Aynûr Paşa: Ji ber pirsgirêkên mezin ên di Rojhilata Navîn de dewleta tirk tecrîdê giran dike

Hevseroka Meclisa Edaleta Civakî ya Herêma Cizîrê parêzer Aynûr Paşa der barê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û aliyên wê yên hiqûqî de nirxandin kir û wiha got: “Heya ji dewleta Tirk tê dixwaze birêz Ocalan ji hemû polîtîkayên ji derve diqewimin qut bike, di encamê de her carê daxwazên parêzeran û malbatê ya ji bo hevdîtinê red dike. Pirsgirêkên mezin di Rojhilata Navîn de hene û guhertinên siyasî û civakî yên li ser rûyê erdê çêdibin ji rewşa tecrîda girankirî ne cuda ne.”

ROJ HOZAN
Qamişlo-Bêguman polîtîkayên tecrîda girankirî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Îmraliyê berdewam dikin. Helbet ev tecrîd li ser geşedanên siyasî û civakî jî bandorê dike, hewldanên komplogeran li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di warê îdeolojîk de bi ser neketin û heya niha têkoşîneke mezin di hundirê zindana Îmraliyê de dide meşandin. Aliyên hiqûqî yên vê tecrîdê û hincetên ku pê tecrîdê giran dikin her wiha bêdengiya qada navneteyewî ji bo vê tecrîdê, ev hemû mijar Hevseroka Meclisa Edaleta Civakî ya Herêma Cizîrê Parêzer Aynûr Paşa ji me re nirxand. 
Aynûr Paşa aliyên hiqûqî yên Tecrîda girankirî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şîrove kir û wiha dest bi nirxandina xwe kir: ”Birêz Ocalan temsîla îradeya gelê aştîxwaz dike, ji bo wê tecrîdeke ewqas giran di zindana Îmraliyê de li ser wî heye ev ji derveyî hemû zagonên hiqûqî ye. Mafê hemû civakan heye xweseriya xwe bi dest bixin û aram bijîn lê di nêrîna dewletên serwer de ev îsyaneke li hemberî dewletê ye. Dîlgirtina birêz Ocalan ne girtineke qanûnî ye her wiha rê û rêbazên tecrîda niha li ser tê meşandin jî hemû zagonên navneteweyî derbas dike. Birêz Ocalan ne alîgirê şeran e û ji bo diyalog bi dewleta tirk re bê kirin her tim alîgirê aştiyê bû ji bo rawestandina vî şerê demdirêj. Ger em aliyê tecrîdê yê bingehîn binirxînin em ê bibînin ku armanc jê ew e îradeya Rêber Apo û di şexsê wî de dixwazin îradeya gelê Kurd tune bikin. Hêzên navdewletî jî alîgirên vê tecrîdê ne û bi hemû derfetên xwe rê didin ku dewleta tirk tecrîdê giran bike. Em dibînin di vê mijarê de hiqûqa navneteweyî jî di şexsê Rêber Apo de binpê dibe herî kêm dikarin pêwîstiyên esasî û mafê wî weke girtiyekî siyasî bidinê lê metirsiya wan ji vê yekê heye ji ber ku dizanin li gel Rêber Apo îdeolojiyek azad û neteweyk li pey wî heye. Ew naxwazin bi hemû awayan hevdîtin pê re bên çêkirin, ji ber ku her hevdîtinek di nêrîna wan de bandorê li ser berjewendiyên wan ên li Kurdistanê dike. Raya navneteweyî di dayîna mafên Rêber Apo de ne cidî ye û ev zêdetirî 20 sal in tiştek ji bo birêz Ocalan nehatiye kirin û dewletên navneteweyî xemsar in di vê mijarê de.” 
