Çalakvana Mexrîbî: Divê tora têkoşîna hevpar a jinan were avakirin

Çalakvana siyasî Hayat Boufrachen diyar kir ku ji bo pêşî li hemû şêwazên tundîtûjî û cihêkariyê bigrin û parastina mafên jinên Mexribê mîsoger bikin divê tora têkoşîna hevpar a jinan were avakirin.

HANAN HARITE

Mexrib – Di gel êrişên fîzîkî yên li dijî jinan, li seranserî welatên Rojhilata Navîn girêdayî zayendparêzî, netewperestî û olperestiya ku tê kûrkirin di qada siyasî de jî jin rastî gelek astengkirin û zextên mêr-dewletê tên. Çalakvana siyasî Hayat Boufrachen ya derbarê rewşa jinên Mexrîbî de bervisa pirsên me da, destnîşan kir ku li Mexrîbê cihên biryardayînê ji dest jinan tê girtin û li dijî vê weke riya têkoşînê bal kişand li ser girîngiya avakirina tora têkoşîna hevpar a jinan.

*Di pêvajoya niha de hûn rewşa jinên Mexribê çawa dibînin?

Ez dikarim bibêjim tevî hemû zehmetiyên jiyanî rojane jî jin bi awayekî balkêş xwe gihandine hemû waran. Ev tişt di carakê de nehat lê vedigere hin aktoran. Di serî de vîna kesayetên siyasî û bi riya însiyatîfan rê da ku jin xwe bigihîjînin navendên biryardayînê di dewletê de weke cihên stratejîk û girîng erkdarkirina seroka meclisa bilind a jimêryariyê û 6 wezîrên jin di hikumeta niha de weke wezareta darayî û enerjiyê cih digrin. Berpirsan zagonên nû derxistin ku erkên payebilind jin bin rêje ji sedî 16 di sala 2018’an de gihîşt ji sedî 19 di sala 2022’an de û di sala 2023’an de hejmara jinan bû 619.

Lêkolînan destnîşan kir ku di şîrketên "MASI20 20" ya herî mezin di borsayê de hejmara jinên di asta rêveber û muqaweleyan de gihîştiye 176 jinan.

Li gorî heman daneyan yekem car li Mexribê 7 meclis  bi rêveberiya jinan ku ji sedî 8 ji komên şîrketan e, hejmar dûrî hejmara zagonê ferz kiriye, rêjeya ji sedî 30 heman rêje nava partiyên siyasî û parlamentoyê ye, ji bilî hilbijartina sê jinan ji bo rêvebirina sê bajarên Mexribê mezin piştî hilbijartinên 8’ê Îlona sala 2021’ê pêk hat. Di 31’ê Tîrmeha 2021’ê de parlamantoya Mexribê guhertinek mezin pêk anî ku Banka Navdewletî ji bo wekheviya navbera herdu zayendan di welat de gaveke mezin dît.

Bêguman mekînazmaya nû hêzek da jinan hejmara kursiyên taybet her wiha ji bo beşdariya jinan di jiyana siyasî de bigrin derfet da hemû jinên li seranserî Mexribê.

Şopîner dibînin ku nûnertiya jinan li Mexribê xwe dispêre lîsteyan ku derdora 5 jinan tenê weke wekîlên lîsteyên zagonî girtine û ji sedî 90 jinan kursiyên taybet bi jinan girtin.

*Tevî hemû destkeftiyan hê jî gazincên dûrxistin, paşguhkirin di kar û nûnertiya siyasî de derdikevin holê gelo sedem çi ye?

Bêguman weke min berê got jin bi wêrekî, ked û serkeftina xwe di hemû waran de mêran aciz kirine lê qada siyasî şert û mercên xwe yên taybet hene ku ew dergeha kar û barên giştî desthilatdariyên cîbicîkar û zagonî, heta demeke nêz tenê navendên biryardayînê û desthilatdariyê û civakê ya mêran bû.

Mêr qada siyasî kelehek parastî dibînin kilît û nepeniyên xwe di dest wan de ne, ev jî rastiyek li holê  ye.

*Mexrib ji krîzên cîhanê ne dûr e ku bandorê li jinan dike çima herî zêde jin ji krîzan zirarê dibînin?

