Çalakvana Mexrîbî: Zagona malbatê divê ji bingehê ve bê guhertin

Çalakvana siyasî Kabîra Şatir der barê zagona malbatê de axivî û diyar kir ku makzagona 2011’an hêviyek çêkiriye lê wekhevî nehatiye ferzkirin, anî ziman ku pêk nehatina zagona malbatê rê li zêdebûna tundiyê vedike.

HANA HARÎTE

Mexrib – Di van rojan de zagonên malbatê di rojeva jinên Mexrîbê de ye. Gelek jinên çalakvanên siyasî di vê mijarê de di nav hewldanan de ne, daxwaza wan ew e ku ev zagon were guhertin û encamek baş jê derkeve hole. Der barê vê mijarê de çalakvana siyasî ya Mexribî Kabîra Şatir ji ajansa me re axîvî û destnîşan kir ku zagona malbatê ya ku di sala 2004’an de derket destkeftiyek bû. Ji ber ku wê zagonê guhertinek mezin di hişmendiya baviksalarî ya serwer de çêkir lê piştî çend salan gelek pêdivî heye bê guhertin. Gelek zagonên girêdayî parastina jinan nehatine aktîfkirin, û ji bo kar li ser bikin, rewşa jinan bi pêş bixin weke çalakvanên siyasî divê astengiyên li pêşiya bicihanîna zagonê derxin holê.

*Behsa prensîba wekheviyê weke di makzagonê de diyare gelekî tê kirin. Gelo ev yek di civaka Mexribê de heye?

Beşa 19’emîn a makzagona 2011’an hêviyek mezin ji bo jinan di wekheviyê de çêkir, hêzeke zagonî da jinên Mexribê ku daxwazên xwe pêk bînin lê wekhevî nehat ferzkirin. Wisa hikumetê bi mekînazmeya ziman lîst û zagon bi rastî pêk nehat ji ber ku ew ne li gorî projeya mêran a veşartî bû.

Projeya wekheviyê rastî paşguhxistina aliyên parêzer hat û tevgera jinan a siyasî û komeleyên mafnasî xwedî asoyên demokratîk pêşverû hatin xepandin. Wisa ev beşa makezagonê nehat pêkanîn. Lê hêza jinan bi riya torên siyasî û komelayetî zextê kirin û zagona têkoşîna li dijî tundûtujiya li ser jinan derxin ew jî 103-13 a sala 2018’an de derket.

*Daxwazên jinan hene ku zagona malbatê li gorî rewş û rastiya jinên Mexribê îro bê guhertin, nêrîna we der barê vê mijarê de çi ye?

Zagona malbatê divê di bingehê de bê guhertin, dema di sala 2004’an de derket û jinan hêvî dikirin ku şertên aktîfkirina zagonê bên pêşxistin çi bi riya dadwerî çi jî zagonî be. Wê demê ew zagon destkeftiyek bû ji ber ku guhertinek mezin di hişmendiya baviksalarî ya serwer de çêkir.

Îro ez dibînim ku ev zagon divê bê guhertin ji bo li gorî hevpeymanên navneteweyî be yên Mexribê îmeze kirine da ku derfetan li pêş hemû civakê veke tevli modernîteya serdemê bibin.

*Zagonên jinan gelek in gelo pêwîst e kar li ser guhertina hişmendiyê ji bo pêkanîna zagonan bê kirin beriya ku zagon bi xwe derkeve?

Zagona ku ji bo guhertina hişmendiya bi hêza zagonê bi pêş dikeve bingehîn e. Mînak ger lîsteya niştimanî ya girîdayî nûnertiya jinan di parlamantoya Mexribê de ne îlzam û îcbar bûya jin nikaribûn biketana parlamentoyê, destpêkê ew 30 jin bûn piştre bûn 90 jin.

Gelek zagonên ku piştgiriya jinan dikin hene lê ji ber gelek sedeman pêk nayên ew  zagon nayên nasîn û aliyên berpirsyar pêkanîna zagonê dereng dixin.

Em weke çalakvanên aktîf ên siyasî divê van kêmasiyan bişopînin, gilî bikin û balê bikşînin ser van mijaran, ji bo ku dewleta bi maf û zagon ava bikin. Dema xwedî maf daxwaza zagonê nekin ew li gorî rêgeza zagonî dikeve ji ber ku zagona bi kar neyê namîne.