Amel Grami: Divê jin ji bo bidestxistina mafê xwe têkoşînê mezin bikin

Siyasetmendara Tunisê Amel Grami di derbarê xebatên jinan ên Tunisê de nirxandinên giring kir û da zanîn ku jinên Tunisî di nava civakê de ji gelek mafên xwe bê par diminin û divê jin li beramberî vê bê mafiyê têkoşinek mezin bike, heta ku bikare li mafê xwe xwedî derbikevin.

ZUHÛR EL-MEŞRIQÎ
Tûnis - Divê were zanîn ku tenê zagon nikarin di nava cıvaka bavıksalari de ne mafên jinan û ne jî azadiya ku tê xwestin garantî bikin. Nerîna kêm a ji jinê re tiştek e ku ji dema civakbûyînê ve hatiye bidestxistin û divê bi perwerdeyek pêşverû û azadîxwaz têkoşîn li dijî vê were kirin ku jin bikarin bibin xwedî deng. Femînîst û aktîvîsta mafên mirovan û mamosteya lêkolînên zayendî Amel Grami di hevpeyvînek taybet de bersîva pirsên Ajansa me da û diyar kir ku biryara tayînkirina jinekê ji bo serokatiya hikûmetê bi xebatên komeleyên jinan ve girêdayî ye. Amel Grami bal kişand ser xebatên jinan ên di asta şoreşê de û bilêv kirk u piştî jinan deng veda êdî paşvekişîn ne pêkane, bi taybetî nifşên nû bi biryar in ku rêya şoreşgerî ya di warê maf û azadiya jinê de temam bikin.
Dê cara yekem hilbijartina jinê ji bo rêvebirina hikûmetê encamek çawan bi xwe re bîne? Ma ev nayê wê wateyê ku rêyên nû yên ku giraniya civaka baviksalarî bişkînin, danîne?
Xwendina tayînkirina Najla Boden pir alî ye, di nav de xebata komeleyên jinan eleqederî heye ku hewil dane jinan bixin cihên biryardanê, çi di asta beşdarbûna partiyan de be, çi di asta desteserkirina planan ya wezaretê be an jî ji bo serokkomariyê. Hin ji wan dikeve çarçoveya rêya têkoşîna jinê jî, weke ku jin ji bo komkirina destkeftiyan fedakarî kirine û ji bo derxistina mafên nû û bilindkirina hişmendiyê xebat kirin, ji wan jî gihîştine peymanên navneteweyî.  Dibe ku biryara 13/25 ya Neteweyên Yekbûyî ku hêza siyasî ya jinan û beşdarbûna wan di biryargirtin, karûbarên giştî û biryarên girêdayî şer û aştiyê de dide, yek ji amûrên herî girîng e ku jinan ji bo daxwazkirina wan ya di nava proseya siyasî de bin û ne li derve yan jî li aliyekî bin. Helbet em nikarin rola civaka sivîl û piştgiriya rêxistinên mafên mirovan ji jinan re ji bîr bikin. Li ser vê bingehê, em dikarin tayînkirina serokwezîriyê weke lûtkeya vê têkoşîna femînîstî û pêkanîna daxwaza hejmarek jinên Tûnisî ku her carê serokwezîrek tayîn dikirin ev daxwaz bilind kirin, bihesibînin. Di şert û mercên heyî de divê em dîrok, tecrubeyên siyasî yên berê û pêvajoyên leşkerkirina jinê yên siyasî û îdeolojîk paşguh nekin û ne li ser bingehê hemwelatîbûna tam, li ser bingehê ku ew tenê bêne kontrol kirin an jî wek xemillandî tên nîşandan bı wan re mijûl bibin. Di encam de ew ne serbixwe ne, nikarin îradeya xwe ferz bikin. Ev berdewamiya têkiliyên desthilatdariyê û bi bandorbûna pêkhateyên hegemonîk îspat dike. Ji vî alî ve, jinên Tûnisî hişyar xuya dikin, ku performansa serokwezîr dişopînin, li benda nîşananin ku piştrast dikin ew bi rastî serbixwe ye û dikare vîzyona xwe ya birêvebirina karûbarên giştî bicîh bîne.
We berê jî gotibû ku Najla Boden qebûl kir ku li ser vê rêya neasayî ya ku nayê qebûlkirin bimîne… Gelo ev tê wateya ji xwebawerî û jêhatîbûna bi vê rêyê re, an wê qebûl kir ku bikeve nav macerayeke bêhesab?
