Şaredara herî ciwan Arya

Li Kerala ya Hindistanê xwendekar Arya Rajendran bû şaredara herî ciwan di tevahiya cîhanê de

.

Navenda Nûçeyan – Bajarê Kerala yê paytexta eyaleta Thîrûvananthapûram a Hindistanê ku şêniya wê 750 hezare, rêjeya xwendinê bilinde û jiyana welatiyên wê polîtîke. Ji bo rêvebirina bajêr pêdivî bi şaredarek nû hat dîtin. Xwendekara beşa matematîkê Arya Rajendran a 21 salî jî weke endama rêxistina ciwanan a Balasangham a Partiya Komunist-Marksist (CPI-M) tevlî hilbijartinê bû. Di hilbijartina ku ji aliyê meclisa şaredariyê ve hatî kirin de Arya ji 99 dengan 54 girt û bi vê yekê bû şaredara herî ciwan li tevahî cîhanê.