Şîmal Ulkem: Dem dema azadiya jinê ye

Endama Koordinasyona PAJK’ê Şîmal Ulkem têkoşîna tevgerên jinan a salê nirxand û got: “Ger em jin xwedî bername, pilan û wêrekiyek mezin in wê demê tiştek li pêşiya me nikare bibe asteng. Em dikarin hemû sînoran derbas bikin, dorpêçan bişkênin, tecrîdê ji holê rakin, mêtîngeriyê bi dawî bikin, faşîzmê hilweşînin, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêkbînin û şoreşa jinê li Kurdistanê mîsoger bikin. Ez bi vê hêvî û baweriyê dibêjim dem dema azadiya jinê ye.”

  
Navenda Nûçeyan - Endama Koordînasyona Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK) a sala 2004’an hatî avakirin, Şîmal Ulkem têkoşîna jinan a sala 2021’an û mijarên di rojevê de nirxand. Şîmal Ulkem despêkê sala nû li hemû jinan pîroz kir û got: “Li ser navê Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê sala nû li hemû jinan pîroz dikim. Weke tê zanîn me salek têr û tijî bi dawî kir. Di nava sala derbasbûyî de gelek pêşketinên giring çêbûn, pêre jî hinek paşketin hatin jiyîn. Ji ber wê jî nirxandina sala borî û pilansaziya sala nû bi biryarbûna têkoşîna jinan gelekî giring e. Heta mirov dikare bêje, ev biryarbûna têkoşînê dê qedera jinan jî diyar bike.” 
“Têkoşîna gerilayên YJA Star’ê hêzê dide xebatên jinan”
Şîmal Ulkem bal li ser têkoşîna jinên Kurd jî kişand û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li Kurdistanê û derveyî welat têkoşîna jinên Kurd di aliyê leşkerî, siyasî, aborî, çandî, civakî û heta di hemû mijarên jinê û civakîbûnê eleqeder dike de, didome. Sala borî bi pêşengiya gerilayên YJA Star û HPG’ê berxwedaniyek li ti devera dinyayê nehatiye dîtin, hat nîşandan. Ji ber nekarîn wê berxwedanê bişkînin hêzên hegemon bi pêşengiya dewleta Tirk a faşîst li ser gerilayên azadiya Kurdistanê, gerilayên YJA Star û HPG’ê çekên kîmyewî û gazên jehrî bikar anîn. Heta li ser gerilayan gelek çek û teknolojiya herî dawî hatin ceribandin. Ev êrişên qirkirinê li ber çavê hemû dinyayê hatin kirin, lê zêdetir jin, ciwan û gelê Kurdistanê xwedî li berxwedana gerilayan derketin. Tevgera me ya ber bi azadiyê ve meşa xwe didomîne, her diçe zêdetir nêzî serkeftinê dibe. Bi vê meşa xwe ya azdiyê jî hêviyek gelek mezin ji bo hemû jinên cîhanê avakiriye. Rêbertiya me di vê rêwîtiya azadiyê de pêşengiyê ji hemû gel, milet, netewe û cinsên çewisî re dike. Ji ber wê jî bi pêşengiya pergala modernîteya kapîtalîst gelek netewedewlet piştgiriyê didin dewleta Tirk a faşîst û şefê faşîst Erdogan. Ji ber van sedeman, hemû desthilat berjewendiyên xwe di êrişên li ser Kurdistanê de dibîne, pê re jî qirkirina li ser jinan û gerilayên azadiya Kurdistanê ji nedîtî ve tên.” 
