“Avakirina Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bersiveke ji êrîşên li ser pergala jinan re"

Endama Koordînasyona Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Jiyan Hisên têkildarî xebat, rêxistin û aramanca avakirina Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxandin kir û got: “Kombûna jinan li derdora fikrên demokratîk serkeftinên mayinde bi xwe re tîne. Armanca me ne tenê ew e ku em kombûna jinan di Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de çêbikin, em hewl didin di asta cîhanî de jinan birêxistin bikin û divê rola me di nivîsandina destûra Sûriyeya pêşerojê de hebe.”

ROJ HOZAN
Qamişlo- Ji bo welatekî azad ku tê de jin xwedî maf û hebûn bin her tevgerek xurt a jinan heye. Jinan pir bedêlên giranbuha dan heya gihîştin vê asta serkeftinê. Em hemû dizanin di Sûriyeyê de jin ji nivîsandina destûran dûr in û rola wan di nav qada siyasetê de tune ye, bi vê armancê jinan di Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de mecliseke xwe ava kirin û dîsa mîrasê têkoşîna bi salan bi dest xistin. Niha di Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de jin bi hemû hêza xwe ya siyasî ji bo nivîsandina destûreke demokratîk amade ne. Têkildarî xebat, rêxistin û aramanca avakirina Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di 14’ê Hezîrana 2019’an hat damezrandin, Endama Koordînasyona Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Jiyan Hisên nirxandinên girîng kir.
Aramanca avakirina Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
Jiyan aramanca avakirina Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê anî ziman û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Di sala 2019’an de gelek rêxistinên jinan hatin avakirin, her rêxistineke rêziknameya wê hebû û li ser esasê wê xebata xwe dida meşandin. Wê demê Rêxistina Kongreya Star biryar da ku kombûnek ji van rêxistinan re bê çêkirin da ku xebat hevbeş bên kirin û xwedî girîngî be. Destpêkê serdana Rêxistinên Siyasî û Saziyên Civaka Sivîl ên hemû pêkhateyan hat kirin û projeyeke wiha hat pêşkêşkirin. Ev proje jî rastî qebûlkirineke pir mezin ji aliyê jinan ve hat pêşwazîkirin. Di 14’ê Hezîrana 2019’an de kongreya damezrîner a Meclisa Jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat lidarxistin, hin vexwendin ji derve re jî hatin şandin û bi hejmar gihîşt 110 jinan, tevli kongrayê bûn. Meclisê rêziknameya xwe êrê kir û koordînasyonek li ser asta Bakur û Rojhatê Sûriyeyê ji 17 kesan ji hemû partî, rêxistinên jinan û kesayetên serbixwe hat hilbijartin. Avakirina meclisek wiha bersivek bû ji êrîşên li ser pergala jinan re. Hêzên serwer destkeftiyên jinan hedef digirtin, ji ber ku em hemû dizanin kombûna jinan li derdora fikrên demokratîk serkeftinên mayinde bi xwe re tînin. Armancên me di destpêkê de diyar bûn ku ne tenê em kombûna jinan di Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de çêbikin lê belê li ser asta derve jî têkiliyên jinan bi hev re xurt bibin. Ya din jî em jinan di aliyê siyasî û hiqûqî de xurtir bikin. Ji sala 2019’an heya roja me ya îro jinan bi yek helwestê kar û xebatên xwe dan meşandin, ev jî xurtbûnek dide rola jinan di Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de.” 
Di Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de Komîteya Destûrî
Jiyan bal kişand ser kar û xebatên Komîteya Destûrî di Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de û wiha pêde çû: “Di Meclisê de Komîteyên siyasî, civakî, çandî ji destpêkê de hebûn, piştî kongreyê me pêwîstî dît em du komîteyên din lê zêde bikin. Yek jê komîteya Destûrî bû, ji ber em hemû dibînin Sûriye ber bi destûreke nû ve diçe me xwest weke jin rola me di nivîsandina destûra Sûriyeya pêşerojê de hebe. Di Komîteya Destûrî de jin ji hemû pêkhateyên Bakur û Rohilatê Sûriyeyê beşdar bûn, her meh ev komîte li hev kom dibûn û destûrên cîhanî dixwendin. Me dixwest em destûrek binivîsin hem rola jinan tê de li pêş be û hem Sûriyeya demokratîk di nava xwe de bihewîne. Ji ber ku heya roja îro jin ji nivîsandina destûran dûr in û rola wan di nav qada siyasetê de tune ye. Jinan bi rihekî dilxwaz xwestin beşdarî danûstandinên pêşerojê bibin û haziriyên demdirêj dan pêşiya xwe. Her wiha belge hat amadekirin tê de jinan nêrînên xwe yên ji bo destûra pêşerojê pêşkêş kirin. Destpêkê weke biryarên giştî rêz kirin û nav de jî xweserbûn û taybetmendiyên têkildarî jinan tê de pêşkêş kirin. Niha em bi hemû hêza xwe ya fikrî ji bo nivîsandina destûreke demokratîk amade ne. Dîsa ji bo çareserkirina aloziya li Sûriyeyê, pêwîst e gelê Sûriyeyê bi xwe biryara wê bigre û di asta Sûriyeya giştî de xwedî misyon bin.”
