"Şikandina tecrîdê çareseriya vê pêvajoyê ye"

Siyasetmedar Almaz Romî tecrîda li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên topyekun ên li ser Kurdistanê nirxand û got: "Polîtîkeyên tecrîd û êrîşên li ser Kurdan ji Îmraliyê destpê kirin, ji ber vê şikandina tecrîdê çareseriya vê pêvajoyê ye."

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê - Sê sal in agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin. Bi giştî di 11 salan de tenê 5 caran hevdîtin pêk hatiye ya herî dawî di 7`ê Tebaxa 2019`an de bû.

Têkildarî vê mijarê endama meclisa jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Almaz Romî nirxandinên xwe bi me re parve kir.

"Em bi hêztir bûn"

Almaz Romî di destpêkê de komplo û rewşa tecrîda li ser Girava Îmraliyê wiha şîrove kir: "Tecrîda li ser Rêber Apo bi hemû rêbazên xwe yên dijmirovî berdewam dike. Armanc ji komploya navdewletî ya bi serkêşiya dewleta tirk pêk hat ew e ku doz, bîrdozî û projeya Rêber Apo ji bo Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê pêşkêş kir ji holê rakin. Her wiha ev hêzên komploger xwesetin qutbûnek di vîn û heyecana gelê Kurd a li hemberî projeya azadiyê de û bi taybetî kesên ku li dordora bîrdoziya Rêber Apo kom bûn çêbikin. Rast e ev 24 sal in Rêber Apo girtî ye lê fikir û ramanên wî azad in. Bi taybetî jî di van salên dawî de projeya Neteweya Demokratîk û ya azadiya jinan li ser asta cîhanê hat naskirin. Rêber Apo got ku projeya jinan nîvçe maye lê baweriya wî heye ku wê temam bibe. Ev gotin di roja me ya îro de şênber bûye û bi taybetî jî li Rojava û giştî Kurdistanê jinan gavên gelek mezin di berdewamkirina projeya azadiya jinan de avêtin. Di vê rewşê de ev rastî heye, me armanca hêzên komploger berovajî kir. Li şûna ku em lewaz bibin û gavan şûnde bavêjin, em bihêztir bûn."

"Dewleta tirk di her derfetê de komployê berdewam dike"

Almaz Romî di domandina axaftina xwe de êrîşên li ser Kurdistanê weke domandina komployê girt dest û got: "Rêber Apo bi awayê fizîkî di girtîgeha Îmraliyê de ye lê ew li derve gelek bi bandor weke ku bi gelê xwe re dijî. Ji ber vê dewleta tirk di her derfetê de hêrs û netehemuliya xwe ya li hemberî vê mijarê nîşan dide. Li ser vê bingehê ji roja yekemîn a şoreşa Rojavayê Kurdistanê ve êrîş û gefên dewleta tirk ranewestiyane, weke tê zanîn jî Rêber Apo cara yekemîn dema ku derbasî Rojava bû hat Kobanê. Ji wê demê ve tovên bîrdoziya Rêber Apo di nava civaka Rojava de hatin çandin û roj bi roj şîn bûn. Ev polîtîkaya qirkirin û tecrîdê ne tenê li Rojava her wiha li Bakur û Başûrê Kurdistanê jî di heman astê de tên meşandin. Li kîjan devera Kurdistanê bîrdoziya Rêber Apo cih girtiye, ew herêm dibe armanca êrîşa dewleta tirk. Dewleta tirk ber bi têkçûnê ve diçe, ji ber vê em dibînin ku asta tecrîda li ser Rêber Apo, gef û êrîşên li ser Kurdistanê ji her demê zêdetir dijwar bûne."

"Rewşa Rêber Apo ji hiqûqî veguheriya rewşeke siyasî"

Almaz Romî bi van gotinana dawî li axaftina xwe anî: "Di zagonên navdewletî de mafê girtiyan heye lê ev maf ji bo Rêber Apo derbasdar nîn e. Ev sê sal in parêzer û malbat nikarin Rêber Apo bibînin. Ji ber vê mirov dikare vê rewşê wiha binirxîne ku êdî rewşa serok Apo ji ya zagonî û hiqûqî veguheriye rewşeke siyasî. Ev kiryar û binpêkirinên zagonan li ber çavên tevahî dewletan û rêxistinên ku hevpeymanên parastina mafên mirovan pêk tên. Gelê me jî ji roja yekê ya komployê ve heta niha ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo ranewestiyaye. Ji lewre tu hêviyên me ji civaka navdewletî tune ne. Ji bo vê weke ku me ji destpêkê ve soz daye em niha jî soza xwe nû dikin, em ê weke jin di destpêkê de rêberê xwe fizîkî azad bikin û projeya xwe ya azadiyê misoger bikin."