“Hewceye jin xwedî li mîrasa berxwedanê ya Garîbe Gezeran derkevin”
Şîmal Ulkem bal kişand ser berxwedana li girtîgehên Tirkiyê tê meşandin û wiha berdewam kir: “Niha jî di zindanan de bi fermana Suleyman Soylu û Erdogan, şoreşgerên Kurd tên qetilkirin û her roj ji girtîgehan cenaze derdikevin. Li gel ku gelek ji wan jî cezayê ji aliyê dewleta Tirk ve hatî dayîn qediyaye û dema wan a rehînebûnê bidawî bûye jî nayên berdan, tên qetilkirin. Di vê dema dawî de girêdayî vê mijarê rojevek avabûye, lê divê em tenê xwedî li miriyên xwe dernekevin, pêwistî heye em xwedî li hemû şoreşgeran derkevin. Di serî de divê em xwedî li berxwedana van şoreşgeran derkevin. Xeta Garîbe Gezer xeta berxwedanê bû. Ji ber serî netewand û li hemberî hemû çewisandinên dewleta Tirk sekna jina Kurd a serhildêr raber kir, hat qetilkirin. Divê em vê jibîr nekin. Ger li ber xwe nedaya û hemû sepandinên dewleta Tirk bipejiranda dê niha weke wan dixwest jiyan kiriba. Ji bo wê jî divê hemû jinên têkoşînvanên ji bo azadiya jinan di nava tevgerê de ne, vê rastiyê bibînin û xwedî li mirasa berxwedanê ya Garîbe Gezeran derdikevin.” 
“Hewceye em îmkanên bi şerê cîhanê yê sêyemîn re çêkiriye baş bibînin”
Şîmal Ulkem girêdayî çalakiyên di çarçoveya pêngava “Dem dema azadiyê” de tên meşandin jî ev nirxandin kir: “Li çiyayên Kurdistanê cenga li hemberî dagirkeriyê berdewam dike. Ji bo dengê wê dayîna bihîstin zêdetir bar li ser milê jinên ciwan, jinên Kurdistanê û dostên Kurdan e. Divê xwedî derketinek mezin li vê egîdiya li ser çiyayên Kurdistanê tê jiyîn çêbibe. Ên dixwazin ev berxwedan ji nedîtî ve lê bê nêrîn, bi hewildanên şerê taybet li hemberî disekinin. Bi heman armancê li hemberî tevgera me jî êrîşek heye. Dibin navê diruşma ‘Dem dema azadiyê’ de gerilayên azadiya Kurdistanê mohra xwe li xebatên salê da û çalakiyên pir bi bandor lidarxistin. Di navenda van çalakiyan, giştî xebatên jinên Kurdistanê û hemû tevgera me de hewildanên azadiya fîzîkî ya Rêber Apo heye. Em jî û yên ku Rêber Apo dîl girtine jî baş dizanin heya Rêberê me azad nebe û bi awayek fîzîkî partiya me bi rê ve nebe wê ti pirsgirêk ne li Tirkiyê, ne li Îraqê, ne li Îranê û ne jî li tevahî Rojhilata Navîn çareser nebe. Di bingeha van hemû pirsgirêk, qeyran û qawisan de tecrîda li Îmraliyê heye. Serokatî digot; ‘Şerê cîhanê yê sêyemîn li Îmraliyê û li erdnîgariya Rojhilata Navîn destpê kiriye.’ Ev yek rast e, aniha hewceye em weke şoreşgerên qirna 21’emîn, îmkan û derfetên bi şerê cîhanê yê sêyemîn re çêbûye, baş bibînin. Ji ber gelek firsend derketin. Deh sal berê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi pêşengiya jinan şoreş pêk hat û li ser wê erdnigariyê ji bo jinan qadek azad hatiye vekirin. Beriya wê di xewn û xeyalê jinan de ev tenê weke utopya bû, niha jî pêkhatiye. Lazim e, hemû jin xwedî li şoreşa Rojavayê Kurdistanê derkevin. Xwedî derketina şoreşê di heman demê de xwedî derketina li Serok Apo ye jî. Bi ked û hewildanên Rêber Apo Bakur û Rojhilatê Sûrî bi pêşengiya jin û ciwanan xwe bi rêxistin kir û pergala xwe avakir. Ew rejîmê derxist, li hemberî çeteyên DAIŞ’ê şerkirin û di vê şerê parêzvaniya axê de 11 hezar şehîd dan.” 
