Şîlan Ehmed: Tecrîda tê meşandin berdewama komploya navdewletî ye

Endama Meclisa Giştî ya Partiya Sûriye Pêşerojê şîlan Ehmed têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin her wiha bandora wê li ser geşedanên siyasî û civakî nirxand.

ROJ HOZAN

Qamişlo - Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 23 sal in di tecrîdeke giran re ji aliyê dewleta tirk ve derbas dibe û heya niha dewleta tirk nahêle ku malbat û parêzerên wî pê re bicivin. Tecrîda ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin bandoreke xwe ya girîng li ser geşedanên siyasî û civakî dike.  Bi vê armancê dewleta tirk dixwaze bi tecrîdê re civaka kurd û tevahî civaka Rojhilata Navîn bixe bin destê xwe da ev civak bê perspektîf û rêxistinkirin bimîne. Di rewşa tevlîheviya cîhanî de dewleta tirk tecrîd girantir kiriye ji ber ew dizane dengek ji Îmraliyê dikare rewşa heyî bi giştî ber bi erêniyê ve biguhere. Têkildarî mijarê Endama Meclisa Giştî ya Partiya Sûriye Pêşerojê şîlan Ehmed nirxandin kir û ji mere parve kir.

‘Tecrîdkirina Rêber Apo tecrîdkirina tevahî civakê ye’

Şîlan Ehemd behsa tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin kir ku di şexsê wî de dewleta tirk dixwaze civakê bi temamî tecrîd bike û wiha dest  bi nirxandina xwe kir: “Rêber Apo niha di zîndana Îmraliyê de berxwedaniyeke bê hema ji bo tevahî gelan dide meşandin û zindan bi xwe ji bo Rêber Apo tecrîdeke ji jiyanê bû. Xwestin bi tecrîdkirina Rêber Apo wî ji civak û siyasetê dûr bixin da têkiliya wî bi derve re bi temamî bê qutkirin. Rêber Apo bi xwe kesayeteke civakî ye û her fikirê xwe bi civakê re parve dike ji bo wê em dibêjin ew ne kesayeteke di şexsê wî de hemû civak tê pênasekirin  û di şexsê Rêber Apo de civakê bi giştî tecrîd dikin. Her gotineke Rêber Apo guhertin û veguhertinên ber bi çav di civakê de çêdike ji bo wê dewleta tirk di wê tirsa xwe deye ku ger hevdîtin bi Rêber Apo re çêbibe wê xeteriyeke mezin li ser becewendiyan wan di Rojhilata navîn de bi xwe re bîne. Di tevahî zagonên cîhanî de mafê girtiyan heye bi parêzerên xwe re bicive lê dewleta tirk ev maf jî ji Rêber Apo girtiye wê demê ka zagonên mafê mirovan yên ku pê bang dikin?. Ev yek tişteke tenê radixe li ber çavan ku hemû dewletên cîhanê çawa di komployê de bûne yek niha heman tiştî di mijara tecrîdê de jî dikin. Ji bo wê ji her demê zêdetir pêwîste em li pey mafê azadiya Rêber Apo bin û ev yek jî tê mayindekirin dema em perspektîfên wî di jiyana xwe de bidin teysandin.”

‘Fikirê Rêber Apo felsefeyek nû ji bo jiyanê afirand’

Şîlan Ehmed destnîşan kir ku li ser fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji bo jiyanê felsefeyek nû afirand û wiha domand: “Rêber Apo bi fikir û felsefeya xwe ji bo Gelê Kurd û tevahî gelên bindest jiyaneke nû da avakirin. Ji bo jiyaneke wekhev serdest û bindest têde nebe têkoşîneke mezin daye meşandin. Edaleta Rêber Apo dixwaze edaleteke ji bo hemû mirovan ye bê feq di navbera şikil, netew, mezheb û olan de. Helbet azadiya jin jî xala herî girîng e ya ku Rêber Apo esasê fikirê xwe ji bo wê kûrkiriye ji ber her Rêber Apo dizanibû wê jin li doz û têkoşîna wî xwedî derbikeve vaya texmînên wî hemû di cihê xwe deye. Rêber Apo her di mêjiyê xwe de ew kesayeta heybet û pêşengtiyê ji jin re hilbijartiye û li dijî koletiye li ser jin tê meşandin di civaka kevneşopiyan de berxwedaye. Lêvegra jin ji ciwherê wê re armanca Rêber Apo bû û her digot”Ez tiştekî nû nadim we ez tiştê di hundirê we de derdixim”. Civak ku jin veşartibû Rêber Apo ew jin bi bedewî, zanebûn û heybeta wê derxistiye holê ji bo wê dostê yekemîn ji Rêber Apo re jin e û bi têkoşîna jin wê Rêber Apo azad bibe.”

‘Sîstemên serdest di nav pirsgirêkan de xwe didin jiyankirin’

Şîlan Ehmed bandora tecrîda girankirî yali ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girêdana wê bi geşedanên siyasî û civakî ve nirxand û wiha pêde çû: ”Îro em di rewşekê de jiyan dikin hemû kirîz, alozî û tevlîheviya heyî bi pilana bercewendiyên serdestan ve tê meşandin. Helbet tecrîda girankirî jî ji vê yekê ne qut e û dibe sedema esasî ya girankirina tecrîdê aliyên siyasî û civakî ne. Dibe aliyê civakî me li jor anî ziman ku ew girêdana civakê bi Rêber Apo ve ye, lê aliyê siyasî jî beşeke girîng e ji vê tecrîdê. Hemû aloziyên di roja îro de derdikevin holê Rêber Apo berê di pareznameyên xwe de behsa wê kiribû û ev yek her kes dizane û dewleta tirk bi xwe jî dizane, lê kilîta çareseriya wê jî di destê Rêber Apo deye. Siyasetên qirkirina gelan yên ji aliyê hêzên desthilatdar ve tên meşandin , sedema wan pirsgirêkên ku ev dewlet bi xwe diafirînin da temenê serdestiya xwe dirêj bikin ji ber hemû sîstem xwe di nav pirsgirêkan de didin jiyankirin. Her çiqas pirsgirêk kûr bibe ewqas başa ji bo mayindekirina bercewendiyên wan li ser hesabê vîna gelan. Gava hevdîtin bi Rêber Apo re bê çêkirin tu pirsgirêk di ortê de namînin ji bo wê îro em dibînin li seransserî cîhanê şerê becewendiyan heye.  Ev dewletên serdest bi xwe hev qebûlnakin û di kîjan demê de bibînin bercewendiyên kî ji wan lawaz dibe wî tune dikin. Felsefeya Rêber Apo û projeya wî ya demokratîk li dijî vê yekê ye ji bo wê îro em dibînin heya ji dijminan tê tecrîdê li ser Rêber Apo giran dikin.”

Pêwîste civaka me ji bo azadiya Rêber Apo seferber bibe’

Şîlan Ehmed banga xwedîderketina li azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û wiha bi dawî kir: “Çalakiyên ji bo azadiya Rêber Apo ji dema dîlgirtina wî heya niha ne rawestiyan e. Gelê Kurd û dostên wan li her derê di banga azadiya Rêber Apo dene.  Pêwîste civaka me ji bo azadiya Rêber Apo her seferber be. Xwedîderketina li Rêber Apo di riya sîstemên serdest re nabe, lê belê di riya civakê re wê mayinde bibe.”