Şanda KNK’ê serdana Rêxistina Beyit Nehreyin a Aşuriyan kir

Hevdîtinên şandeya KNK’ê ya bi aliyên siyasî re li bajarê Hewlêrê berdewam dike, herî dawî serdana Rêxistina Beyit Nehreyin a Aşuriyan kir.

Hewlêr - Şandeya Kongreya Netewî ya Kurdistanê KNK’ê di bin pêşengtiya Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad de li bajarê Hewlêrê rêze hevditinên wan yên bi partiyên siyasî, rêxistinên sivil, kesayetên siyasî û rewşenbirên li Başûrê Kurdistanê dom dike. Armanca van hevditina yekrêziya aliyan a ji bo pêşî li dagirkeriya dewleta Tirk bigrin e. Di vê çarçoveyê de şandeyê serdana Rêxistina Beyt Nehreyin a Aşuriyan kir û ji aliyê rêveberên Rêxistina Beyit Nehreyin a Aşuriyan ve hate pêşwazî kirin.  Di vê hevditinê de behsa rewşa Başûrê Kurdistanê û dagirkeriya dewleta Tirk çawa were rawestandin hate kirin. Rêxistina Beyit Nehreyin a Aşuriyan pîştgirî da hewildanên KNK’ê û ragihandin ku wê alikariya wan bikin.