Alioui Yato: Divê partiyên siyasî prensîba hevsengiyê pêk bînin

Seroka komeleya Keleya Teyr a Jin û Zarokan Alioui Yato da zanîn ku ji bo di qada siyasetê de temsîliyeta jinan bê zêdekirin divê partiyên siyasî prensîba hevsengiyê di parçeyên xwe yên navxweyî de bi cih bînin û got: "Êdî dem hat ku feraseta berjewendiyê ji bijarteyên hilbijartinan were avêtin.”

HENAN HARIT
Mexrib- Tevî hebûna jinan di qada siyasî ya Mexribê de, bi taybetî bi hilbijartina dawiyê ya di makezagona 2011’an de hatibû pêşdîtin û hêmana wekheviyê hatibû şênberkirin, li gorî aktorên ku di dezgehên hilbijartî de bi zêdekirina hebûna jinan re eleqedar in mijarên siyasî, ji ber serweriya feraseta mêr hê lawaz e. 
Komela ‘Keleya Teyr’ a Jin û Zarokan, yek ji komeleyên Mexribê ye ku li ser pirsgirêkên jin û zarokan radiweste û li ser mijara temsîliyeta jinan a di siyasetê de dixebite. Seroka Komeleya Keleya Teyr a Jin û Zarokan Alioui Yatou destnîşan kir ku divê jin bi dengê xwe yan jî weke namzed beşdarî hilbijartinan bibin û wiha got: “Ji bo ku temsîliyeta jinan di siyasetê de zêde bibe divê bi dengê xwe yan jî wekî namzed beşdarî hilbijartinan bibin.” 
Keleya Teyr bi armanca zêdekirina beşdarbûna jinan a qada siyasî dixebite 
Alioui Yatou li ser armancên Keleya Teyr a ji bo zêdekirina beşdarbûna jinan a f qada siyasî de dixebite wiha got: “Ne maqûl e ku jinên Mexribê hilbijartinan boykot bikin an jî xwe ji qada siyasî vekişînin. Bi taybetî jî piştî hemû destkeftiyên girîng ên ku Mexribê di warên cuda de bi dest xistiye û bi destxistina hemû mafên ku di destûrê de hatine diyarkirin. Keleya Teyr a Jin û Zarokan a bi armanca xurtkirina kapasîteyên jinan û pêşxistina beşdariya siyasî di birêvebirina kar û baran de dixebite, bi hevkariya Wezareta Karên Hundir bi riya Fona Piştevaniya Nûnertiya Jinan li ser destpêkirina projeya Keleya Teyr dixebite.”
Alioui Yatou der barê komên ku di projeyê de tên hedefgirtin de jî wiha got: "Proje ji bo hemû jinan tê meşandin û nêzî 100 jin dê ji perwerde û rênîşandanê sûd bigrin. Dê rê, mekanîzma û amûrên çalakiyên siyasî yên herêmî bên pêşkêşkirin her wiha em ê di asta komên karker ên Sxirat Temara de jî serî li aktorên ku bi karûbarên herêmî re eleqedar in bidin."
Li ser çawaniya pêkanîna projeyê Alioui Yato wiha axivî: "Dê danişînên perwerdeyê yên li ser rêvebirinê di birêvebirina karûbarên xwecihî de bên organîzekirin ku tê de dê çend mijar di qanûnên rêxistinî yên civakên herêmî û bernameya xebatê de werin destnîşankirin. Demokrasiya hevpar, teknîkên muzakereyê, mekanîzmayên şêwrê, dîjîtalkirin û bikaranîna teknolojiya nûjen ji bo pêwendiyê. Ev proje armanca xwe xurtkirina tevlibûna jinan di jiyana siyasî ya herêmî de, xurtkirina şiyanên hilbijartinên herêmî û bilindkirina pêşengiya jinan di birêvebirina karûbarên herêmî de û bilindkirina nûnertiya wan di nava saziyên biryardayînê ye.”
Astengî hene loma jin nikarin di qada siyasî de cih bigrin
Der barê beşdarbûna jiyana siyasî ya jinên Mexrîbê de Alioui Yato wiha axivî: “Jinên Mexribê di nav jinên Ereb ên yekem de ne ku derbasî qada siyasî bûne lê dema ku em li rastiya îroyîn dinêrin, em dibînin ku hin kes bi hewceyî qada siyasî ne û wateya hin têgehên siyasî nizanin. Mirov nikare pêşketinên ku jinên Mexrîbê di qada siyasî de bi dest xistine pirguh bike. Di encama guhertinên ku ji bo berjewendiyên jinan di zagona hilbijartinê de hatiye pêkanîn, astengî hene ku jin nikaribin di qada siyasî de cih bigrin." 
Alioui Yato di berdewamiya axaftina xwe de ev yek diyar kir: "Zagonên ku ji nava makezagona 2011'an derketine, têra xwe hene ku jin di qada siyasî ya baviksalariyê de cih bigrin. Li hemberî jinan, em hê jî di nav civak û partiyên ku rîsta wan a siyasî hatiye marjînalkirin de, sepanên cihêkariyê dibînin. Di nav armancên sereke yên bidestxistina pêşketina domdar de, armanca bidestxistina wekheviya zayendî ya tam di asta mafên mirovan û hemwelatîbûnê de heye.”