Berdevka Meclîsa Jinan a PYD’ê: Bi tîfaqan gelê Kurd tê hedefgirtin

Berdevka Meclisa Jinan a PYD’ê Netewî Xemgîn geşedanên siyasî yên li Sûriye û Tirkiyeyê, rewşa hilbijartinên li Tirkiyeyê û armancên civîna çar alî ya di navbera dewletên hegomon de nirxand.

ROJ HOZAN

Qamişlo – Hemû dewletên hegomon di mijara Kurd û Kurdistanê de planên wan li hev tên. Ji bo Kurd nebin xwedî statu û hebûn hemû kiryarên qirêj ji bo parastina berjewendiyên xwe bi kar tînin. Civîna çar alî ya di navbera Sûriye, Tirkiye, Rûsya û Îranê de hat çêkirin hedefa wê ya esasî derbexistina li projeya demokratîk û xweseriya Kurdan bû. Têkildarî mijarê Berdevka Meclisa Jinan a PYD’ê Netewî Xemgîn geşedanên siyasî li Sûriye û Tirkiye, civîna çar alî ya di navbera dewletên hegomon de, rewşa hilbijartinên li Tirkiyeyê nirxand.

‘Armanca civîna çar alî derbe xistina li vîn û projeya Kurdan e’

Netewî Xemgîn pêşveçûn û aliyên çivîna çar alî di navbera Sûriye, Tirkiye, Rûsya û Îranê de nirxand û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Li Rojhilata Navîn guhertinên bilêz çêdibin, guhertinên ku çêdibin û tifaqên di navbera hin dewletan de yek ji hedefa wê ya esasî ew e ku netew dewlet careke din xwe li ser piyan bigrin. Li pêşiya me di meha Tîrmehê de tifaqa Lozanê bi dawî dibe ji bo wê her dewletek dixwaze hêza xwe ya dewlet netew komî ser hev bike û cografyaya heyî di destê xwe de fireh bike. Berjewendiyên dewletan dihêlin hin tifaqên heyî li hev werin. Nakokiyên wan ên dîrokî hene û li hemberî hev dijminatî kirine mînak Lîwaya Îskenderûnê dema dewleta tirk desteser kir di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de nakokiyên mezin derketin û dewleta tirk gelek herêmên Sûriyeyê dagir kirine vê yekê hîşt ev nakokî mezintir bibin. Di van salên dawî de ji ber berjewendiyên wan yek in Sûriye, Tirkiye, Îran û Rûsyayê bi hev re tifaqan çêdikin. Bi taybetî di vê dema dawî de civîna çar alî di navbera wan de hat lidarxistin, armanca vê civînê jî ew bû çawa derbeyeke nû li Kurdan bixin û projeya netewa demokratîk têk bibin. Projeya ku îro temsîla îradeya gel dike ji kokê de rabikin. Di vê civînê de nîqaşên ku bi pêş ketibûn dixwestin hin gavan berî hilbijartinên Tirkiyeyê bavêjin. Xala ku negîştin hev ku nikaribûn vî şerî berî hilbijartinan pêk bînin. Di navbera Sûriye û Tirkiyeyê hin berjewendî hene û Rûsya jî dixwaze feydeyê ji van berjewendiyan bibîne.”

Bazariyên li dijî Kurdan

Netewî Xemgîn bal kişand ser xalên ku berjewendiyên dewletên hegomon li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wan digihîjînin hev û wiha domand: “Xalên ku dewletên hegomon digihîjînin hev ew in ku dewleta tirk dibêje ger dewlet bihêlin em bi rengekî fermî êrîşî Xweseriya Demokratîk di Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin wê demê ez dikarim ji herêmên Sûriyeyê weke Ezaz, Idlib, Bab û Cerablûsê vekişim. Hikûmeta Şamê baweriyê nade vê plana tirkan ji ber baş dizane cihê ku dewleta tirk gava xwe lê avêtiye zû jê dernakeve û Îskenderûn li ber çavan e. Ji bo wê Sûriye dibêje pêwîst e dewleta tirk ji hemû axa Sûriyeyê vekişe û paşê careke din em dikarin bi hev re êrîşî projeya Netewa Demokratîk bikin. Her du alî Sûriye û Tirkiye riya destpêkê didin ber hev kî destpêkê bendên vê planê pêk bîne, ji bo wê heya niha negihîştin tifaqeke mayinde. Sûriyeyê siyaset û bîrdoziya tirkan baş fêm kiriye û dizane stratejiya Tirkiyeyê çawa ye û her dem bi xwe re kuştin, tunekirin û dagirkeriyê tîne ji bo civakan. Armanca hikûmeta Sûriyeyê jî ew e ku nijadperestiya xwe biparêze ji bo wê di wê civîna çar alî de encam tam nehat girtin. Lê di mijara Kurdan û tunekirina wan de li hev kirine.”

‘Yek ji xalên li hevkirinan mijara çeteyan e’

Netewî Xemgîn bal kişand ser pêşveçûna hilbijartinên Tirkiyeyê her wiha lîstikên Erdogan ji bo qezenckirina dengan di hilbijartinan de eşkere kir û wiha pêde çû: “Dewleta tirk dixwest berî hilbijartinan êrîşeke mezin li herêmê bike da bikaribe dengeyên gel di hilbijartinan qezenc bike û temenê serokomariya xwe dirêj bike. Dewleta tirk heya niha di hundirê Tirkiyeyê de çeteyan xwedî dike. Di nîqaşa lihevkirinan de mijara çeteyan jî heye. Sûriye daxwaz kiriye Tirkiye çeteyan teslîmî Sûriyeyê bike û dewleta tirk niha ne amade ye dest ji çeteyan berde ji ber di pêvajoyeke çarenûsê de ye û bi alîkariya çeteyan xwe li ser piyan girtiye. Ji bo wê dê pêvajoya lihevkirinê derbasî piştî hilbijatinan bike. Di van hilbijartinan de siyaseta Erdogan baş zelal dibe, ruxmî hemû lîstokên Erdogan ku dengeyan di qonaxa yekemîn ya hilbijartinan de bi riya kirînê qezenc bike vala derket.”

‘Dê gel çarenûsê diyar bike’

Netewî Xemgîn wiha dawî li axaftina xwe anî: “Beriya hilbijartinan axaftina Erdogan her dem şer bû, ne distûrekî demokratîk bû. Niha di Tirkyeyê de jî pirsgirêkên aborî û siyasî li pêş in, Erdogan bi zimanê şer û êrîşkirina li derdorê xîtabê gel dikir û digot em ê hemû cihên ku lingên osmaniya lê ketiye bistînin. Tevî hemû hewldanan dengên Erdogan li gorî salên borî pir ketiye. Êdî civaka Tirkiyeyê bi xwe nema baweriyê dide Erdogan, ev yek di rewşa erdhejê de diyar bû ku xwedî li wê civakê derneket her wiha ferq û cudahî kir navbera netewên li wir dijîn. Ji bo di qonaxa duyemîn de ya hilbijartinan ku di 28 meha Gulanê de bê çêkirin pêwîst e gel helwesta xwe rast deyne. Helwesta gel di vê pêvajoyê de pir girîng e û dê pir çarenûsan bide guhertin. Em destekê didin nêrîn û helwesta gelê xwe û êrîşên li ser parçeyekî Kurdistanê li ser hemû Kurdistanê ne. Di heman demê de êrîş li ser Sûriye û herêmên me jî hene ji bo wê bila gel di helwesta xwe de bi israr bin. Em ê jî di domandina xeta têkoşînê de xwedî sekin bin.”