Şîlan Ehmed: Êrîşên 9’ê Cotmehê berdewamiya komployê bû

Nûnera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê şîlan Ehmed 3’emîn salvegera êrîşên dewleta dagirker a li ser Serêkaniyê û Girê Spî nirxand û got: “Êrîşên 9’ê Cotmeha 2019’an berdewamiya komploya navneteweyî di bû.”

ROJ HOZAN

Qamişlo – Dewleta Tirk a dagirker di 9’ê Cotmeha 2019’an de êrişî Sêrêkaniyê kir. Di van êrişên dermirovî de ji balafirên şer heyanî çekên kîmyewî her cûre çekên ku di qada navnetewî de bikar anîna wan hatiye qedexekirin li ser gelê berxwedêr hat bikar anîn. Li ser dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî 3 sal derbas bû, di nav sê salan de gelek buyerên dermirovî hat jiyîn. Nûnera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Şîlan Ehmed li ser dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî de axifî û da zanîn ku ev êrişên dagirkeriyê yê di 9’ê Cotmehê de hat pêkanîn beşek ji polîtîkayên komploya navnetewî ye.

 “Hemu dewlet şîrikên dewleta Tirk a dagirker bûn”

Şîlan Ehmed behsa armancên êrîşên dewleta tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Êrîşên dewleta tirk a dagirker di 9’ê Cotmeha 2019’an de berdewamiya komploya navneteweyî der heqê Rêber Apo de bû, em nikarin ji hev cuda bigrin dest. Kiryarên ku li ser vîna gelê me hatin meşandin dûrî hemû pîvanên exlaqî yên mirovahiyê bûn. Dewleta tirk di wê êrîşa hovana de dixwest derbeyê li vîn û têkoşîna gelê me bixe û wê baweriya di navbera gel û rêveberiyê de bişkîne. Bajarê Serêkaniyê û Girê spî bajarên hevrengiya gelan bûn û sîstemeka wan a demokratîk hebû. Dewleta tirk di nava van 3 salên dagirkeriyê de kiryarên herî hov di van bajarên dagirkirî de pêk anîn. Ji bilî guhertina demografî, gef û kiryarên rojane yên ku gelê herêmê mecbûrî wê dimînin didomin. Sîstema ku di Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de heye ket bin barekî pir giran ji ber ne tenê koçberên Serêkaniyê û Girê Spî bi hezaran koçber ji van herêmên din li herêmên xwe bi cih kirin. Yanî bi giştî êrîşa dewleta tirk bi Serêkaniyê û girê Spî armanceke pilankirî bû, hemû dewlet şirîkên wê bû.”

“Esas ji vê dagirkeriyê ew bû ku binsazî û dîroka vê herêmê bidin guhertin”

Şîlan Ehmed bal kişand ser xerabiyên ku vê êrîşa dewleta tirk bi xwe re anî û wiha domand: “Êrîşa dewleta tirk li ser sivîlan gelek xerabiyên berbiçav bi xwe re anî. Sîstema ku niha di wan bajaran de tê meşandin sîstemeke qirkirin û faşîzmê ye. Mirov nikarin serê xwe ji mala xwe derbixin yan jî mafê xwe yê jiyanê bi dest bixin. Em dizanin bajarê Serêkaniyê cihekî dîrokî ye û ji bo şaristaniya gelê Kurd xwedî girîngî ye û dewlemend e dewleta tirk û çeteyên xwe îro vê şaristaniyê dirûxînin yan jî diziya şûnwarên wê dikin û derbasî Tirkiyeyê dikin. Esas ji vê dagirkeriyê ew bû binesazî û dîroka vê herêmê bidin guhertin û li gorî xwe wê bidin nasîn.”

“Gefên dewleta Tirk didomin”

Şîlan Ehmed destnîşan kir ku gefên dewleta Tirk ên li ser heremê didome û wiha pêl da axaftina xwe: “Li hember van hemû kiryarên dijmirovî civaka navneteweyî bêdeng e ji ber esas plan ji aliyê wan de hatibû amadekirin û dewleta tirk tenê weke amûr e di destên wan de. Îsal jî xwest bi heman rêbazê herêmên din dagir bike lê weke ku hat xwestin li hesabê dewleta tirk nehat û nikaribû êrîşeke berfireh bike. Xeyalên dewleta tirk û dijminatiya wê li ser herêmên me bi dawî nebûne niha bi hemû rêbazan dest bi hedefgirtina kesan kiriye ku rojane pêşengên şoreşa me hedef digre.”

“Ya girîng ew e ku em xwedî li gel û sîstema xwe derkevin”

Şîlan Ehmed wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em weke Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di nav sîstemeke demokratîk de dijîn. A girîng ew e ku di vê merheleya hesas de em xwedî li gel û sîstema xwe derbikevin. Em hemû parçeyek ji vê xebatê ne û yên bixwazin destdirêjiyê li vê kedê bikin em li dijî wan têdikoşin heya ku em di her warî de azad bibin.”