Çinar Salih: Pêwîstiya Rojhilata Navîn bi dîzayna nû heye
Lêkolîner Çinar Salih têkildarî aloziya li Sûriyeye û berjewendiyên hêzên garantor li herêmê, her wiha rola wan di kûrkirina vê aloziyê de nirxandin kir û wiha got: “Astana civîneke berjewendiyan e û tu çareserî ji bo doza Sûriyeyê bi pêş nexistiye. Hêzên garantor li herêmê pêwîstî bi çareseriyê nabînin. Piştî şikestina DAIŞ’ê di Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de êdî ew şerê mezin nemaye lê Sûriye ber bi îstîqrareke neyînî ve çûye. Dîsa jî rewşa herî bi aram di tevahî Sûriyeyê de rewşa herêmên me ye û çareserî di destên me de ye ji ber em xwedî projeyeke demokratîk in. Rojhilata Navîn pêwîstiya wê bi dîzaynê heye û em esasê vê dîzaynê ne.”
Lêkolîner Çinar Salih têkildarî aloziya li Sûriyeye û berjewendiyên hêzên garantor li herêmê, her wiha rola wan di kûrkirina vê aloziyê de nirxandin kir û wiha got: “Astana civîneke berjewendiyan e û tu çareserî ji bo doza Sûriyeyê bi pêş nexistiye. Hêzên garantor li herêmê pêwîstî bi çareseriyê nabînin. Piştî şikestina DAIŞ’ê di Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de êdî ew şerê mezin nemaye lê Sûriye ber bi îstîqrareke neyînî ve çûye. Dîsa jî rewşa herî bi aram di tevahî Sûriyeyê de rewşa herêmên me ye û çareserî di destên me de ye ji ber em xwedî projeyeke demokratîk in. Rojhilata Navîn pêwîstiya wê bi dîzaynê heye û em esasê vê dîzaynê ne.”
ROJ HOZAN
Qamişlo-Ev 11 sal in aloziya Sûriyeyê berdewam dike bêyî ku tu çareseriyên mayînde ji doza wê re bê pêşkêşkirin. Hin dewletên herêmî weke Îran û Tirkiye û dewletên navneteweyî weke Rûsya û Amerîka weke garantor li Sûriyeyê bi cih bûne û berjewendiyên xwe diparêzin. Ev hemû hêz roleke sereke di kûrkirina vê aloziyê de dilîzin. Civînên weke Astana, Cinêv û her wekî din ji bo çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê bêencam man û her dirêj dike rewş ber xerabûnê ve diçe. Têkildarî van mijaran Lêkolîner Çinar Salih şîroveyên xwe pêşkêş kir û ji me re parve kir.
"Astana civîna berjewendiyan e tu encamên cidî jê derneketine"
Çinar mijara gera 17’an a civîna Astana û encamên wê şîrove kir û wiha dest bi nirxandina xwe kir: “Di vê dema dawiyê de hêzên weke Rûsya, Tirkiye û Îranê di civîna Astana de bi hev re rûniştibûn. Ev hêz weke garantor ji bo rewşa li Sûriyeyê xwe bi nav dikin, tişta balkêş ji destpêka civînên Astanayê ve heya civîna dawî tu encamên cidî ji civîna wan derneketiye. Rûsya ev demeke piştî Astanayê yekser li Idlib û derdora wê her wiha li cihê ku di bin kontrola opozîsyonê de ne şer derdixe ev dide diyarkirin ku van hêzan li hev nekirine. Astana civîneke berjewendiyan e di navbera van hersê dewletan de û xuya dike ku berjewendiyên wan li ser Sûriyeyê û derveyî Sûriyeyê ne wekî hev in û li dijberî hev in her wiha di doza Sûriyeyê de pir nakokiyên wan ên kûr hene. Nakokiyên di navbera Tirkiye û Rûsyayê de ne tenê li ser Sûriye ne lê belê li ser dewletên cîran ên di navbera Rûsya û Tirkiyeyê jî de ne. Mînak Tirkiye destekê dide dewleta Ukranyayê û gelek balafirên bê pîlot firotinê, di heman demê de Ukranya û Rûsya di nav nakokiyê de ne. Di nêrîna min de belgeyên ku her du dewlet zextê pê li hev bikin di destên wan de hene. Ji bo wê encamên nêyînî yên Astanayê bandora xwe li cihên din dike.”
