Şadiye Bekir: Çima cîhan bêdeng e?

Berjewendiyên siyasî û abori yên welatên cîhanê bi welatê weke Tirkiyeyê re, bûne sedema bêdengbûna wan a li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gelê Kurd û azadîxwazan.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî – Dewleta tirk di berdewamiya êrîş û dagirkeriya li ser xaka Başûrê Kurdistanê û herêmên sînorî de ji derveyî bikaranîna çek û dironên cuda, vê carê ji meha Nîsana îsal ve çekên qedexekirî yên kimyewî bi kar tîne. Li gorî daneyên dawî yên 17’ê Cotmehê de ji aliyê HPG’ê ve hat belavkirin, di nava şeş mehên borî de dewleta tirk a dagirker 2 hezar û 476 caran çekên qedexekirî yên kîmyewî bi kar aniye.

Çekên kimyewî ne tenê ji bo mirovan metirsî ne, ji bo hemû xweza, lawir û balindeyan jî xeter in ji ber bandorek mezin çêdikin loma hatine qedexekirin lê belê tu zagon û destûrek ku li hemberî bikaranîna çekên kimyewî bixin meriyetê tune ye.

‘Çekên kimyewî di cîhanê de yên herî metirsîdar in’

Mamosteya zanîngehê û pispora zagonên navnetewî Şadiye Bekir der barê bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta tirk ve diyar kir ku ev çek di cîhanê de çeka herî metirsîdar e ji ber tenê ne ji bo kesekê û hinek kesan tê bikaranîn, dema ku tê bikaranîna bandorek mezin li ser xweza û civakê dike û çekek ku pê komkujî pêk tê ye, ne tenê ji bo mirovan, xweza û zindiyên wê herêmê tune dike, bandorek bi salan li pey xwe dihêle û wiha got: “Çekên kimyewî, çekek ji aliyê navnatewî ve hatiye qedexekirin e, bi piştgiriya hevpeymana Cinêv û hevpeymana qedekirina çekên kîmyewî û atomî ku her du jî qedexe ne ne niha di dema şerê cîhanê yê yekem û duyem de ev çek hatine qedexekirin.”

‘Raya giştî ya navnetewî bêdeng e’

Şadiye Bekir destnîşan kir ku tu made zagona navnetewî û navxweyî nîn e ku di tu bûyeran de rê bide bikaranîna çekên kîmyawî, ji ber gurkirina şer e. Cureyeke binpêkirinê ye ger çekên kimyewî werin bikaranîn ducarî dibe binpêkirin û wiha got: “Dîroka di dîroka Kurdan de ne cara yekem e li hemberî me çekên kimyewî ji aliyê dagirker û dijminan ve tê bikaranîn. Di dîrokê de jî aşkera ye ku çend caran li Başûr û Rojhilat li dijî Serdeştiyan hatiye bikaranîn û komkujî pêk anîne, hemû deman di dema ku dihat bikaranîn de zagona navnetewî bêdeng dibû. Ev cureyek zordariya li dijî Kurdan e. Di hevpeymana Cenêv ku di 17’ê Tîrmeha sala 1925’an de pêk hat, bi hemû awayî çekên kimyewî, gaza xeniqîner, çekên biyolojî û bakteryolojî di demên şer de qedexe bû. Di Nîsana sala 1972’an de hatiye piştrastkirin ku sala 1984’an carek din behs kirin û dadgehe seza ya navnetewî di sala 2010’an de biryar derxist û wan welatan qedexekirina çekên kîmyewî îmze kirin divê bi xwe li ser biryara xwe bisekinin.”

‘Pêwîstiya gelê Kurd bi xebetek zêdetir heye’

Şadiye Bekir di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Tu bersiv ji bo hewldana gelê Kurd nadin, weke derxistina PKK’ê ji lîsteyên terorê û çendîn daxwazên din ên gel hene ku bê bersiv mane, ji ber wê jî pêwîstiya gelê Kurd bi xebatek hîn zêdetir heye. Rewş gihîştiye asteke ku ji ber berjewendiyên xwe tu alî nîn e guhên xwe bide daxwazên gelê Kurd, tenê ji ber berjewendiyên xwe li gel dewleta tirk, Kurd tên marjînalkirin.  Divê kesên azadîxwaz, rewşenbîr bibin xwedî helwest tu deman nemînin li benda hikumeta herêmê û dengê xwe bikin yek û aşkera bikin ku dewleta tirk li hemberî gelê Kurd çekên kîmyewî bi kar aniye.”