Çalakvanên Misrî: Nûneratiya jinan di partiyên siyasî de zêde dibe lê têrê nake

Jinên çalakvan diyar kirin ku temsîliyeta jinan di partiyên siyasî yên Misrê de zêde bûye lê hîn jî di pêvajoyên biryardanê de rolek sînorkirî dilîzin û ji bo ku kota sembolîk nemîne û jinan bihêz bikin, tekezî li ser girîngiya hewildanên kolektîf kirin.

ESMAA FETHÎ

Qahîre – Jin di nav partiyên Misrê de bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû ne. Ev ji nebûna mekanîzmayên zelal a ji bo hêzdarkirina wan dest pê dike. Tevî çandeke partiyê ya ku bi piranî ji hêla mêran ve tê serdestkirin, wiha ye. Ev dibe sedem ku hin partî ji avakirina bingehek demokratîk a berfireh bêtir, bi têkoşîna ji bo jiyanê re mijûl bibin.

‘Hêzdayîna jinan a di nav saziyên siyasî de dike pêvajoyek hêdî’

Hebûna komîteyên jinan di gelek partiyan de rola gelek jinan sembolîk kiriye an jî bi çalakiyên civakî û parêzvaniyê ve sînordar kiriye. Hin ceribandinên partiyan hewl dane ku beşdariya jinan ji nû ve pênase bikin, çi bi namzedkirina jinan ji bo postên serokatiyê be, an jî bi pejirandina rojevên siyasî yên ku mijarên wekheviya muameleyê ji bo her du zayendan çareser dikin. Meriv dikare bêje ku ev hewldan bi sînor in û di nav dîmena partiyan de meyleke giştî pêk naynin. Ev yek jî hêzdayîna jinan a di nav saziyên siyasî de dike pêvajoyek hêdî ku bi çarçoveya giştî ve girêdayî ye.

‘Pêşbaziya ji bo pozîsyonên serokatiyê yên bi bandor sînordar dike’

Di asta yasadanînê de, sîstema kotaya parlemanî beşdarî zêdekirina temsîliyeta jinan a di meclîsên hilbijartî de bûye. Lê ev yek ne hewce ye ku di avahiya partiyan bi xwe de jî were nîşandan. Beşdarbûna jinan di biryardana navxweyî de qels dimîne. Her wiha, nebûna perwerdeya siyasî û piştgiriya darayî û medyayê ya qels, şiyana jinan a hilkişîna rêza partiyê û pêşbaziya ji bo pozîsyonên serokatiyê yên bi bandor sînordar dike.

‘Têgihîştinek xelet a kotayê heye û beşdariya rastîn a jinan tune’

Çalakvan û lêkolînera femînîst Aya Abdel Hamid piştrast kir ku di hebûna jinan a di partiyên Misrê de guhertinek rastîn çêbûye, lê ne di asta xwestî de. Ew bawer dike ku hebûn bi rastî zêde bûye, lê barê herî mezin ê veberhênanê û pêşxistina wê hebûnê, dikeve ser milê jinan. Aya Abdel destnîşan kir ku têgihîştinek xelet a têgeha kotayê heye, ji ber ku armanca wê demkî ye heya ku jin bêyî wê berdewam bikin û di qada giştî de amade bin. Lê belê, tiştê ku qewimî ev e ku bêyî çareserkirina têketinên ku rê li ber beşdarbûna wan a di qada giştî de digirin, bes bûye.

‘Redkirin hîn jî di nav gelek koman de heye’

Aya Abdel tekez kir ku hewl hatine dayîn ku jinan temsîl bikin, lê heta niha tu nirxandinek li ser bi rastî hêzdarkirina wan û beşdarbûna wan a di biryardanê de bi asteke bi bandor nehatiye kirin. Aya wiha got: “Ez hîs dikim ku piştî kotayê em wekî jin ji konseptekê bêtir, bûne hejmarek ku roleke me ya rastîn heye. Ez bawer dikim ku guhertina rastîn, tenê bi avakirina wekheviya maf û erkên bi bandor dê were bidestxistin. Ciwanên gel û partî hîn jî hewceyê perwerdehiya siyasî ne da ku qebûlkirina beşdarbûna jinan a di jiyana giştî de pêşve bibin. Ji ber ku redkirin hîn jî di nav gelek koman de heye.”

