Çalakvanên Filistînî: Şoreşa jinan a li Îranê destpêkek bihêz e

Çalakvanên Filistînî diyar kirin ku serhildana “Jin Jiyan Azadî” li Îranê ji bo jinan destpêkek ji bo bidestxistina azadî û wekheviyê ye û dan zanîn ku her çendî hewl hat dayîn bi xwînê were tepeserkirin, lê destkeftiyên girîng bi dest ketine.

NAGHAM KARAJEH

Xeza – Bi nêz salvegera yekemîn a serhildana ku li Îranê piştî ji aliyê 'polîsên exlaqî' ve qetilkirina Jîna Emînî bi pêşengiya jinan dest pê kir, desteka jinên ji gelek welatan dewam dike. Siyasetmedara Filistînî Meryem Ebû Daka û aktîvîsta mafên mirovan Rana El-Heddad diyar kirin ku ew bi jinên li Îranê re têdikoşin re di nav hevgirtinê de ne.

'Jinên Îranî dixwazin mafên wan bi temamî bên bicihanîn'

Meryem Ebû Dekka diyar kir ku ew cesareta jinên Îranî, têkoşîna wan a mezin, redkirina polîtîkayên cihêkar û mêtingerî û berxwedana wan silav dike û got, “Jinên Îranî ji bo bidestxistina azadiya xwe, bidestxistina mafên xwe, edalet û wekheviyê têkoşîna xwe didomînin. Em weke jin li hemû welatan yek in, da ku karibin bi rola pêşengtiyê rabin û rola xwe di avakirina civakên xwe de derxin pêş." Ebû Dakka destnîşan kir ku têkoşîna jinan a ji bo bidestxistina edaleta civakî, wekhevî û azadiyê hevpar e û wiha got:

 “Ji ber vê yekê em di têkiliyên xwe yên navneteweyî û Ereban de, di mijara avakirina têkiliya di navbera hemû jinên cîhanê de bi israr in. Bi baweriya min beşdariya jinên Îranê di jiyana siyasî de gaveke erênî ye û bi baweriya min jinan ji destpêka şoreşê ve heta niha bi awayekî nisbeten vê yekê bi dest xistine. Jinên Îranî li dijî neheqî û zilma ku li wan tê kirin daketin qadan û daxwaza bi temamî bicihanîna mafên xwe kirin. Beşdarbûna jinên Îranî di pêvajoyên biryardanê de dê bibe sedema guhertina rastiya wan ber bi başiyê ve."

'Em weke jin parçeyek girîng a berxwedanê ne'

Meryem Ebû Dekka diyar kir ku par beşdarî konferansa jinan a ku ji 44 welatan pêk dihat û jinên Îranî jî di nav de bûye û wiha nirxandin kir:

“Em têkoşîna xwe ya li dijî emperyalîzm, sîyonîzm, şer û hikûmetên neheq hevpar dikin. Bi vê hevkariyê re wê jin di civakên xwe de pêşengiyê bikin û bibin xwedî erk. Ger li her welatekî berxwedaneke femînîst bi ser bikeve, wê ji bo me jinên Filistînî jî bibe hêz. Ji bo rizgarkirina jinên Îranî ji hawîrdora bindestî û bêedaletiyê pêwîst e hevgirtina femînîst bê xurtkirin. Weke jin em giringiyê didin aştiya cîhanê. Di berxwedanên şoreşgerî yên li dijî emperyalîzmê de rola jinê pir girîng e. Weke jin em parçeyekî girîng a van berxwedanan in. Desthilatdarên ku vê yekê dizanin, jinan hedef digirin û bi awayên cuda êrîşî jinan dikin.”

'Cil û bergên ku ji aliyê hikûmetê ve hatine ferzkirin li xwe dikin'

Çalakvana mafên mirovan Rana El-Heddad diyar kir ku jinên Îranî rastî gelek binpêkirinan tên, bi taybet bi qanûna cil û bergên mecbûrî. Rana El-Heddad, anî ziman ku her kes dizane li Îranê jin û zarokên keç cil û bergên ferzkirî yên ku ji aliyê hikûmetê ve hatine pejirandin li xwe dikin û wiha got: “Em vê yekê binpêkirineke pir eşkere dibînin. Digel ku li welat qanûn rê dide zarokên keç ên di 13 saliya xwe de bizewicin, carinan ev temen dikare bi biryara dadger were daxistin. Pergala dadwerî dibe sîstemek pir neheq."