Wekî tê zanîn hejarî û lawaziya civakî û aborî heye. Her krîzeke aborî, tendirustî yan jîngehî di serî de ji ber neparastina jinan di warê darayî, zanistî, pîşeyî, teknîkî û tendrûstî ye, jin dibin qurbanî. Bo mînak di asta rewşa aborî ya jinan û serxwebûna wan a darayî û mafê parastina civakî de, çalakiyên jinan paşketî ne yan jî rawestiyane, bîlançoyên fermî li Mexribê diyar dikin ku rêjeya çalakiyên jinan piştî koronayê ji sedî 19 bi paş ketine û di halê xwe de mane. Ji sedî 21 jin malbatên xwe xwedî dikin û ji sedî 8.2 astengiyên lewaziya rewşê dikşînin. Beşek mezin ji karmendên jin di beşên taybet de û ne rêxistinkirî  ne her wiha cotkarên jin û pîşeyên din mafê wan parastina civakî nîne, ji bilî wan di karek bê ewle û heqdestekî herî kêm de kar dikin.

Tundiya bedenî û derûnî bedenî berdewam dike, tevî ku zagona 13-103 ya girêdayî têkoşîna li dijî tudûtujiyê derketiye jî lê tu cudahî di rewşa jinan de çênebûye.

*Divê çi bê kirin ji bo mafên jinan di krîzan de winda nebin?

Dive hemû proje û planên stratejîk ji aliyê gelek beş û saziyan ve bên pêşkêşkirin aktîf bibin gavên pratîkî di saziyên dewletê de bên avêtin. Bo mînak sererastkirina zagona malbatê li gorî nêrînekê bi nirx ji mafên wekheviyê weke makzagonê û peymanên navdewletî diyar kiriye. Her wiha divê zagona cezayan bê sererastkirin û li zagona 13-103 bê vegerandin. Komek xizmetên aktîf ji bo parastina jinên qurbaniyên tundûtujiyê û zarokên wan bikevin meriyetê.

Dive zagona parastinê bê aktîfkirin. Ger mafên jinan weke hemwelatî bên parastin û çanda wekheviyê bixin sîstema perwerdeyê divê qalibên ku ji rolên civakî û malbatî ji her du zayendan re danîne bên rakirin.

*Di dawiyê de hûn rewşa jinên li herêmên şer ên weke Sûriye Iraq û Yemenê çawa dinirxînin çawa femînîstên van herêman jinên li Bakurî Afrîqayê dikarin koordîne bikin?

Mirov di encama pevçûn, şer û karesatên xwezayî de bi giştî mal û jêdera dahata xwe û aramiyê winda dike. Bi hezaran jin hevjînên wan jiyana xwe ji dest didin û zarokên sêwî zêde dibin û rewşa jinan lawaztir dibe.

Di raporan de xuya dibe ku di serî de li Rojhilata Navîn cureyên tundûtujiya bedenî di dema pevçûnên çekdarî de li hemû cîhanê zêde dibin. Neteweyyên Yekbûyî di raporên xwe de da xuyakirin ku di sala 2023’an de tenê bi qasî ji sedî 7.3 ji jinên Sûriyeyê rastî destdirêjî û tundûtujiya zayendî hatine.

Di rastiya şer de jin û zarok: Tundî û zewaca zarokan zêde dibe

Neteweyên Yekbûyî hişyarî da ku penaberî piştî krîzên xwezayî weke erdheja di Sibata borî de rûda zêde bibe û metirsiyên li ser bingeha zayendî zêde bibin. Heman raporan li ser encamên neyênî dîrekt ên pevçûnên nava Sûriye, Iraq û Yemenê demdirêj teqez kirin û pêvajoyên koçberiya mezin encam da, pê re cihêkarî belav bû, tundûtujiya Ii dijî jinan zêde bû.

Van pevçûnan bandorê li karînên jinan kirin jinan bê maf hiştin, piraniya jinên malbatan xwedî dikin nikaribûn pêdîviyên jiyanî yên sereke peyda bikin. Di raporan de xuya dibe ku bûyerên zewaca di temenê biçûk û ya bi zorê jî di demên şer de zêde bûne ji ber ku rûxandina malan û koçberiya bi komî, jinên xwediyên malbatan di kampan de dijîn nikarin jiyana xwe sererast bikin.

Banga avakirina tora têkoşîna hevpar

Her wiha ez dixwazim êşên jinên sehraya Mexribê di kampên Tendof de ronî bikim, ew jin rastî binpêkirinên girêdayî rûmet û mafan tên. Her wiha zarokên keç jî di wir de bê xwendin mane û bê pîşe dibe ku ew jî rê li ber zewaca di temenê biçûk de veke, keçên di van şert û mercan de dijîn dê lawaz bin û di civakê de paşguhxistî bin.

Ji bo di rewşa jinan de pêşketinek çêbibe divê hikumet bi rola xwe rabe û tevgerên jinên sivîl, siyasî û mafnasî derkevin pêş. Ji bo di civakê de û di qada siyasî de hişyariyek mezin bidin avakirin dive tora têkoşîna hevpar a jinan ava bibe.