‘Jin di piraniya partiyan de çalak in lê têgihîştina wan guheriye’

Hoda Oqabî ku Sekretera Civaka Sivîl a li Gîzayê ya Partiya Sosyal Demokrat a Misrê ye, diyar kir ku îro dûrxistina jinan a ji partiyên siyasî êdî tuneye. Wê tekez kir ku rewşa jinan baştir dibe û dibe ku ev rewş di demên berê de wisa bûya lê niha li gorî wê, bi tevahî cûda ye. Ew bawer dike ku divê hêzdayîna jinan ne tenê qada partiyek be, di heman demê de berpirsyariyek kolektîf be ku hemû partiyan  bi rêya tevlêbûna wan a di biryardanê de, mîsogerkirina hebûna wan a di meqameyên biryardanê de û deverên din ên girîng de, digre nav xwe. Derbarê temsîliyeta siyasî de, Hoda destnîşan kir ku hejmarek nûnerên jin ji Meclîsa Nûneran derbasî Meclîsa Şûrayê bûne û tekez kir ku ew bi awayekî çalak beşdarî platformên gelemperî yên cûda dibin.

Li her derê sekreteryayên wan hene

Hoda derbarê ezmûna xwe ya kesane de, dibêje ku wê sê sal berê dest bi çalakiya xwe ya siyasî kiriye û di wê heyamê de bi saya perwerde û nîqaşên giştî yên ku ew beşdar bûye, gelek tiştan fêr bûye. Derbarê rewşa bajarên dûrî navendê, çi li Misira Jêrîn be çi li Misira Jorîn be, destnîşan kir ku li wir sekretaryeyên partiyan hene ku ew bi berdewamî bi wan re dixebitin. Ew serdanên periyodîk organîze dikin da ku kadroyan perwerde bikin û wan di çalakiyan de beşdar bikin, ji bilî wergirtina wan a li Qahîreyê da ku beşdarî civînên navendî bibin. Ew bawer dike ku ev nêzîkatî bi girîngî beşdarî şikandina ramana navendîbûnê û xurtkirina ragihandinê ya di navbera herêmên cûda de, dibe.

Kota û rola wan a bi bandor

Parêzer û lêkolînera mafên mirovan Hadeer Ahmed bawer dike ku pergala kotayê di serokatiya siyasî û dadwerî de dînamîzm û zindîtiya hebûn û temsîliyeta jinan vegerandiye. Hadeer di wê baweriyê de ye ku endeksa beşdariya jinan bi gelemperî ji hemû serdemên berê bilindtir dibe. Wê destnîşan kir ku bi avakirina Senatoyê ya dawî, ew ê asta temsîliyeta jinan bibînin û wiha got: “Mîna ya ku di parlementoya berê de qewimî. Rêjeya herî bilind a temsîliyeta jinan û her wiha pozîsyonên sereke û girîng di hikûmetê de şahidî kir ku nîşan dide ku pêvajoya beşdarbûnê ji îradeya siyasî ya rastîn derdikeve.”

‘Rola jinan tenê bi çareserkirina pirsgirêkên aborî an civakî sînordar nîne’

Hedaa anî ziman ku rola ku jin di partiyên siyasî de dilîzin ne tenê bi çareserkirina pirsgirêkên aborî an civakî ve sînordar e û wiha pê de çû: “Di heman demê de dirêjî aliyê aborî jî dibe û armanc dike ku bi beşdariya çalak a jinan a di astên cûda û di hemû waran de, peyamek ne-cudakariyê di navbera zayendan de bide. Derbarê biryardanê ya di partiyên siyasî yên Misrê de, çarçoveya wê ne ewqas mezin e ku tê hêvîkirin. Lê tevgerek rastîn û meyldariyek heye ku jin tê de cih bigirin ku roj bi roj rewşê baştir dike.”

Hêjayî gotinê ye ku xurtkirina hebûna jinan a di partiyên siyasî yên Misrê de ne tenê bi peydakirina derfetên fermî ve girêdayî ye. Berovajî vê, ew hewce dike ku çanda partiyê li ser bingehên demokratîk ji nû ve were avakirin ku beşdariya dadperwer garantî dike. Hêzdarkirina jinan a di warê siyasî de, gavek ber bi nûkirina jiyana partiyê ya bi tevahî û vegerandina baweriyê ya bi xebata giştî ya wekî amûrek ji bo guhertina civakî û siyasî ya li Misrê ve ye.