“Çareseriya herî baş guhertina pergala Herêma Kurdistanê ye”

Parlamenterên Herêma Kurdistanê diyar dikin ku parlamenterên Herêma Kurdistanê ji bo çareseriyan tu gavan navêjin wijdanê wan nemaye, ji ber berjewendiyên navxweyî parlamenter xwe bêdeng dikin ev yek jî bandorek mezin li ser xizmeta gel dike.

TERZÊ TAHA
Silêmanî- Parlameto pergala rêvebirina gel a bi awayek demokratîk e. Sê nav ji bo vê pergala demokratîk hene ev jî bicihanîna peywira desthilatdarî, makezagon û zagon e. Erka parlamentoyê ya herî giring yasa amadekirin û çavdêrîkirina yasayê ye û ji bo hemû pirsgirêkên gel bibe çareseriye.
 Dema parlemen bi dengê gel hatibe hilbijartin divê xizmeta gel bikin. Lê belê di hinek welatên Cîhanê de bi teybet li Rojhilata Navîn parelmento ji bi berjewendiyên partiyan kar dike. Li herêma Federal ya Kurdistanê ji parlemto tenê ji bo berjewendiyê partiya PDK’ê (Partiya Demoqrata Kurdistanê) kar dike di derbarê pîrsgirêkên Herêma Kurdistanê de parlementer dibêjin; ‘Tenê rêyek ya çareseriya pîrsgirêkên gel heye ew jî guhertina sîstema Hikumeta Herman Kurdsitanê ye.’ 
 “Pirsgirêkên parlementoyê gelekin”
pîrsgirêkên parlemenê hinde zêdeye, nizanin edî li ser esasê kijan pirsgirêkan kom bûne
Mujde Mehmûd yek ji parlemenên partiya Nuwey Nuye dibêje parlemnto ji bo pirsgirêkên civakê nave bersîv û got: “Her çendî qeyrana Herêma Kurdistanê her ku diçe kurtir dibe. Me weke parlmenter çend rêyên çareseriyê pêşkêş kir. Lê belê ji ber sedema lawaziya desteya serokatiya parlamentoyê bêencam dibîme ev pirsgirêk nayên çareserkirin. Di parlamentoyê de ji ber berjewendiyên desthilatdariya xwe parlamenter bêdeng dimînin û rê nayê dayîn ku bi azadî nêrîn û pêşniyar werin pêşxistin.”
“Tenê mijara pereyê ku dikeve berika hikumetê dikin rojev”
Mujde bal kişand ser ku parlamento tenê mijarên di berjewendiya partiyên wan de dixe rojeva xwe û wiha domand: “Li vê derê em nûnertiya gelekî dikin, gel em hlbijartine ji bo em pirsgirêkên wan çareser bikin. Lê belê diviyabû desteya serokatiya Parlamentoya Herêma Kurdistanê mijarên çareseriya pirsgirêkên gel bi xwe di rojeva bernemayên xwe de nîqaş bikira. Tenê mijarên pereyê ku bikeve destên hikumetê dixin rojeva bernamayên xwe.”
“Desthilatdariya heyî rola xwe nalîze”
Bihar Eburehman endama deman berê ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê ya Fraksyona Yekgirtuya Islamê da zanîn ku tenê rêya çareseriya pirsgirêkên civakê û qeyrana heyî guhertina pergala niha ya Hikumeta Herêma Kurdistanê ye û wiha got: “Parlamentoya herêma Kurdistanê di berjewendiya partiyan de kar dike û beşeke din jî ji ber ezmûna karê medenî hatiye veqetandin. Aqil û hestên xebata şoreşgerên çiyayî veguheriye xebatên medenî, ji ber wê ye ku hizb û kesên di nava hizban de zêdetir dikarin bibin xwedî rol lê belê hizb û endamên hizban jî ji bo desthilatdariya xwe kar dikin. Hemû hizb ji bo desthilatdariya xwe parçe bûne. Desthilatdariya hatiye damezirandin jî nikare rola xwe baş bilîze. Çareseriya herî baş guhertina vê pergala Herêma Kurdistanê ya heyî ye. Heta ku ev kes, desthilatdar bin û xebatên medenî hebin wê berejewendiyên xwe de bi kar bînin. Divê ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan her parlamenter erka ku dikeve li ser milan pêk bîne.