Avakirina Komîteya Qanûnî di Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de 
Jiyan bal kişand ser xebatên Komîteya Qanûnî di Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de û wiha domand: “Di sala 2014’an de Mala Jin û Meclisa Edaleta Jin qanûnên jin dan nivîsandin û xistin meriyetê.  Li gorî demê guhertin têne çêkirin, hin ji van zagonan hatin qebûlkirin û li hin cihan jî hatin redkirin ev yek jî li ser hişmendiya civakê dimîne û têkoşînek jê re pêwîst e heya ku were guhertin. Bi taybetî em bêjin li hin deverên herêmê hişmendiyeke teng heye û her jin bê rol dimînin. Kevneşopiya pirzewacî û zewaca di temenê biçûk de di civakê de pir li pêş bûn. Bi taybetî bi aloziya li Sûriyeyê re ev yek derket pêş, ji ber di rewşa şeran de her jin dibin qurbanî. Zagonên têkildarî jinan ên me anîn ziman di asta herêma Cizîrê de ketin meriyetê, ji ber ku bi taybetî civaka Ereb ev zagon qebûl nedikirin. Me xwest em rê li ber van bûyeran bigrin û van zagonan di asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bikin pratîkê. Li ser vî esasî di kongreya me ya yekemîn de me biryara wê girt. Der barê Mala Jin, Meclisa Edaleta Jin û Komîteya Hiqûqî di Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de biryarên xwe kirin yek û li ser esasê wê parastina mafên hemû jinan tê kirin.”
Xebatên giştî yên du salan di Meclisa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de 
Jiyan xebatên giştî yên du salan di Meclisa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de wiha nirxand: “Ji bo pêşxistina jinan di qada siyasî de me gelek semîner li dar xistin mijarên wê jî ji hev cuda bûn. Destpêkê mijara jin û welatparêzî yanî jin çawa li welat û welatparêziyê mêze dike û dikare jê re bibe xwedî mêzandina  pêşerojê hat nirxandin. Mijara din jî jin û siyaset bû jin çiqas ew zanebûn û zanista wê heye ku dikare di guftûgofên siyasî de cih bigre. Li kêleka wê jî me xebatên der barê rewşa jinên koçber de li kampên weke Waşûkanî, Serêkaniyê, Newroz, kampa Erîşa û yên şehbayê jî dan meşandin û gelek semîner ji wan re hatin dayin. Her wiha rêziknameya meclisê bi rengê civînan li hemû bajar û bajarokên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji tevahî jinan re hat xwendin û danasîn jê re hat çêkirin. Êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser herêmê bandorek li xebatên meclise kir, ji ber ku tenê navenda me ya sereke li bajarê Qamişlo bû bi vê rewşê re qutbûnek di navbera me û herêmên rizgarkirî yên Ereban de hat çêkirin. Heya sê mehan jî xebatên me li wan herêman hatin sekinandin, ji ber rewşa ewlehiyê li wan herêman ne aram bû. Me navendeke meclisê li bajarê Reqayê li ser daxwaza jinên herêmê vekir û niha 3 jin weke nûnerên me li herêmên rizgarkirî hatine erkdarkirin û xebatên xwe bi rêkûpêk didin meşandin. Her wiha ji ber rewşa derketina vîrusa koronayê niha bi riya onlayn em têkiliyên xwe bi jinên derve re xurt dikin. Her wiha bi Komeleya Jinên Sûriyeyê re jî pêwendiyên me hene û di asta Sûriyeyê de me 3 komxebat bi navê Bandora Aloziya Sûriyeyê li ser Rewşa Jinan li dar xist. Ev komxebat jî armanc ew e ku em bizanin bê çiqasî şer bandorê li fikir û derûniya jinan kiriye. Her wiha bandora şer li ser jinan di aliyê siyasî û hiqûqî de. Bi giştî xebatekî têr û tijî di nav du salan de wiha hat meşandin.”
Têkiliyên bi rêxistinên jinan ên derve re
Jiyan da zanîn ku jinên ji welatên derve pir daxwazên wan hebûn ku tecrubeyên jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nas bikin û ji wan sûd bigrin û wiha got: “Jinên welatên derve daxwazên wan pir hebûn me nas bikin, ji ber em xwedî mîrasekî binghîn in di aliyê têkoşîn û rêxistinê de. Li ser vî esasî me komxebatek bi riya onlayn der barê jin û karên siyasî de di asta Rojhilata Navîn de li dar xist. Her wiha me komxebateke din bi navê Jin Çêkera Aştiyê ye bê jin çawa nêzî aştiyê dibe û bi kîjan nêrînê dixwaze aştiyê bi xwe re ava bike di asta Rojhilata Navîn de li dar xist. Her wiha civînên me yên li ser rêxistina jinan, hiqûq û civakê jî bi wan re çêdibûn. Li ser vî esasî girêdan û hevpariyeke me ya xurt bi gelek rêxistinên jinan ên derve re hatine çêkirin.” 
Planên siberojê yên Meclisa Bakur û Rjhilatê Sûriyeyê 
Jiyan Planên siberojê yên Meclisa Bakur û Rjhilatê Sûriyeyê eşkere kir û wiha bi dawî kir: “Haziriyên me yên lidarxistina konferansek li ser rewşa jinan di herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê di asta Rojhilata Navîn û cîhanî de tên kirin. Ya din jî ji bo xurtkirina jinan di asta siyasî de em dixwazin akademiyeke siyasî vekin niha nîqaşên wê tên kirin. Bi giştî em dixwazin jin bigihîjin asta xwe têrkirina fikrî, zanistî û rêxistinî, li ser esasê wê em jî xebatên xwe bêtir xurt bikin.”