Berdevka HDP'ê Ebru Gunay: Sebra me nema

Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay li navenda giştî ya partiyê civîna çapemeniyê ya heftane lidar xist û rojevên girîng ên Tirkiyeyê nirxand.

Enqere - Ebrû Gunay bi bîr xist, di demekê de ku li Tirkiye û cîhanê bûyerên girîng diqewimin, partiya wan xwe ji bo Kongreya Mezin a Asayî ya 5'emîn amade dike û wiha got, "Karên me yên ji bo kongreyê bi coş û moraleke mezin dewam dikin. Em ê kongreya xwe bi gotina 'Çareserî em in, gotineke me heye" lidar bixin. Ev kongreya me hem ji bo me hem jî ji bo Tirkiyeyê dê bibe kongreyeke dîrokî. Em ê di kongreya xwe de bersiveke gelek baş bidin zîhniyeta ku dixwaze partiya me bigire.”

“Sebra me nema”

Berdevka HDP'ê diyar kir ku her kes zane, desthilatdarî îro serberjêr bûye û got, "Sebra gelên Tirkiyeyê êdî nema ye. Xizanên ku nikarin nan bibin mala xwe, karker û kedkarên ku ji daxwaza jiyaneke mirovane dikin êşkence li wan tê kirin, Kurdên ku ziman, çand û îradeya xwe tune tê hesibandin; Elewiyên ku ji ber baweriya xwe deq li mala wan tê xistin, jinên ku her roj tundiya dewletê û mêr lê tê kirin, êdî sebra kesî ji wan nemaye. Ciwanên ku bêpaşeroj hatin hiştin êdî sebra wan nemaye. Sebra gelan, kedkar û bindestan nemaye. Li hemberî vê sîstema zordar ku bêhnê li civakê diçikîne, êdî sebra me nemaye."

Ebrû Gunay ragihand ku ew bi vê biryardariyê têdikoşin û got, "Li ser rêya avakirina paşeroja demokratîk a gelên Tirkiyeyê em têkoşîna xwe bilind dikin. Li kolanan, kargehan, qadan, meclîsê, li zindanan û di bin zexta desthilatdariyê de em têkoşîna xwe dewam dikin. Di vê pêvajoya dîrokî de ku em dikevin sedsala 2'emîn a komarê, haya her kesî ji vê yekê heye. HDP hêza çareseriyê ya vê pêvajoya krîtîk e, hêza çareseriyê ya her kêliyê ye. Helwesta HDP'ê yekane rastî ye ku wê pêşketinên civakî û siyasî diyar bike."

Ji kongreyê re banga beşdarbûne

Di dewama daxuyaniyê de Ebrû Gunay got, "Ji bo Kongreya Mezin a Asayî ya 5'emîn ji Colemêrgê heta Edîrneyê, ji Agiriyê heta Îzmîrê, ji Stenbolê heta Amedê em ê li çar aliyan bi rê bikevin. Em ê pêl bi pêl bigihêjin Enqereyê û derbasî nava salona kongreyê bibin."

Ebrû Gunay ragihand ku ew ê kongreyê bi dirûşma "Çareserî em in, gotina me heye" pêk bînin û got, "Di 3'ê Tîrmehê de li kongreyê em ê hêviyê jinûve mezin bikin. Em dibêjin dem dema kombûna li kongreya me ya mezin e. Em bang li her kesên ku baweriya xwe bi meşa çareserî, têkoşîn û hêviyê ya HDP'ê anîne dikin, ku tevlî kongreyê bibin."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Kolan, ked, xweza, çand, reng, serketin, berxwedan azadî yên me ne; jiyan a me ye. HDP hêvî ye, desthilatdariya heyî jî li ber çûyînê ye."

Di dawiya daxuyaniyê de bang li gel hate kirin ku 3'ê Tîrmehê li Enqereyê tevlî kongreya wan bibe.