‘Çareseriya krîzan Netewa Demokratîk e’

Hevseroka Meclisa Gel a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî Filîz Budak diyar kir ku li dijî saziyên netew-dewletê divê yên modernîteya demokratîk werin avakirin û got ku bi modernîteya demokratîk azadiya zayendan pêkan e.

BERJÎN KARA

Mexmûr – Sedsala 21’ê bi derketina hêzên hegemonîk ên dewletên bi hêz re, bûye serdemek e ku nakokî û terorîzma li ser bingeha hêz, mezheb, etnîk û olê bigihîje lûtkeyê. Der barê pevçûnên di navbera Îsraîl û Filistînê de bandora şer a li ser jinan ango girêdayî olperestî û netewperestiya ku li Rojhilata Navîn tê kûrkirin, şerê ku girêdayî vê diqewimin û bandora wan a li ser jinan her wiha girêdayî riya çareseriya şerê ku li Rojhilata Navîn û giştî cîhanê tê kûrkirin de girîngiya paradîgmaya Neteweya Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, em bi Hevseroka Meclisa Gel a Mexmûrê Filîz Budak re axivîn.

‘Hikûmeta AKP-MHP’ê bi bikaranîna olê dixwaze hebûna xwe bide pejirandin’

Filîz Budak di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku olperestiya ji aliyê netew-dewletên ku ji xwe re weke riya bandorkirina civakê dibînin, her diçe pêla wê belavtir dibe û got: “Di Rojhilata Navîn de di bin navê hinek komên olperest de her ku çû olperestî hat kûrkirin. Çawa zayendperestî, zanistperestî hat kûrkirin di heman demê de olperestî jî heta tu bibêjî hatiye kûrkirin. Dema em li hikûmeta AKP-MHP’a ku niha li ser hukm in binêrin, bi taybetî di aliyê olê de em dibînin ku bi hestên gel lîstine, bi olperestiyê xwest hîn zêdetir xwe li ser hikûm bigre, zêdetir di nava gelan de dixwaze hebûna xwe bide qebûlkirin. Her weke ku alimek be, xelîfeyek be û bi taybetî jî weke ku ew xwedî olê Îslamê ya rast bin û bi pêş dixin xwe nîşan didin. Bi vî şêweyî xwe dan naskirin û xwestin hikumdariya xwe hîn zêdetir bidin berdewamkirin di Rojhilata Navîn de.”

‘Ol kirin amûra komkujiyan’

Filîz Budak destnîşan kir ku hinek dewletên Ereban ji bo ku hebûna xwe bidin domandin olê bi kar anîne û di bin navê komên çete yên wek Îrhabî, Talîban û DAIŞ’ê de li ser mirovan komkujiyan pêk tînin û wiha got: “Cihê ku di heqîqetê de tê gotin Îslamiyet wateya xwe aştî ye, wekhevî û xweşbînî ye. Van koman vê olê veguherandin komkujî, sermaye, qetilkirina civakan. Şerê ku niha li Filistînê ji aliyê Îsraîlê ve tê meşandin, şerê ku Hamas dimeşîne qaşo dibêje ez nûnertiya Filistînê dikim di wî şerî de herî zêde jin û zarok tên kuştin. Di dema ku DAIŞ ket Rojhilata Navîn de bi taybetî vê got: “Pêwîst e jin me nekujin, dema jin me bikujin em naçin bihuştê.” Hîn zêdetir berê xwe dan jinan, bi kuştinê, bi firotinê, kolekirinê, bi cariyekirinê, bi pêşkêşkirina kesên ku ji wan re digotin cîhadîst ku tenê hewl didin hemu qirêjiyên xwe di bin navê cîhadê de veşêrin, pêşkêşî leşkerên xwe kirin. Bi hezaran jin di wî şerî de winda bûn, hatin qetilkirin, di gorên komî de hatin veşartin û heta niha jî aqûbeta hinekan ji wan ne diyar e.”