“Li Tirkiye hiqûq tenê li ser kaxizan dimîne”
Aynûr Paşa hincetên dewleta trik ên ku pê tecrîdê giran dikin wiha anî ziman: “Dewleta tirk heya jê tê dixwaze birêz Ocalan ji hemû polîtîkayên ku li derve diqewimin qut bike, di encamê de her carê daxwazên parêzeran û malbatê bi çêkirina hevdîtinê red dike. Helbet her carê bi hinceteke cuda tecrîdê giran dike, her tim îdia dike ku pirsgirêka keştiyê heye û pêlên behrê zêde radibin ji bo wê serdana Îmraliyê qedexe ye. Niha nayê zanîn rewşa Rêber Apo çawa ye, ev yek sûcekî mirovî ye û dewleta tirk berpirsyariya wê radike. Di encama polîtîkayên qirêj ên siyasî de mirovekî ji jiyanê qut dikin, ev ne tu hiqûq e. Ger îro Rêber Apo ji civakê qut kiribin jî fikrên wî zindî ne û pergala Neteweya Demokratîk bi saya felsefeya wî hemû gelan digihîjîne hev. Pêwîst e di vê mijarê de em her rastiya hêzên komploger bînin ziman û bibêjin di Tirkiyeyê de hiqûq tenê li ser kaxizan dimîne. Pêwîst e hemû xebatên me weke parêzer li ser esasê azadiye Rêber Apo bin da em zextek li aliyên pêwendîdar bikin ev tecrîd bi dawî bibe.”
“Qirkirinên çandî, aborî û polîtîkayên li dijî vîna gelê Kurd bi tecrîda heyî ve girêdayî ne”
Aynûr Paşa bandora tecrîda girankirî li ser geşedanên siyasî û civakî nirxand û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Pirsgirêkên mezin di Rojhilata Navîn de hene û guhertinên siyasî û civakî yên li ser rûyê erdê çêdibin ji rewşa tecrîda girankirî ne cuda ye. Gelê kurd bi salan e di qada siyaset û civakê de bê maf maye û her daxwaz heye xwedî çarenûseke diyar be. Pir mijar hene weke neheqî li dijî Kurdan dihatin bikaranîn ji bo wê gelê Kurd her di nav têkoşîna bi destxistina mafên xwe de ye. Qirkirinên çandî, aborî û polîtîkayên ku li dijî vîna gelê Kurd bi pêş ketine ev hemû girêdana xwe bi tecrîdê re hene. Ger îro di nav ewqas tevlşheviya di Rojhilata Navîn de gelê Kurd ji bo doza xwe bi paradîgmaya Rêber Apo ya ji bo jiyana azad têdikoşe, ev bi serê xwe sedemek bingehîn e ku tecrîd giran bibe. Nimûne pir in mînak bi destkeftiyên gelê Kurd ên di Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dixwazin tecrîdê giran bikin ji ber heya  niha ev hemû destkeftî bi saya perspektîfên Rêber Apo hatine mayindekirin. Ger di welatekî de bi felsefeyek azad hemû mirov wekhev bijîn ev metirsiye li ser berjewendiyên hêzên serwer e, ji bo wê em dibêjin her civak dikare bi projeya Neteweya Demokratîk çarenûsa xwe diyar bike û têbikoşe.”
“Di şexsê Rêber Apo de şerekî taybet li ser derûniya civaka me didin meşandin”
Aynûr armanca polîtîkayên ku li dijî gelê Kurd tên meşandin eşkere kir û wiha bi dawî kir: “Polîtîkayên çewt her dem li ser civaka me tên meşandin û planeke demdirêj li ser îradeya me heye. Armanc bi polîtîkayên qirêj ew e ku em ji doza xwe vegerin, xeyalên xwe ji bîr bikin û mecbûrî serweriya wan bibin, ji bo wê her dem di şexsê Rêber Apo de şerekî taybet li ser derûniya civaka me didin meşandin.  Dewletên Ewropî qet niyeta wan nîn e bandorê li Erdogan bikin û tecrîdê bi dawî bikin ji ber ku ew di wê ferqê de ne wê rastî teqînek civakî bên û desthilatdariya wan bikeve xeterê. Hê jî pêwîstiya civaka navneteweyî bi serweriya dewleta tirk heye êdî Tirkiye di qada Ewropayê de weke mertal e û pê hemû berjewendiyên xwe di Rojhilata Navîn de pêk tînin. Wekî din ji derveyî berxwedaniyê li hemberî van hemû qirkirinan riyeke din tune ye. Em dikarin bi hêza gelê xwe rêberê xwe azad bikin lê pêwîst e di destpêkê de em di watedariya wê azadiyê de bin wê demê em dikarin Rêber Apo di nav xwe de azad bibînin.”