Çalakvana siyasî ya Lubnanî: Çalakî û têkoşîna siyasî nasekine!

Çalakvana siyasî Lîna Hemdan tevî ku di hilbijartinên parlementoyê de 2 caran bi ser neket jî têkoşîna xwe didomîne. Lîna Hemdan da zanîn ku heta guhertina zagon û polîtîkayê û zêdekirina tevlêbûna aktîf a siyasî ya jinan wê têkoşînê xwe bidomîne.

SÛZAN EBÛ SEÎD

Beyrûd – Çalakvana siyasî Lîna Hemdan di şoreşa 17’ê Cotmehê ya salên 2019-2021’an dom kir de, hêviya xwe ya siyasî ya guhertinê pêk anî û li gel çalakvanên din di nava Komîteya Koordînasyona Şoreşê de kar kir û da zanîn ku guhertinên heyî ji hundirê desthilatdariyê pêk tê û ev yek ne li gor berjewendiya jinan û gelan de, di bin berjewendiya desthilatan de ye.

Lîna Hemdan diyar kir ku wê beriya sala 2010’an jiyana xwe weke çalakvaneke civakî dest pê kir û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Ez seroka çend komeleya me. Dema ku gel di 17ê Cotmehê de serî hilda, axaftina çalakvanan bi bîr û daxwazên min re hevaheng bû û ez beşdarî komên şoreşger bûm. Her wiha ez di nav desteya koordînasyonê de me ku berpirsiyara hemî dane, çalakî û pêşniyarên qanûnî yê ku ji rayedarên têkildar re têne şandin. Xebata min a civakî di berfirehkirina qada çalakî û xebata min de roleke mezin lîst û min gelek kes nas kir. Karê min êdî ne tenê bi xebata siyasî, yanî tenê mijara namzediyê ve sînordar maye, min hewl da ku di nav dezgehên siyasî yên civaka sivîl de beşdarî çareserkirina pirsgirêkên ciwan, geşepêdana civakî û perwerdeyê bibim.”

‘Jin di rêfên pêş yên şoreşê de cîh digirin’

Lîna Hemdan eşkere kir ku jin di refên pêş ên şoreşê de cih girtin û wiha pê de çû: “Li welatê me proje û yasayên çaksaziyê hene, lê ti biryarek ji bo cîbicîkirina wan nîne. Mebesta feqîrkirina Lubnanê heye û di hemû beşan de beşdarî hilweşandina wê dibe û di şoreşa 17’ê Cotmehê de jî baweriya me bi vê yekê hebû. Dixwazin axaftina azad bêdeng bikin, gel di hemû qadên jiyana wan û pêşeroja wan de nezan bihêlin. Ez di ezmûna xwe ya yekem a namzediya parlamentoyê de mixabin bi ser neketim û ew berî şoreşa 17’ê Cotmehê bû. Paşê ez îsal careke din namzed bûm, lê dîsa jî bisernekitim. Ji bo perwerdekirina dengdêran an jî wergirtina dengan ji dengdêran, kesên serbixwe ne xwediyê fînansek têr bûn û hem jî hebûna medyayê nebû.”

‘Diviyabû em hîn bêhtir birêxistin bûna’

Lîna Hemdan anî ziman ku tevî ku ew di hilbijartinên parlemanî de du caran bi ser neket, lê ew ê wek çalakvaneke Lubnanî xebata xwe berdewam bike û wek berbijar bimîne û tiştek di planên wê de nayê guhertin û wiha axivî: “Di ezmûna xwe ya sêyemîn de teqez ez ê di warê plansaziya stratejîk de bi tevahî amade bim. Ez ê li ser bilindkirina hişmendiya dengdêran bixebitim. Ji bo piraniya namzedan ti planeke stratejîk tunebû û hejmara lîsteyan pir bû û ev yek ji bo kesên ku ji şoreşa gel derketine nayê qebûlkirin. Diviyabû em bêtir birêxistin bûna, dengdêr jî bêtir hişyar bûna. Divê Konferansa 2’emîn were organîzekirin, ku em tê de zêdetirî 110 pispor di her warî de kom bikin da ku ji bo hemû sektoran, perwerdehî, tenduristî, aborî, jeopolîtîk û yên din raporek berfireh amade bikin û dûv re bigihîjin komek pêşniyaran.”

 ‘Parlementerên jin bi gelemperî  tên hilbijartin’

Lîna Hemdan got ku rast e ew serbixwe ne û nêrîna wan heye, lê bêyî proje û planeke pratîkî li ser erdê, çare nînin û ew nikarin kar bikin û wiha axivî: “Civaka navneteweyî daxwaza saziyên birêkûpêk ji me kir ji bo sektorên curbecur, di nav wan de sektora elektrîkê. Em li hundir an li derveyê parlamentoyê bin, çalakî û têkoşîna siyasî ranaweste. Şoreşa 17’ê Cotmehê beşdarî perwerdekirina mirovan ku karibin bandorê li rewşa koalîsyonê bikin û li ser yek projeyê bicivin bû. Ez tevî Nûner Helîma El-Qaqûr ji aliyê Balyozxaneya Kanadayê ve hatim hilbijartin ku nûnertiya Lubnanê di Parlemana Jinan de bikim, ku ev projeyek herêmî ye ji bo teşwîqkirina jinan ji bo tevlêbûna di qada siyasî de. Dê Sibata bê li Urdunê were lidarxistin. Înaya Ez El-Dîn sala berê nûnertiya Lubnanê dikir û beriya wê jî nûnera berê Dîma Cemalî nûnertiya Lubnanê dikir. Parlamenterên jin bi gelemperî têne hilbijartin, lê Balyoza Kenedî Hillary Childs-Adams pêşniyar kir ku Lubnan ji aliyê jinan ve were temsîlkirin û ne hewce ye ku ew parlamenter bin, lê divê ew nûnertiya jinan bikin. Navê min hatiye pêşniyarkirin, ji ber ku ez seroka komeleyan û endama zêdetirî 10 komeleyan û nûnera Weqfa Jinan a Cebel Amel bûm.”

‘Jin dengê diyalog, aştî û ramanê ne’

Lîna Hemdan bilêv kir ku hêviyek wan a mezin bi dengên jinan heye û di hilbijartinên pêşiya wan  de bandorê li dengên jinan bike û jin ne tenê jinekê hilbijêrin, lê dê karibin daxwazên xwe yên mafdar ragihînin û wiha anî ziman: “Me bi çend komeleyan re, di nav wan de Nîv Bi Nîv, şeş salan li ser projeyasaya kotayê kar kir, lê ji aliyê parlamentoyê ve nehat pejirandin. Ji ber vê yekê em hêvîdar in kotaya jinan were qebûlkirin, biryar û pesendkirin û qanûna hilbijartinê ya nehiqûqî û ne nûnertî were guhertin. Hêviya me ew e ku jin di hilbijartinên bê de çalak bin, ji ber ku karibin xwe îfade bikin, her wiha jinên Lubnanî zêdetir beşdarî jiyana siyasî bibin. Jin di hemû qadan de cih digirin, jin dengê diyalog, aştî û ramanê ne.”