‘Bi têgeha ‘guneh’ pîrozî û azadiya jinan di olan de qels kirin’

Filîz Budak di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser pêkanînên ku di bin navê olê de li ser jinan tên ferzkirin û got: “Herî dawî li Efganistanê derketina Talîbanê bi heman şêweyî, jiyanê li jinan kir zindan. Ev tenê di sedsala ku em dijîn de wisa nîn e, di serdemên berê de li Ewropayê jî wisa bû. Ola Xirîstiyaniyê ya ku hat pêşxistin herî zêde li jinan xist, herî zêde jinan kir kole. Jinan wekî barekî gunehan da nîşandan. Her wekî ku her tişta di olê de guneh be tenê ji bo jinan hatibe pênasekirin û avakirin. Têgihîştinekî wisa, feraseteke wisa, dan avakirin. Ji porê serê wan bigre, heta destên wan, axaftin, rabûn, rûniştina wan bigre heta gelek tiştên din, di olê de li gorî xwe pîvaneke danîn û li ser her kiryarê gunehekî hat barkirin. Ew pîroziya jinan, ew pîroziya dayiktiyê, ew keda wê hemû di bin perdeyên gunehan de hatin veşartin. Ji ber wê yekê olperestiya ku tê kûrkirin dema jinan dikin kole, di heman demê de civakê jî dikin kole û dixin bin nîrê desthilatdariyê.”

‘Di şerên ku tên meşandin de hemû bazar li ser jinan tên kirin’

Filîz Budak, bandora pevçûnên di navbera Îsraîl û Filistînê yên li ser jinan wiha bilêv kir: “Li Filistînê herî zêde bedena jinan hat teşhîrkirin û herî zêde teşhîrkirina bedena wan bi taybetî Hamasa ku dibêje nûnertiya Filistînê dikim kir. Ango em dibînin di şerên ku tên meşandin de hemû bazar li ser jinan tên kirin. Yên ku direvin, diçin û terk dikin zilam in. Êrîşî bajar, gundan tê kirin ên derdikevin zilam in, ên ku dimînin di nav destan de jin û zarok in. Ên ku tên bombebarankirin, destdirêjahî li wan tê kirin jin û zarok in.”

‘Kapîtalîzmê di bin navê azadiyê de koletiya herî kûr dide jiyandin’

Filîz Budak, destnîşan kir ku tenê riya xilasbûna ji olperestiya di bin berjewendiyên desthilatdariyê de tê kûrkirin, pergala modernîteya demokratîk e û got: “Derketin û xilasbûna ji olperestiya ku weke nexweşiyeke belav dibe, civakê dihelîne, dirizîne bêguman modernîteya demokratîk e. Di modernîteya demokratîk de şêweyê hevjiyana azad, îradebûyîna jinan e, têkoşeriya jinan û xweşikbûyîna rih û bedena wan a ku bi fizîka xwe re dike yek e. Yan jî mirov bibêje bi pênc rêgezên ku PAJK’ê daniye holê, bi van pênc rêgezan xwe pêçana jinan dikare bibe xilasiya ji vê olperestiya ku di cîhanê de tê hişkkirin û tenê bazara xwe li ser jinan dike, dikare xwe jê xilas bike. Bêguman ev pênc rêgez îradebûyîna azad e, xwerêxistinkirin e, welatparêzî, etîk-estetîk û têkoşîn e. Ya girîng têkoşîn, li hemberî hemû kiryarên ku têne kirin, pêwîst e xurt be. Ev jî bi pergala Neteweya Demokratîk tê pêkanîn. Dema Rêbertî dibêje; ‘pêwîst e hûn li cîhanê konfederalîzma jinê bidin avakirin’ behsa vê yekê dike. Ji ber ku tenê ne li Kurdistanê jin bindest in, li Kurdistanê tenê jin tune nayên hesibandin yan jî îradeya wan hatiye desteserkirin. Di tevahiya cîhanê de pergaleke kapîtalîzmê heye ku di bin navê azadiyê de koletiya herî kûr dide ferzkirin.”