“Heta jin di aliyê rêxistinî û bîrdozî de tam negihije, dê her tim aliyek şoreşê seqet bimîne”
Şîmal Ulkem girêdayî pêşketinên li Rojhilata Navîn tên jiyîn jî ev tişt anî ser ziman: “Pergala serdest rastiya bi felsefe û nêrînên Rêber Apo li Rojhilata Navîn pêşketinên dîrokî çêdibin, dît. Dîrok li kokên xwe vedigere, ji ber wê jî guherînên dîrokî pergala modernîteya kapîtalîst bi giştî bandor dike, taybetî jî bandorê li berjewendiyên netew-dewletên li Rojhilata Navîn dike. Ji ber wê jî Serokatî li pêşiya xwe weke astengî dibînin. Pê ve girêdayî şoreşa Rojava û berxwedaniya gerîlayan a bi pêşengtiya jinê mezin dibe jî ji bo xwe weke xefkekê dibînin û dixwazin ji vêna xilas bibin. Li ser vî bingehî di aliyê siyasî û leşkerî de piştevaniyek mezin didin dewleta Tirk û AKP’ê û bi ser gerilayan de dişînin. Şerê me li hemberî wan dewam dike. Bi çalakiyên piralî dikare dawî li fazîşma dewleta Tirk bê. Ji xwe bi têkoşîna jinan a piralî derb xwariye û lewaz bûye. Bi giştî dawîbûna AKP/MHP’ê jî bi şoreşê gengaz e. Ji aliyê hêzên hegemon ve piştevaniyek mezin ji bo dewleta Tirk a faşîst heye, divê em vê rastiyê jî bizanin û kes xwe di vî milî de nexapîne. Em bi şoreşgeriyê dikarin jiyanek wekhev û demokratîk li Kurdistanê rêxistin bikin. Di heman demê de pergala me hedef kiriye konfedralîzma demokratîk bi pêşengiya jinan ava bike. Heta jin di aliyê rêxistinî û bîrdozî de tam negihije dê her tim aliyek şoreşê seqet bimîne. Li ser vî bingehî tevlîbûna jinan di nava şoreşê de bihêz bû û her ku çu mezin bû. Bi berdêlên dayîn girêdana wan a bi şoreşê re hîn zêdetir çêbûye.” 
“Em xeta Sakîne Cansiz weke xeta azadiya jinên Kurdistanê dibînin”
Şîmal Ulkem bi wesîleya rasthatina 9’ê Çilê jî destpêkê pêşenga partiya wan Sakîne Cansiz û şoreşgerên pêşeng ên weke Sosin Bîrhat û Şîlan Goyî bibîr anî û girêdayî têkoşîna wan ev nirxandin kir: “Di sala derbasbûyî de gelek şahadetên giranbûha çêbûn. Di heman demê de bi nêzbûna 9’ê Çilê re em carek din pêşenga tevgera jinê Sakîne Cansiz a ji despêkê heta niha mohra xwe li şoreşa jinê dayî û hevalên wê Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi bîrtînin. Em xeta Sakîne Cansiz weke xeta azadiya jinên Kurdistanê dibînin. Dîsa şoreşgera Kurd a pêşeng Sosin Bîrhat, Şîlan Goyî, heval Hîra, Haydar Işik, Rênas Roj, Şehîd Dijwar ê herî dawî di komkujiya Şengalê de bi êrîşên hewayî yên dewleta Tirk şehîd ket û pêşengê civaka Êzidî Seîd Hesen bibîr tînin. Em di kesayeta Apê Yusif de sersaxiyê ji malbata Gulo re dixwazin. Bi giştî evane di nava vê pêvajoyê de ji aliyê hevalên me ve hatin nirxandin, em cardin jî girêdana xwe ya têkoşînê li ser şopa van hevalan dubare dikin. Şehîd wê her dem roniya çavê me û ji bo me sedema ji dijmin tolê rakirinê be. Divê ev ji aliyê dijmin ve jî baş bê zanîn. Her şahadetek hêrsa me mezintir dike û barê me yê şoreşê bi bîra me dixe. Di aliyê rola xwe ya ji bo pêşxistina şoreşê de jî lêhurbûnek hîn kûrtir dide çêkirin û me ber bi têkoşînek mezintir ve dibe.” 