"Hikûmeta Şamê nafikire riyên çareseriyê bi pêş bixe tenê kursiyên xwe diparêze"
Çinar Salih rewşa aloziya li Sûriyeyê nirxand û wiha pêde çû: “Sûriye ev zêdetirî 10 salan e bûye qada şer, bûye rojeve cîhanî û derketina DAIŞ’ê li herêmê bêtir bala cîhanê kişand. Her wiha gelek hêz derbasî vê pirsgirêkê bûn, pirsgirêk tenê nema di navbera hikûmet û civaka Sûriyeyê de ye pir alî derbasî wê bûn. Piştî deh salan ji vî şerî êdî hêdî hêdî Sûriye ber bi tevliheviyeke mezin ve diçe yanî ne şer û ne jî çareserî pirsgirêk li holê hîştine. Êdî zagonên navneteweyî ji Sûriyeyê re nemane û dewletên derdorê weke Tirkiye û Iraqê bêyî ku hesabê sînoran bikin debas dibûn. Piştî şikestina DAIŞ’ê di Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de êdî ew şerê mezin nemaye lê Sûriye ber bi îstîqrarek neyînî ve çûye di vê warê de bêdengî heye û ji bo çareseriya doza Sûriyeyê tu çareserî nayê pêşkêşkirin. Em dizanin dema şer li ser rûyê erdê raweste dibe çareseriyên mayinde bên pêşxistin lê her alî difikire bê bi kîjan aliyê din re berjewendiyên xwe mayinde bike. Hêzên ku li Sûriyeyê cih digrin pêwîst e mirov projeyên her yek ji wan li Sûriyeyê bîne ziman û her hêzek jî bi hincetekê derbasî Sûriyeyê bûye. Amarîka bi hinceta şerê DAIŞ’ê derbas bû, hêza weke Rûsya ji bo parastina hikûmeta Sûriyeyê cihê xwe li vir girt û hin alî jî bi hinceta nêzîkbûna ol û mezhebê ji hikûmetê re mîna Îran derbasî Sûriyeyê bûn. Niha piştî deh salan êdî bi çi hincetê dimînin? ger em li her hêzê binêrin em ê ferq bikin kîjan hêz çareseriyê dixwaze û kîjan hêz çareseriyê naxwaze pêwîst e mirov van mijaran analîz bike da bikaribe çareseriyeke baş ji bo vê rewşê bi pêş bixe. Hikûmeta Şamê yek ji hêzên ku nafikire çareseriyê pêşkêş bike û tenê xema wê ew e ku kursiyên xwe biparêze. Mayina rejîma Sûriyeyê li ser hikum ev bû hêzên ku zext kirin vê hikûmetê bixînin di aliyê hêzê de nêzî hev bûn di encamê de hikûmetê feyde ji vê hevsengiyê kir û dikaribû heya niha bimîne.”
"Hikûmetên li ser dîktatoriyê ava dibin ji wan re nêrîna civakê ne girîng e"
Çinar bal kişand ser sîstema hikûmetên dîktator û nêrînên wan ji çareseriya pirsgirêka li Sûriyeyê re û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Beşeke mezin ji Sûriyeyê weke Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ne di destên rejîmê de ye. Tenê çend bajarên mezin ên navendî di destên wê de ne û hikûmeta Sûriyeyê vê yekê ji xwe re bes dibîne ji bo wê ne alîgirê çareseriyê ye. Di nêrîna min de ger çareserî çêbibe wê li ser hesabê hikûmeta Sûriyeyê be. Ger destûr bê guhertin wê gelek berdêlan bide û hin tişên sereke qebûl bike yanî çi di guhertina destûrê de bê qebûlkirin jê tê xwarin. Hikûmetên bi vî şeklî yên li ser dîktatoriyê ava dibin ji wan re nêrîna civakê ne girîng e ji ber ku gel û hilbijartin ji van hikûmetan re ne pêwîst e û ne girîng e jê re gel têr e yan jî pirçî ye. Madem di şer de ev hikûmet ma li ser piyan nahêle di aramiyê de xwe winda bike. Hebûna Îranê li Sûriyeyê giraniyeke mezin danî holê berê jî tê de bi cih bûbû lê ne bi qasî di nav vî şerî de. Projeyek îranê heye jê re dibêjin projeya hîlala Şî’a heya Yemen, Libnan, Sûriye û Iraqê xwe vedide. Îran bi hebûna vê projeya xwe dixwaze bibe hêzeke bingehîn di nav hêzên Rojhilata Navîn de û pêşbirkê bi Israîlê re dike da bikeve şûna wê û bibe hêza yekemîn. Îranê di şerê Sûriyeyê de projeya xwe xurt kir û bi rejîma Sûriyeyê re şer kir û jê re kûrkirina aloziyê qezenc e wek çawa Hizbullah di Libnanê de aktîf e wisa dixwaze di Sûriyeyê de bimîne. Rûsya jî yek ji dewletên ku pêwîstiya wê bi çareseriye Sûriyeyê heye û çareseriyeke çawa be dikare qebûl bike, ji ber ku Rûsyayê hevkariya rejîma Sûriyeyê kiriye û bihayên pir mezin xistiye vî şerî, ji bo wê çareserî bi kîjan şeklî be wê windakirinên wê lê vegerîne. Tifaqên ku Rûsyayê li ser ava germ çêkiriye li bajarên weke Laziqiyê û Tertûs ên Sûriyeyê pêwîst e êdî bide şixulandin ji bo wê di nêrîna min de Rûsya pêwîstiya wê bi çareseriyê heye. Gotina Rûsyayê li ser Sûriyeyê ne gelekî dijwar e tişta ku Rûsya ji Sûriyeyê bixwaze nikare ferz bike ji ber hêzeke din heye kengî li hikûmetê tengav were xwe dide aliyê Îranê ji bo wê gelek caran gotina Rûsyayê li hewa dimîne.”
