike û dawî li desthilata PDK’ê ya dijminahiya Kur dike, bîne. Ya balkêş ewe gel jî dibêje, bila PKK dawî li vê belaya PDK’ê bîne, ji bo ew jî ji zilma PDK’ê xilas bibin! Lê di warê têkoşîneke hevpar û wêrek de gavên pêwîste bixwe biavêjin, na avêjin, li bendene hinek din vê têkoşînê bimeşînin. Zextên dewleta Tirk, astengiyên li herêma Silêmanî û Hewlêrê ya li pêşiya nerazîbûnên gel jî bandoreke neyînî li ser derbirîna nerazîbûnên gel dike. Lê bi dilniyayî dikarin bejin ku sedî 85’ê civaka Başûrê Kurdistanê ji siyaseta PDK’ê ya dijminahiya Kurd dike neraziye.

Rayedarên PDK’ê k udi siyaseta xwe ya dijminkarane û nokeriya ji dagirkeran re ti sînoran nas nakin, gilî li dewleta faşîst a Tirk kirin çima pêşengên Kurd li Başûr nake hedef û bi balafiran lê naxe. Her wiha asayîşa Zaxo’yê îmze avêt bin sosretiyekî û rojnamevanek ji ber peywendiya xwe ya bi PKK’ê re bin çav kir. Ji bo PKK’ê li herêmê krîmînalîze bike, her cûre kirêtiyê dike û hewl dide bi qasê zerreyê xelk behsa PKK’ê neke û peywendî ne deyne. Ev asta zext û dijminahiya PDK’ê ya li Kurd dide nişan. Gel jî nerazîbûnên xwe tenê li ser medya dîjîtal re îfade dike û ji wêya wêdetir helwesteke radîkal nade nişan.