Şirovekara Fîlîstînî: Divê tevlîbûna jinên ciwan a qada siyasî bihêz be

Şirovekara siyasî ya Filistînî Reham Odeh anî ziman ku hişmendiya mêrsalarî ya civakê rê nade jinên ciwan Filistînî nêrînên xwe derbirînin û planên xwe di siya gelek qeydan de pêkbînin.

RAFIF ESLEEM

Xeza – Tevî bi salan geşedanên li Fîlîstînê rû didin jî lê di nav siyasetê de jinên ciwan nîn in. Her tim di lîsteyan û partiyan de emrê 40 salî jortir heye. Ev jî dihêle ku valahiyê dixe navbera ciwanan û pêşengên partiyên jinan yên li Filistînê.

‘Divê nifşên nû dîroka têkoşîna jinên Filistînî jibîr nekin’

Şirovekara Siyasî Reham Odeh diyar kir ku tevlîbûna jinên ciwan di nava siyasetê  de lawaz e û hema bêje tune ye û got ku tevlîbûna tam a pêvajoya demokratîk bi beşdarbûna hilbijartinan û dengdana wekîl, şaredar û namzetên serokomariyê dest pê dike. Reham Odeh wiha got:

“Civaka Filistînî jinên ciwan xiste qalibên kevneşopên civakê. Erka jinan tenê rola zarok anînê, ji bo avakirina malbatek û xwedîkirina zarokan dibînin. Ji ber vê yekê jinên ciwan li gor van qaliban amade dikin lewra beşdarbûn kêm e. Nifşên nû dîroka tekoşeriya jina Fîlîstînê ji bir kiriye û li hember qalibê civakê bê agahdar e. Ew rewşa lewaz bi giştî girêdayî rewşa Şirîda Xeza ye, ji 17 salan ve hilbijartin nehatine lidarxistin. Lewra jinên ciwan nûnerên xwe qet hilnebijartine, nebûna derfetên kar û ne hilbijartina nûneran rewşeke bêhêvî li gel wan çêkir.”

‘Divê xebatên bandorê li ciwanan bike bê meşandin’

Riham Odeh di berdevamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku di fikirandina aktîfkirina jinên ciwan de valatiyek heye û wiha pêde çû: “Dive ev valatî bê tîjî kirin jinên ciwan ji ber bandora medyaya dîjîtal û ji bo xwendinê diixwazin derkevin derveyî welat. Lê ger em meyze bikin jinên pêşeng di welatê xwe de siyasetê de pêşketin, di xwendinê de jî di rewşenbîrî de gavek mezin hat avêtin lê aniha ciwan ev mînakên li ber çavên xwe nabînin. Partî van jinên pêşeng wek dayikên xebata siyasî dihesibînin, ji ber vê yekê pêşengê ku em bi nav dikin li gorî îdeolojiya partiyên xwe yên siyasî tevdigerin û ji bo ku bandorê li ciwanan bikin tu guhertin û nûkirinan nakin. Dive  jinên pêşeng bi riya rêbazên heyî weke alavên torên civakî nimûneyekê ji jinên ciwan re avabikin, bo mînak dema jinên ciwan dîmenên der barê girîngiya tevlîbûna karê siyasî çêbikin dikarin jinên weke xwe zêde bikin.”

‘Jinên ciwan dikarin di pêvajoya aştiyê de xwedî rol bin’

Riham Odeh amaje bi vê yekê kir ku ciwan dikarin di warê tekoşîn û parastinê de dest bi siyasetê bikin û wiha gotinê xwe domand: “Jinên ciwan di pêvajoya aştiyê de dikarin rola xwe bileyzin mînak wek kampanyaya bi rêya malpera Mona El-Kurd a ji Qudsê tê rêvebirin. Ev kampanya bû sedem ku em li ser mafê Qudsê biaxivin û welatiyên di asta heremî û navnetevî de nîqaşên ku welatiyên Qutsê malên xwe ji nîştecîhan bigrin vebin.”

‘Ne tevlîbûna ciwanan qada siyasî valatî di nav civakê de çêdike’

Riham Odeh diyar kir ku hişmendiya mêrsalarî ya civakê rê nade jinên ciwan Filistînî nêrînên xwe derbirînin û planên xwe di siya gelek qeydan de pêkbînin û wiha gotinê xwe bi dawî kir: “Jin bilî qalibên civakî nikarin biryarên xurt di civakê de bistînin, ev hemû astengiyan pêvajoya tevlîbûna jinên ciwan nava jiyana siyasî dijwar dike. Nebûna jinên ciwan di di nava siyasî valahiyekê di civakê de çêdike, mêr di navendên biryardayînê de serwer bin, di encamê de biryar dibin mêrsalarî mafên jinan û pêdiviyên wan berçavan nayê girtin.”