‘Jinên cîhanê di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de azadiyê dîtin’

Filîz Budak anî ziman ku konfederalîzma demokratîk dema weke ya jinan û cîhanê hat avakirin wê demê wê bibe xilasiya giştî ya jinên cîhanê jî û wiha got: “Mînakên vê hatine dîtin. Bi Rojavayê Kurdistanê bi şoreşa 19’ê Tîrmehê re pêşengiya jinan a ji vê şoreşê re kirin, me dît heta ji Ewropa, ji Emerîka û hemû aliyên Rojhilata Navîn jinan çirûskeke azadiyê tê de dît û berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê. Jinên têkoşer ên çiyayên azad ên Kurdistanê şer didin meşandin, di bin pêşengiya rêxistina xwe YJA-STAR de têdikoşin. Li vê derê mirov dibîne bi rastî jî çalakiyên ku dikin, têkoşîna ku didomînin, hêza ku ava kirine dibe mînakeke ji jinên cîhanê re. Bêguman ev hemû di bin pergala konfederalîzma demokratîk de hatin avakirin. Di vê pergalê de îradebûyîna jinan a di nava civakê de şertê sereke ye. Ji ber ku ya îradeya wê tunebe jixwe nikare biaxive, bifikire, ne jî pêk bîne. Pêwîst e li vê derê di Rojhilata Navîn de bi taybetî jin bikaribin hebûn û hêza xwe nas bikin. Jin hêza ku tehekumê li ser wan dike pêwîst e bizanibin.”

‘Civakek ku xwedî parastina cewherî nebe mehkûmê têkçûnê ye’

Filîz Budak, da zanîn ku pergalên heyî jinan ji hemû sazî û dezgehan paşve vekişandine û wiha got: “Destên jinê ji xebatê kişandine, ji aboriyê, rêxistinbûyînê û rêveberiyê kişandine. Hemû qadên ku ji jinan hatine dizîn û bi darê zorê ji wan girtine bi konfederalîzma demokratîk, neteweya demokratîk a Rêbertî careke din jin li wan qadan vedigerin ango qadên ku pêwîst e jin tê de têbikoşin. Ya yekem vê têkoşînê divê di asta parastina cewherî de bidin. Ji ber ku tu hebûna xwe neparêzî tu nikarî bibî îrade, rêxistin û di wê derê de serkeftinê bi dest bixî. Divê destpêkê tu hebî. Jin divê destpêkê hebûna xwe bixin bin temînatê û ev yek bi parastina cewherî û rêxistinkirinê pêk tê. Divê em weke jin vê bizanibin, kesek me naparêze. Pergalên ku hatine avakirin hemû li ser têkbirina ruh, beden, mêjî û fizîka me hatine avakirin. Di vê alî de zanebûna jinan, xwerêxistinkirina wan û hebûna wan a bi hêz, dikare wan bibe serkeftinê. Civakek ku parastina cewherî ya wê tunebe, mehkûmê têkçûnê ye.”

‘Di erka parastina civakê de pêwîst e teqez jin cihê xwe bigrin’

Filîz Budak got ku tiştên îro li Filistînê diqewimin, ger li wê derê hêzeke jinan a ku bikaribe biparêze hebûya wê rûyê wê têkoşînê cudatir bûya û wiha erdewam kir: “Dibe ku îro encamên wê têkoşînê cudatir bûna. Lê belê li wê derê ya li ser desthilatdariyê olperestî bû, ev ol bi tu şêweyî rê nade jin di nava parastineke cewherî de cih bigrin. Îro di encamê de bi hezaran jin bi destdirêjî û komkujiyê re rû bi rû ne. Ew zilam nikarin wan jinan biparêzin. Artêş û hikûmeta wan jî hebû lê nikaribûn biparêzin. Ji wê wêdetir jî bi dewletên din re berjewendiyên xwe derxistin holê. Îro li wê derê ew jin, zarok û civak bê parastin mane. Artêşê bi artêşê re şer kir ên ku di navbera wan de man hemû kesên civakê û jin bûn. Ji ber wê yekê di erka xweparastin û parastina civakê de pêwîst e teqez jin cihê xwe bigrin.”