'Di bazara kar de jin jî bi zehmetiyan re rû bi rû ne'

Rana El-Heddad, diyar kir ku li Îranê jin ji qada giştî heyanîsiyaset, perwerde û jiyana xebatê hatine dûrxistin û ev agahî parve kir:

“Jinên ku dixwazin bixebitin divê destûra pejirandî ya hevjînê xwe bistînin. Ez vê yekê weke felaketeke jiyana jinên Îranî û biçûkxistina hebûna wan dibînim. Ji ber ku sazî û rêxistinên dewletê yên li Îranê mêran tercîh dikin û bi çavnebariyê tevdigerin, jin di bazara kar de jî bi zehmetiyên mezin re rû bi rû dimînin. Di sala 2019’an de rêjeya jinên beşdarî jiyana kar bûne ji sedî 18, ji bo mêran jî ev rêje ji sedî 72 bû. Di sala 2020’an de rêjeya tevlêbûna jinan a xebatê daket ji sedî 14’an. Her çiqas rêjeya jinên mezûnên zanîngehê ji sedî 50 derbas bike jî, wek min behs kir rêjeya beşdarbûna mêran ji sedî 70 ye.”

'Jinên Îranê tevî her cure zextan jî li ber xwe didin'

Rana El-Heddad diyar kir ku tevî zehmetiyan jî jinên Îranî têkoşînê dimeşînin û got, “Jinên Îranî tevî girtin, îşkence, ceza û her cure zextan bi taybet çalakiya rûniştinê û meşan li ber xwe didin. Ev destpêkek xurt e ji bo destpêkirina şoreşa jinan li Îranê. Serhildan bi 150 bajar û 140 zanîngehan re gihîşt hevgirtinek mezin. Serhildana şoreşgerî destpêkek girîng e ji bo bidestxistina azadî û daxwazên jinên Îranê. Di van xwepêşandan û çalakiyan de bi sedan jin û bi dehan zarok jî di nav de 14 hezar kes hatin girtin.”

'Mafên jinên Îranê di her qadê de tên binpêkirin'

Rana El-Heddad bi bîr xist ku rêxistinên femînîst û mafên mirovan beriya 10 salan daxwaznameyeke bi milyonek îmze pêşkêşî hikûmeta Îranê kiribûn û daxwaza derxistina yasayên nû yên parastina jin û malbatê kiribûn û got, “Lê belê ev hewldan hatin redkirin û rayedaran gav neavêt. Navendên jinan û mafên mirovan bi armanca balkişandina li ser binpêkirinên li dijî jinên Îranî, weşaneke rojane ya navneteweyî li ser televizyon, radyo û medyaya civakî dan destpêkirin. Jin li Îranê di şert û mercên herî dijwar de dijîn û di her qadê de mafên wan tên binpêkirin. Ji bo serxwebûn û îstiqrara jinên Îranî, pêwîst e jin di warê aborî de bibin xwedî hêz.”

'Têkoşîna demdirêj e'

Rana El-Heddad diyar kir ku ew serhildana Îranê ji nêz ve dişopîne û wiha dewam kir:

"Jinên Îranî bi hêz in. Ji ber dîtin ku jin li kolanan û li girtîgehan rastî îşkenceyê tên, îşkenceya herî xerab û nefret a heta kuştinê ye. Tevî vê yekê jî jinan bi binpêkirina qanûnên tund têkoşîna xwe berdewam kirin hîn jî li mafên xwe digerin, doza xwe ji cîhanê re radigihînin. Li dijî kuştina Jîna Emînî, ji ber sûcên xwe cezayê îdamê li wan hat birîn. Jiyana jinên Îranê di metirsiyê de ye. Jin bi yekdengî vê sûcê hovane red kirin û xwestin ku dawî li zilmê bê.

Jinên Îranî di rûbirûbûna hikûmetê de û neçarkirina wî bo guhertina rêgezên neadilane de gelek serkeftin bidest xistine. Lê helwesta fermî ya Hikûmeta Îranê derbarê mafên jinan de nehatiye guhertin. Kuştina jina ciwan Jîna Emînî bû destpêka serhildana jinên Îranê. Ew neheqiyê protesto dikin. Her çendî hewl tê dayîn serkeftina wan bi xwînê were tepisandin jî, di pêvajoya şoreşê de destkeftiyên girîng bi dest dixin. Têkoşîna jinên Îranê ji bo edalet û wekheviyê destpêkek girîng e. Têkoşîna jinên Îranî ji bo bidestxistina maf û azadiyên xwe û jiyana di civakeke dûrî tundî û hovîtiyê de û bi prensîbên mafên mirovan re lihevhatî ye, têkoşînek demdirêj e.”