"Amerîka bi hinceta şerê li dijî DAIŞ’ê hatiye Sûriyeyê"
Çinar hebûna Amerîkayê li Sûriyeyê anî ziman ku tenê dixwaze armancên xwe pêk bîne û ne alîgirê çareseriyê û wiha domand: “Hebûna Amerîka ya li Sûriyeyê jî pêwîst e mirov binirxîne, Amerîka bi hinceta şerê li dijî DAIŞ’ê hatiye Sûriyeyê, ev şer hemen ber bi dawî ve çûye tenê hin şaneyên razayî yên DAIŞ’ê mane. Helbet îhtîmal heye DAIŞ ji nû ve zindî bibe ji ber têkiliyên hin aliyan weke Tirkiye bi vê rêxistina teror re hene û alîkar e her DAIŞ’ê bixuliqîne. Li gor nêrîna me hebûna Amerîkayê ji bo van hevsengiyan e û ev dibe sedem ku Amerîka temenê xwe li herêmê dirêj bike. Armancên Amerîkayê yên ne eşkere jî hene ji bo parastina ewlehiya Israîlê nêzî Îranê maye, ji ber dem bi dem şerê nerm di navbera Israîl û Îranê de derdikeve. Ji bo doza Sûriyeyê Amerîka ne alîgirê çareseriyê ye û ne jî alîgir e ku çareserî bi pêş nekeve rewşa heyî ji wê re jî baş e. Ji bo ku nekeve bin zexteke navneteweyî de hinceta mayîna wê ya li Sûriyeyê nemaye û pêwîst e ji wir vekişe. Hêzên din ên pêwîstiya xwe bi çareseriyê dibînin yek jê em in Kurdên herêmê ne di Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di bin banê Rêveberiya Xweser kar û xebatê xwe didin meşandin. Ji ber ku em aliyê sêyemîn ê vê çareseriyê ne. Herêmên me her di bin tehdîdên derve de ne û dema çareserî neyê pêşxistin mirovên vê herêmê nikarin bi aramî bijîn û aktif tevli bibin. Dîsa jî rewşa herî bi aram di tevahî Sûriyeyê de rewşa herêmên me ye û çareserî di destên me de ye ji ber em xwedî projeyeke demokratîk in. Di Sûriyeyê de yên ku êdî mijara hebûna wan tevlihev dibe dewleta tirk e. Di hundirê dewletê de pirsgirêkên bingehîn hene di van 20 salên dawî de bi hatina hikûmeta AKP’ê mirov di Tirkiyeyê de bê qîmet bûne û di nava krîzek de dijîn. Bertekên civakê li hemberî hikûmeta AKP’ê hene û rewşa aborî ber bi tehlûkeyê ve diçe. Di nêrîna min de bi îhtîmala mezin AKP di hilbijartinan de nikare weke berê dengan qezenc bike. Piştî AKP’ê li Tirkiyeyê dê şerekî mezin hebe û pêwîst e em li gorî wê amade bin û ji vê rewşê re haydar bin. Ji ber vê rewşê em bawer nakin Tirkiye careke din derkeve derveyî sînorê xwe û herêmên din dagir bike. Çareseriya em dixwazin mirov dikare di vê demê de ferz bike.”
"Pêşniyarên ji bo çareseriya aloziya li Sûriyeyê"
Çinar salih pêşniyarên ji bo çareseriyê ji bo rewşa aloziya li Sûriyeyê pêşkêş kir û wiha bi dawî kir: “Ji bo çareseriya pirsgirêka li Sûriyeyê Rêber Apo sê riyên çareseriyê di paraznameyên xwe de pêşkêş kiriye. Çareseriya yekemîn diyaloga bi hikûmeta navendî ya Sûriyeyê re ye. Ger ev yek nehat qebûlkirin çareseriya duyemîn em weke keyanek serbixwe bijîn mînak rewşa niha em tê de dijîn ku tevî êrîş û tehdîdan me hebûna xwe parast lê dîsa jî em yekbûna vî welatî dixwazin û di destûrê de hebûna projeya xwe mayinde bikin. Çareseriya sêyemîn herêmên xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi herêmên xweser ên li Kurdistanê bidin girêdan mînak herêma xweser li Rojavayê Kurdistanê bi herêma xweser li Başûrê Kurdistanê ve bidin girêdan. Bi giştî gelek riyên çareseriyê hene û Rojhilata Navîn pêwîstiya wê bi dîzaynê heye û em esasê vê dîzaynê ne. Erka mezin dikeve ser milên me û pêwîst e em bi vî ruhî tevbigerin.”