Alia Nassif: Di hilbijartinên li pêş de wê jin xwedî şansên mezin bin

Hilbijartinên parlamentoyê li Iraqê di 10'ê Cotmehê de tên kirin û hilbijartin dê 328 endamên Civata Nûneran diyar bikin ku dê di encamê de serok û serokwezîrê Iraqê di nav tifaq û hin ji wan guherîne de hilbijêrin. Qanûnên tevlibûna endam û berendaman bi rengek ku piştrast bike ew paşve naçin û piştî bidestxistina kursiyek li Civata Nûneran biyarê naguherînin.

Hilbijartinên parlamentoyê li Iraqê di 10'ê Cotmehê de tên kirin û hilbijartin dê 328 endamên Civata Nûneran diyar bikin ku dê di encamê de serok û serokwezîrê Iraqê di nav tifaq û hin ji wan guherîne de hilbijêrin. Qanûnên tevlibûna endam û berendaman bi rengek ku piştrast bike ew paşve naçin û  piştî bidestxistina kursiyek li Civata Nûneran biyarê naguherînin. 
XOFRAN EL-RADÎ
Bexda-Li gorî pergala kotayê ya li Iraqê ku rêjeya jinan di parlamentoyê de herî kêm ji sedî 25'e û di navbera reşbînî û xweşbîniya li ser rola jinan di guhestina nêrîna hilbijartinê de, hin parlamenterên jin hene ku îtîmadê nadin ser kotayê da ku kursiyên xwe di Meclisa Nûneran de biparêzin.
Endama Parlamentoya Iraqê Alia Nassif di sala 1963’yan de li Bexdayê ji dayik bûye, beşa dadrêsiyê qedandiye. Wê ji ajansa me re diyar kir ku di hilbijartinên li pêş de şansên mezin ên jinan hene bi  taybetî piştî ku parlamentera Iraqê soza xwe ya bi soza ku dabû hilbijêrên xwe îsbat kir û gotinên xwe wiha didomîne: "Dibe ku avantajek kotayê ya mezin hebe ku divê rêjeya jinan di parlamentoya Iraqê de ji sedî 25 ne kêmtir be û vê yekê hişt ku blok û partiyên siyasî jinên bêhêz bi kar bînin da ku hejmara kursiyên xwe yên parlamentoyê zêde bikin lê parlamenterên jin hene ku hebûna xwe îsbat kirine û ji bo pirsgirêkên jinan û civakê bi ser ketine."
“Binpêkirinên ku Tirkiye li ser axa Iraqê dike, êşa gelê Kurd zêdetir dike”
Her wiha Alia Nassif dibîne ku bûyerên siyasî yên vê dawiyê, têkiliya endamên meclisê bi fikar û daxwazên gel re girêdayî ye û wiha got: "Serwerî, pirsgirêka avê û binpêkirinên ku Tirkiye li dijî Iraqê dike û her dawî li ser sînorên bakurê Iraqê, êşa gelê Kurd li Iraqê zêde dike û ev jî dîsa bi gel ve girêdayî ye. Li Bexdayê, Iraqî bi xemgînî van binpêkirinan dişopînin û wan red dikin û her nûner an berendamên ku baweriya xwe bi serweriya xaka Iraqê neynin, nikarin baweriya gel bi dest bixin."
Alia Nassif di wê baweriyê de ye ku binpêkirinên Tirkiyeyê yên li ser sînorên bakurê Iraqê beşek ji têgihîştina kotayên siyasî û avakirina koalîsyonên ku nûnertiya dengdarên Iraqê dikin digre nava xwe û dê ev yek di heyama pêş de aşkera bibe.
Der barê beşdarbûna jinan di hilbijartinên li pêş de, Alia Nassif dibêje: "Jinên Iraqê hêzê ji parlamenterên jin digrin, nemaze der barê dozên jinan de her wiha ofîsên parlamenteran  bûne bingehek ji bo jinan û ev yek jî girêdayî baweriya jinan a bi jinan re ye."
“Ji bo jinên Iraqê riyeke dirêj a têkoşînê heye”
Alia Nassif rastiya kampanyayên îstîsmarkirinê yên ji bo bêrûmetkirina jinan eşkere dike û dibêje: "Jinên Iraqê di rêjeyên cuda de rastî şîdetê tên û dema ku jin siyasî bin bêguman ew rastî bêrûmetî, biçûkxistin û şantaja siyasî tên. Nemaze ku em di krîza serhildanên siyasî de dijîn lê dema ku jin bi hêza xwe ya rûbirûbûnê bawer bikin, ew dikarin di riya ku pê bawer dikin de berdewam bikin, ji ber vê min her dem li ber xwe dida."
Di dawiya axaftina xwe de, Alia Nassif piştrast dike ku li pêş jinên Iraqê riyeke dirêj ji bo têkoşînê heye da ku di qada siyasî de bêtir amade bin û di nav sê serokatiyan de pozîsyonek rêveberî bigrin.