"Êrîşên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê li ser heman bingehî ne"

Endama meclîsa jin ya PYD`ê Almaz Romî êrîşên dewleta tirk yên hemwext nirxand û diyar kir ku Tirkiya ji bo gelek tiştan êrîş zêde û dijwar kirin.

 
BERÇEM CÛDÎ
Kobanê- Dewleta tirk ji despêka 2022`an de bi rengekî dijwartir û rêbazên cur be cur êrîşên hemwext li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê dike. Hêzên garantor û hikûmeta Sûriyê, Îraq û PDK`ê jî li hember êrîşên dewleta tirk yên hewayî û bejahî jî helwestên xwe raber nakin. Têkildarî êrîşên dewleta tirk û bêdengiya hêzên navnetewî yên li herêmê endama meclîsa Jin ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Almaz Romî bersiva pirsên me dan.
Dewleta tirk bi sala nû re rêbazê êrîşan guhert û asta êrîşan jî zêde kiriye, hûn van êrîşan çawa digrin dest?
Dewleta tirk roj bi roj êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha li ser herêmên Başûrê Kurdistanê zêde û dijwartir dike. Ev êrîş xwe dispêrin netehmûkirina dewleta tirk li hember pergala Rêveberiya xweser  ku çavkaniya wê bîrdoziya Rêber Apo ye û binketina pilanên wan. Weke tê zanîn ku pirojeya çeteyên DAIŞ`ê ya dewleta tirk û gelek hêzên din ji aliyê şervanên YPJ`ê, YPG`ê û QSD`ê li Kobanê şikest û li Baxozê jî tune bû. Ji ber vê hêrsa dewleta tirk zêdetir bû û artêşa xwe ket tevgerê ku me dît Efrîn, Serêkanî û Girê Spî dagir kir û niha jî hewil dide erdîngariya dagirkeriyê berfereh bike. Ji lewra dewleta tirk rêbazên xwe yên şer guhertiye ku herî zêde şerê taybet bi kar tîne. Balefirên bê mirov li ser tevahî deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevdigerin û bê navber bombebaran dike. Di van êrîşan de kesayetên welatparêz, pêşeng û yên di nava civakê de bi bandor tên hedef girtin. Dewleta tirk dixweze ku metirsiyê di nava gel de ava bike û ji Rêveberiya Xweser qût bike. Lê girêdana civakê bi Rêveberiya Xweser e, ax, şehîd û welat re gelek mezin e û ev yek jî van êrîşan vala dike.
Li Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrîşên hemwext pêk tên. Lê li Başûrê Kurdistanê du hikûmetên fermî hene, hûn bêdengiya wan û topbaranên hemwext çawa dinrxînin?
Me êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê nirxandin, lê belê hemwexetî van êrîşan dewleta tirk bi balefirên şer û yên bê mirov jî Şengal, Mexmûr û gelek deverên din yên Başûrê Kurdistanê jî topbaran kir. Weke em dizanin jî dewleta tirk di NATO yê de endam e, ji ber vê ew çekên herî giran jî dihewîne. Topbarana dewleta tirk zagonên navnetewî û sînorên Başûrê Kurdistan û hikûmeta Îraqê binpê dike. Lê dewleta tirk çiraya kesk biriye ku ewqas rehet van kiryaran pêk tîne. Em vê bêdengiyê weke hevkariya bi dagirkeriyê re digirin dest, heger ne hevkarî be wê heta niha ew êrîş rawestiyana. Lê ew êrîşên ku vîna Êzdiyên Şengalê û gelê Mexmûrê hedef digre, heta niha jî dewam dike. Mirov dikare bêje ew êrîşên hemwext zincîreke bi hev de girêdayî ye û li ser heman bingehî tên meşandin. Bi taybet piştî binketina êrîşa li ser girtîgeha Sînaa ya çeteyên DAIŞ`ê a li kantona Hesekê, asta êrîşan zêdetir bû. 
Salek maye ku hevpeymana Lozanê bi dawî bibe. Weke tê xuyakirin tevahî hêzên hegemon careke din xwe li Rojhilata Navîn û Bi taybet jî Sûriyê bi cih dikin. Sekna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya di vê pêvajoyê de di kîjan astê de ye?  
Hevpeymana Lozanê di 2023`an de bi dawî dibe. Ji ber vê tevahî hêzên serdest û hegemon li gor vê yekê tevdigerin. Hêzên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî di bin gelek navan de li virin, lê belê ew li pey berjewendiyên xwe ne. Em dikarin kûştina serçeteyê giştî yê DAIŞ`ê ku li herêmên di bin dagirkeriya dewleta tirk de pêk hat bigirin dest. Her kesî behsa kûştina El-Qûreyşî kir, lê kesî negot gelo ew li wir çi dikir. Ev yek jî teqez dike ku dewleta tirk, Emerîka, Rûsiya, Îran, Rêjîma Baas`ê û hwd hewil didin ku bi berhem û encamên mezin bighêjin 2023`an. Di nava van lihevkirin û pilanan de em weke gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hişyarin. Em dizanin ku her hêzek li ser çi bingehî bi me re di nav danûstandinê de ne. Hêza me ya parastin û rêveberinê heye, her wiha me ji bo avakirina vê pergalê bi hezaran şehîd da ye. Ji lewra emê tu carî bi hêsanî dest ji vê axê bernedin. Li ser vê bing