Şîmal Ulkem ji bo berxwedana bi pêşengiya gerilayên jin li Başûrê Kurdistanê pêşketî û bandora xwe li hemû qadên xebata jinan kir jî ev tişt got: “Li çar aliyê Kurdistanê bi pêşengiya jinê têkoşînek mezin hat meşandin. Ruhê gerilayan ê di çeperên berxwedanê yên Mam Reşo, Zendora û Aris Faris de moralek mezin da xebatên rêxistinbûna civakê, bandorek mezin li Kurdistanê da çêkirin û weke bombeyekê di mejiyê her jinê de teqandin çêkir. Rihê fedayî yê Garê jî di despêka salê de bandorek mezin da çêkirin. Em li hemberî êrişên ser jinan ên her diçe zêde dibin şaşwaz nemane, ji ber her ku jinan serî rakiriye hêzên dijber dest avêtiye tundûtujiyê. Çi li zindanan be, çi li çiya, qadên bejayî û bajaran be, li her deverê bi rêbazên cuda yên bê ehlaqî êriş aniye ser jinan.” 
“Pergal bi rêbazên cuda êrişî deskeftiyên tevgerên jinan dike”
Şîmal Ulkem êrişên pergalê yên sedsala 20’an ku bi dirûşma “Despêkê li jinan bixin” bibîrxist û îşaret bi êrîşên sedsala 21’an taybet li ser jinan tê meşandin kir û wiha domand: “Dirûşma qirna 20’an a faşîzmê digotin: ‘Despêkê li jinan bidin.’ Di qirna 21’emîn de jî ji ber ku jin bi rojeva şoreşa jinê li hemberî nakokiyên zayendî rabûn, hêzên faşîst gotin: ‘Ne tenê despêkê her tim û li her derê li jinan bixin. Li malê û kolanê, di qada siyasî, civakî û aborî de lê bidin. Bila jiyana wan her tim bi tûndiyê bidome.’ Bi vî şêweyî deskeftiyên jinan hedef girtin. Gelek pêşengên tevgerên jinan, nivîskar û rewşenbîr di nirxandinên xwe de tespîtek bi vî awayî dikin. Di sedsala 21’an de gelek welatan di qadên siyaset û biryardanê de cîh dan jinan û di aliyê bûrokrasiyê de ew bi cîh kirin. Ev li Emerîka, gelek welatên Ewrupa û hinek welatên Rojhilata Navîn hat dîtin. Em jî vê weke pêşketinekê dibînin li gel wê jî êrîşek sistematik a bi fikirandina li ser rêxistibûna jinan hatiye çêkirin divê bê dîtin. Rêbaza niha dane pêşiya xwe jinên pêşeng û tevgerên jinan ên dikarin bixin bin baskê xwe teslîm digirin, ên nikarin jî îmha dikin. Weke çawan niha li ser tevgera me ya jinên Kurd êrişek a tasfiyekirin, qirkirin û qetilkirinê heye. Ji ber wê jî hewil didin rêxistinên jinan û jinên pêşeng nêzî xwe bikin û di nava xebatên xwe de dixwazin weke mêran bidin xebitinandin. Em van nêzîkatiyan rast nabînin û divê hemû jin li hemberî van xefkan şiyar bin. Dema jinek di nava saziyek dewletê de cîh digire nayê wê wateyê ku şoreşa jinê pêkhatiye, jin azad bûye û êdî pirsgirêkên xwe yên azadiyê çareser kiriye. Di aliyê hevsengiya zayendî de jî nayê wê wateyê ku jin dema cihê xwe li qadên ku di destê mêran de ne bigire, êdî wekhevî çêbûye.” 
