Arbîa Abbas: Divê jinên Tûnisî mafê xwe yê dengdan û hilbijartinê bikar bînin
Parêzera Tûnisî Arbîa Abbas, diyar kir ku ji sala 2011’an û vir ve rêjeya tevlîbûna jinan a hilbijartinê kêm bûye û bang li jinan kir ku mafê xwe yê destûrî yê dengdan û hilbijartinê bi kar bînin.
ZOUHOUR MECHERGUI
Tûnis - Hilbijartinên Serokkomariyê li Tûnisê her 5 salan carekê têne kirin. Di hilbijartinên dawî yên Serokkomariyê yên ku di Cotmeha 2019’an da hat kirin ku derbasî tûra duyemîn bû, Kays Saîd ji sedî 70 yê dengan wek Serokkomar hat hilbijartin. Biryarname bi îmzeya Serokkomar Kays Saîd hat weşandin ku hilbijartinên Serokkomariyê di 6’ê Cotmehê roja Yekşemê de bên kirin.
Komeleyên Jinan, bi bîr xistin ku beşdariya jinan di hilbijartinên Serokkomariyê yên berê de kêm bû û diyar kirin ku tenê Serokê Partiya Destûra Bingehîn a Azad Abeer Moussa û Aborînas Laila Hammami niyeta xwe ya ji bo hilbijartinên îsal diyar kirine. Komeleyên jinan, diyar kirin ku tevlîbûna hilbijartinê mafekî destûrî ye û bang li jinan kirin ku bê tirs bibin namzet.
‘Ji sala 2011’an û vir ve rêjeya tevlîbûna jinan a di nava siyasetê de kêm bûye’
Têkildarî hilbijartinên pêşwext, Parêzer û Seroka Çavdêriya Şahîd Arbîa Abbas, ji ajansa me nirxandin kir û destnîşan kir ku ji bo zêdekirina tevlîbûna jinan pêwîste guhertin di Qanûna Hilbijartinê de bê kirin. Arbîa Abbas da zanîn ku Qanûna Hilbijartinê ya di meriyetê de ji sala 2011’an û vir ve di kêmbûna rêjeya tevlîbûna jinan a di nava siyasetê de bi bandor e û li ser sedemeke din jî ev tişt anî ziman:
“Sedemek din jî rastiya civaka baviksalarî ye ku bi pêwîstiya temsîliyeta jinan di hilbijartinan de bawer nake. Rêjeya beşdarbûna jinan a di hilbijartinên meclîsê ya sala 2019’an de ji sedî 36 bû. Ango 79 jin ketin meclîsê. Lê di sala 2023’an de ev rêje li meclîsê tenê ji sedî 16 bû. Ev rewş bi ‘netêrkeriya’ jinan ve hat girêdan.”
‘Pêwîstî bi zêdetir xebatê heye’
Arbîa Abbas anî ziman ku kêmbûna tevlîbûna jinan a di nava siyasetê de bandoreke neyînî li têkoşîna jinan dike û got ku ji bo pêkanîna Qanûna Hilbijartinê û ji nû ve sererastkirina hin xalên qanûnê li gorî şert û mercên îro pêwîstî bi xebateke zêde heye. Arbîa Abbas got: “Rewşa jinan tenê ji aliyê jinan ve tê famkirin. Ji bo vê yekê divê jin bi awayekî bi bandor beşdarî xebatên hilbijartinê bibin û bibin namzet. Ji bo piştgirîkirina hebûna jinan li navendên hilbijartinê yên li Tûnisê divê xebat bên kirin.”
Arbîa Abbas, diyar kir ku di pêvajoya hilbijartinê de guhertinên muhtemel ên Qanûna Hilbijartinê qedexe ne û got: “Ji bo hilbijartinên piştî Serokkomariyê em pêşnûmeya qanûna hilbijartinê amede dikin. Ji bo derbaskirin û sererastkirina hin xisûsan kêmasî hene. Ez bawer dikim ku guhertinên dawî yên di qanûna hilbijartinê de dê ji bo jinan bi sûd be.”