Ji aliyê serokwezîr ve wêrekiyeke eşkere heye, ji ber ku ne hêsan e ku siyasetmedarek ceribandinek xeternak qebûl bike û bikeve serpêhatiyek ku encamên wê ne garantî ne. zêdebarî rewşa aloz û kirêtîk ya aborî, siyasî û civakî ku daxwaza çareseriyên lezgîn dike, ji ber vê yekê hin kesayetên mêr ji ber qebûlkirina vê helwestê lêborîn xwestin, Nejla Boden jî ezmûn girt û ev jî mijareke nirxandinê ye. Lê belê ji aliyê hiqûqî ve em meraq dikin ku çawa dikare rêzê li hiqûqê bigire û çanda berpirsyarî û bêcezakirinê ava bike. Ji ber ku ev rewş nîşan dide ku serokê dewletê çarçoveya destûrî derbas kiriye û êdî rêbaza xebatê nema bal dide li ser sazî û çarçoveyên ku garantiya çavdêriyê pêşkêş dikin.
Di çarçoveya rewşa aloz ya niha de bijardeyên li pêşiya serokwezîra nû û ekîba wê çi ne?
 Di vê rewşa aloz de pêşbînîkirina îmkanên berdest zehmete, lê ger her karmend/wezîrek bikaribe îradeya siyasî ferz bike, hin reforman pêk bîne, baweriya welatiyan bi dewlet û hikûmetê vegerîne û erka xwe bi cih bîne, wê erênî be. Ji ber ku rêyên reformê dê zelal bibin û gelê Tûnis  dê hêdî hêdî karibin astengan derbas bikin. Ji bo derketina ji rewşa kirîzê hêvî girînge.
Hûn rewşa jinan ji dema şoreşê heta niha çawa dişopînin?
Paşvekişandina ji mafên jinan û destkeftiyên wan nayê nîqaşkirin, em vê yekê li gelek welatên cîhanê dibînin, lewra ev xapandina wan kesan e ku dihesibînin ku rêya bidestxistina mafan sabit bûye û ya ku bûye dê bidome. Ji ber vê yekê jî jin neçarin bênavber têbikoşin. Ji ber civakên baviksalarî saxlem û avakirî ne, her carê rê û rêbazên cuda yên berxwedanê îcad dikin û dibin xwedî tifaq. Mînak li Meksîkayê mela û siyasetmedar bi karsaz û medyakar re hevalbendî kirin da ku mafên jinan bisînor bikin û bi vî rengî hevgirtina mêran pêk bînin û destkeftiyan têk bibin. Li gorî van rastiyan divê jinên Tûnisî geşedan, axaftin, reftar û pêkanînan bi baldarî bişopînin û li ber xwe bidin. Her tim qedera jinan eve, mîna ku cihê rehetiya şervanekî û aramiyê tune be.
Tûnisê qanûnek ku wekheviya tam di navbera zayendan de di mîrasê de garantî dike dernexist, ma natirse ku ev piroje li ser refikan bimîne?
Divê em bipejirînin ku femînîst dizanîn ku ev mijar dê têkoşînek bi demê re dirêj bibe ye û ji hêla nifşên li pey hev ve tê meşandin hewce dike. Lê ya girîng ewe vekirina deriyê nîqaşên civakî ye, yên ku difikirin ku di metnên ji mecbûrî hatine zanîn û sazkirî de îctîhad tune ye. Ji bo ku dev ji rola xwe bernedin vê argumana xwe bi kar tînin ji bo dernekevin holê, lê dîsa jî jin ketin qada şer a tefsîr û fiqihê û ne cesareta wan ya ji bo pirsên ku nehatine nîqaşkirin û îradeya wan a ji nû ve xwendinê li gorî cudahiyan dît.. Ya girîng, li gorî min, giştîkirina hewcedariyê ye. Xelkê gund piştî ku li ser mijara wekheviyê û her wiha alîkariya malê û komên din hatin qedexekirin, nîqaşên pêşkêşkirî fêm kirin û nêrîna xwe di vê mijarê de diyar kirin. Ev yek îspat dike ku daxwaza wekheviya mîrasê bi şert û mercên aborî û êşên jinan ên ji bo jiyanê ve girêdayî ye û ne daxwazeke elewîtî û lukseke rewşenbîrî ye. Di warê zanîna olî, siyasî, civakî û rewşenbîrî de meseleyeke çarenûsî, ceribandina edaleta civakî û têkbirina pêkhateyên hegemonyayê ye.
Ligel hebûna qanûnek ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê, rêjeya wê ya tirsnak zêde bû, çima vê çarçoveya qanûnî nekariye vê diyardeyê bisekinîne?