‘Em kevneşopiya jinên Filistînê ji Leyla Xalid dizanin’

Filîz Budak da xuyakirin ku di têkoşîna li Kobanê hatiye meşandin de herî zêde jinan cihê xwe girtin û got: “Ji ber wê ji Kobanê re gotin ‘bajarê jinan.’ Herî zêde di têkoşîna wê de hevalên jin cih girtin. Keçên 17-18 salî bûn ji malê derketin çek hilgirtin û çûn eniyên şer. Li wir îradeya Arîn Mîrkan hat nîşandan. Gelo çima li Filistînê ev îrade dernakeve holê? Beriya wê Leyla Xalid hebû, em kevneşopiya jinên Filistînê ji Leyla Xalid dizanin. Çima heman pêl careke din ranabe? Tepisandin û çewisandinên olî yên ku li wê derê hene û olperestiya ku tê kûrkirin rê nade pêlek din a şoreşger a jinan derbikeve holê.”

‘Ji 2014’an ve heya niha jinên Şengalî operasyonên rizgarkirina jinan dimeşînin’

Filîz Budak teqez kir ku divê jin di asta cîhanî de xwe li ser paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan xwe bi rêxistin bikin û wiha berdewam kir: “Mînakên vê li Kurdistanê hatine avakirin. Ev hem li çiyayên azad hem jî li Şengalê hene. Di sala 2014’an de Şengal bi komkujiyê re rû bi rû ma. Nêzî 5 hezar mirov li wê derê hatin tunekirin, revandin, qetilkirin, şewitandin û di bazaran de hatin firotin. Li wê derê hêzeke ku bikaribe xwe biparêze tunebû. Piştî wê êrîşa mezin jinan xwe birêxistin kir loma îro kes nikare dest dirêjî Şengalê bike. Nikare jinek birevîne û li bazaran bifiroşe. Jinên ku xwe bi pergala modernîteya demokratîk bi rêxistin kirine dibêjin em tola jinên ku we qetil kirine û winda kirine digrin. Ji 2014’an heya niha jî jinên Şengalê operasyonên rizgarkirina jinên ku di wê demê de hatine revandin pêk tînin û wan rizgar dikin. Yek bi yek li şopên wan digerin û jinên ku digihîjin wan rizgar dikin.”

‘Jin bi komkujiyan re rû bi rû ne’

Filîz Budak diyar kir ku di bin navê mezheb, ol û layîqtiyê yan jî yeknetewbûnê de her diçe li Rojhilata Navîn şer dijwartir dibin û got: “Îro Filistîn û Îsraîl, sibê ne diyar e wê li kîjan welatî ev şer derbikeve. Ji bo jinên ku li welatên din dijîn, bi heman komkujiyê re rû bi rû nemînin di vê derê de divê jinên Kurd ji xwe re mînak bigrin pêwîst e ji bo wan xala sereke be. Ne wisa be wê her dem jin bi komkujiyan re rû bi rû bimînin. Di nava dewletê de jî wisa ye, dewletên ku xwe niha azad hîs dikin yan jî azad didin nîşandan jî wisa ye.

‘Modernîteya Demokratîk riya rizgariyê ye’

Di dewletên herî bi hêz de jin di nava kolanê de rastî lêdanê tên, kes tiştek nake. Tên şewitandin, destdirêjî li wan tê kirin û yên ku vî tiştî dikin jî endamên dewletê bi xwe ne. Ji ber wê yekê li hemberî hemû saziyên netew-dewletê rêxistinkirina saziyên modernîteya demokratîk şertê bingehîn e. Ev yek dikare zêdetir me jinan bibe serkeftinê. Ger pergala netew-dewletê ya desthilatdariyê be; modernîteya demokratîk jî di bin navê wekheviya herdu zayendan û pêşengiya jinan de riya rizgariya jinan e.”