“Piştî derketina şewba koronayê êrişên zayendperestiyê zêdetir bûn”
Şîmal Ulkem destnîşan kir ku ne di saziyên pergala heyî de cîh girtina jinan bi nêrîna jinê li bûyeran mêzandin û bi wê rêbazê tevgerkirin ji bo wan giring e û wiha berdewam kir: “Armaca me weke Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê bidestxistina deshilatiya mêr nîne. Armaca me rakirina deshilatiyê ye ku kes li ser kesê deshilatiyê ferz neke. Em dixwazin deshilatiyê bihelînin, dewletê lewaz û biçuk bikin, pê re jî wekhevî û demokrasiyê zêde bikin. Hewildanên me ewe ku ne bi navendgeriya mêr bi navendgeriya jinê civak were birêxistinkirin. Ev hewildan û xebatên me yên di vê çarçovê de weke PAJK’ê jî me nirxand û bandora wê dît. Em dibînin ev nîqaş di nava gelek beşên jinên rêxistinkirî de heye ku piştî derketina şewba koronayê êrişên zayendperestiyê zêdetir bûne. Ev ji xwe berê hebû pê re carekdinê hat zindîkirin û taybet jî di nava malbatê de tûndiya li ser jinê hat kûrkirin. Pê ve girêdayî tûndiya zayendî hat bi pergalkirin. Jinên ji ber sedema koronayê ji nava kar hatin derxistin di hepsên malan de teslîmî zilam hatin kirin. Ji xwe di nava civakê de heya cihekê kevneşopiyên tûndiya li ser jinê hebûn, bi vê şewba koronayê re civak bi giştî hat heps kirin û herî zêde vê rewşê bandor li jinan kir. Li ser teknîkê û medya mecazî hinek organîzasiyonên jinan hatin birêxistinkirin. Di nav netewî û navnetewî de li ser van qenalên medya mecazî li ser rewşa jinan nîqaş hatin meşandin. Jinên derfetê wan ê bikaranîna înternetê heyî û dikarin di medyaya mecazî de baxivin dikarin xwe bigihîne van xebatan. Ji bo jinên din yên zewicîne, di nava mala xwe de sînrodarkirîne û karek cuda nakin ev yek ne derbasdar e. Ji xwe haya wan ji rojevên jinan nîne, nikarin xwe bigihînin tevgerên jinan, bibin hêz û bi hev re bertek nîşan bidin. Ji ber vê jî di sala 2021’an de jin hîn zêdetir ketin bin zextê û zayendperestî hat zindîkirin. Bi vê yekê re xwestin mêr bidin pêş û dewletê tûndiya xwe anî heta nava malê.” 
“Dem dema azadiya jinê ye”
Şîmal Ulkem sala nû jî weke dema azadiya jinê bi nav kir û ev peyam da: “Emê bi sala nû ya 2022’an re hîn zêdetir hêza jinan a kombûyî derbasî çalakiyê bikin û bixin bin xizmeta azadiya jinê, pê re jî ber bi şoreşa jinê û azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe ve biherikin. Bi hêvî û baweriyek pir mezin em dizanin di sala 2022’an de dê jin zêdetir li qadan bin, dengê xwe bilindtir bikin û bi hêzek mezin ji pergala tecawîzkar a mêr re bêjin na, bi vîn û hêza xwe ya cewherî helwestek hîn zêdetir bibandor derxin holê. Bi vî awayê, dê helwesta xwe nîşan bidin û hîn zêdetir çalak bibin. Em jin êdî hatine astek wiha ku ne gengaz e li hemberî dewletek faşîst çok dêynin û serî bitewînin. Ne jî weke jinên Kurdistanê em di wê cehaletê de ne ku li ber mêr serî bitewînin, an jî bi gotinên wan tevbigerin û li hemberî kirinên wan bêdeng bimînin. Ev êdî ne gengaz e. Bi pêşengiya Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê û artêşa jinên azad ên Kurdistanê di serî de li Rojava, çar aliyê welat û derveyî welat jinên Kurd di çarçoveya birdoziya jinê de hêviyek pir mezin ji bo jinên cîhanê avakirin. Di binya konfderalîzma demokratîk de pêşniyar û projeyên jinên Kurd ji bo jinên cîhanê heye û ew amadene xebatê bimeşînin. Di sala borî de jî Kongreya Jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqa pêk hat. Jinan di nirxandinên xwe yên di kongreyê de biryardariya xwe ya ji bo xebatên jinan bi wêrekî anîn ziman û bi berfirehî nîqaş hatin meşandin. Ji ber wê jî ger em jin xwedî bername, plan û wêrekiyek mezin in wê demê tiştek li pêşiya me nikare bibe asteng. Em dikarin hemû sînoran derbas bikin, dorpêçan bişkînin, tecrîdê ji holê rakin, mêtîngeriyê bi dawî bikin, faşîzmê hilweşînin, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin û şoreşa jinê li Kurdistanê mîsoger bikin. Ez bi vê hêvî û baweriyê dibêjim dem dema azadiya jinê ye.”