Diyardeya tundûtûjiyê sedemên xwe yên curbecur hene, hin ji wan bi mezinbûna civakî ya li malê, li saziyên perwerde û hîndekariyê, cihên îbadetê, qadên werzîşê û yên din ve girêdayî ne, hin ji wan jî bi qeyrana mêraniyê ve girêdayî ne. Hin jî girêdayî medyayê û bernameyên ku tên weşandin ku şîdetê asayî dikin, hin ji wan têkildarî bêcezakirinê jî,  ev mijar tevliheve û îspat dike ku civaka kirîzê li kelûpelekê digere û jin û keçan wek xeleka herî qels dibîne. Ji ber vê yekê dema ku zîhniyet bi kêmbûna jinê bawer bike, fanatîzma zayendî pêk bîne, zayendperestiyê pîroz bike, wekhevî, azadî, rêzgirtin û rûmetê red bike, qanûn nayê sepandin.
Çawa dikare qanûn ji cûreyên cudakariya li dijî jinan were paqijkirin û li gorî prensîba wekheviya zayendî ya tevahî were adaptekirin?
Ji bo paqijkirina zagonan ji cureyên cudakariya li ser jinan û li gorî prensîba wekheviya zayendî ya tam, komîte divê xwe bidin ser vê projeya reformê ku divê tu metnekê ji holê ranebe. Ji bo ku em ji nakokiya di navbera çend madeyên destûrê de dûr nekevin û hemahengiya navxweyî ya sîstema yasayî ji holê rakin, pêdaçûneke bingehîne. Dibe ku ez zêde nekim dema ku ez dibînim ku etîka femînîst berpirsiyariya guherandina zagonên cihêkariyê di serî de berpirsiyariya jinan dike.
Her çend Qanûna Rewşa Kesane di dema weşana xwe de ji bo jinan destkeftiyek be jî, gelo kovar li gorî rastiya jinên îro li Tûnisê pêdivî bi revîzyonên radîkal heye?
Ez wisa difikirim ku her xebatek dema ku pêwîst be di bin çavan û sererastkirinê de ye. Em dizanin ev kovar bi salan jinên Tûnisî hembêz dike, lê îro êdî hewcedariyên jinan û nifşên nû pêk nayîne.  Ji ber vê yekê divê pisporên jin di warê hiqûqê de û di warên curbecur de pirojeya reformê pêşkêş bikin û ji qonaxa eşkerekirina kêmasiyan derbasî pêşniyara guhertinan bibin û ji bo pêşvebirina kovarê zextê bikin. Em hemû pê şanazin ku rê dide me em ji çend mafan sûd werbigirin, belkî ya herî girîng ewe ku mafê hevberdanê  garantî bike.
Rêya têkoşînê dirêje, şoreşa mafên mirovan a li dijî zîhniyeta mêr bûye daxwazeke femînîst, wê ew şoreş çawa pêk were?
Şoreş piştî ku jin deng veda dest pê kir, lewma êdî nayê paşvegerandin. Ev nifşên nû bi biryarin ku rêya xwe bidomînin û her roj bi dîlanê, bi îfadekirina hêrsê, bi beden û amûrên ragihandinê yên nûjen re riyên nû yên berxwedanê di afirînin. Ew dikare vîzyona xwe ya guhertina civakî ya tê xwestin ferz bike û xwedî şiyana têkoşîn û berxwedanê ye. Her wiha em di asta zanînê de diyar dikin ku axaftinên li ser ol êdî ne yekdestdariya mêrane. Jinan metnên ji malbatên ortodoksiya olî û baviksalarî azad kirine û ew berhemên xwendinên cihêrengin ku nêrîna wan ya li ser Xwedê, jiyan û gerdûnê nîşan dide.
Di dawiyê de, gelo mirov dikare xwe bispêre hêzên gel ên ku piştgirî didin qanûnên pêşverû, li dijî zîhniyeta baviksalarî şer dikin û bi dadmendiya zayendî bawer dikin?
Divê mufredat û bernameyên perwerdeyê bên guhertin û çarçoveya perwerdeyê bê sererastkirin. Em  nobedarên Patrîkxaneyê li hemû cihan de dibînin ku derbasî bernameyên perwerdeyî, çandî û afirîner dibin û ji pozîsyona xwe ya otorîter bi hişê nifşên nû dilîzin û li gorî serpêhatî, bîrdozî û baweriyên wan hişmendiya nifşên nû çêdikin û rê nadin kesên ku qebûl dikin îfade bikin. Ji ber vê yekê divê piştpêrastkirin li ser  aktorên civakî yên ku karibin diyalogê, îqnakirinê, guhertinên di civakê de çêbikin ku qadên ramanên cuda vekin û berpirsiyariya dîrokî hilgirin.