25’ê Adara 1988’an rejîma Baas navçeya Seyîdsadeq xirakir

Xanim Heme Seîd ku bi xwe şahidiya xirakirina mala xwe û navçeya Seyîdsadiq ji aliyê rejîma Baas ya Îraqê ve kiriye dibêje: “Pîştî kîmyabarana Helepçe çend rojekê malên me hemû xirakirin û xelk neçarî koçberiyê bûn. Kimyabarana Helepçe jî bandorek mezin li ser jiyana hemwelatiyan kir.”

Xanim Heme Seîd ku bi xwe şahidiya xirakirina mala xwe û  navçeya Seyîdsadiq ji aliyê rejîma Baas ya Îraqê ve kiriye dibêje: “Pîştî kîmyabarana Helepçe çend rojekê malên me hemû xirakirin û xelk neçarî koçberiyê bûn. Kimyabarana Helepçe jî bandorek mezin li ser jiyana hemwelatiyan kir.”
HEWAR MIHEMED 
Silêmanî- Polîtîkaya salên 1987-1988’an ya rejima Baas ya Îraqê li ser Kurdan dayî meşandin ne tenê mirov qetilkirin, pêre cih û warê wan jî talan û wêran kirin. Cihên kîmyabaran kirî kokên gelek şînahiyan ji ber gazên kîmyayî qelandin û carekdin nema şînbûn. Mal şewitandin, gund, bajarok û navçe xira kirin. Yek ji navçeyên wê demê herî zêde ziyan dîtî û hîna jî nekariye weke berê bibe navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê ye. Di 25’ê Adara sala 1988’an ji aliyê rejîma Baas ve hat xirakirin.  Welatiyên wê yên di şertên  gelek xirab de dijiyan berê xwe dan koçberiyê, li deverên weke Erbet, Barikê, Qeredax, Silêmanî û cihên din yên Başûrê Kurdistanê belav bûn, hinek jê êdî ne vegeriyan ser malên xwe û nekarîn warê xwe di wî halî de carekdin bibîne.
Pîştî serhildana gelê Başûrê Kurdistanê ya di sala 1991’an de êdî gel bi xwe navçeya xwe bi keda destê xwe û bi derfetên xwe yên kêm ji nû ve jiyanek ji bo xwe avakirin. Lê belê pîştî avakirina vê navçeyê hikumeta herêmê xizmeta pêwîst ji bo navçeyê nekir. Xanim Hemem Seîd ku runîştvana navçeya Seyîdsadiqe û bi xwe bûye şahidê roxandina herêma xwe ji ajansa me re behsa wan rojên zor ên xirakirina Seyîdsadiq û bandora li ser hemwelatiyan dike. 
Gel neçarî koçberê bûn
Xanim Heme Seîd jinek şoreşger a runiştvana navçeya Seyîdsadiq e û bi xwe bûye şahidê xerakirina mala xwe da zanîn ku çend roj pîştî kimyabarana Helepçe malên wan hatin xerakirin  û wiha domand: “Kimyabarana Helepçe bandorek gelek mezin li ser jiyana hemwelatiyan Seyîdsadiq kir. Pîştî kimyebaranê sê çar roj rejima Baas dest bi wêrankrina navçeya Seyîdsadîq û gundên derdore wê kirin. Hemû kesên vê derê neçarî koçberîyê bûn û heryek bi deverekê de çûn.”
“Weke roja heşrê bû”
Xanim Heme bal kişand li ser tirsa gel ya ji kimyabaranê û wiha dom kir: “Gelê vê derê ji gelek di tirsa di gotin dibe ku pîştî kîmyabarana Helepçe dor were me ji ber wê hemû kes û karên pêşmergeyan her yek bi cihekê ve koçber bûn. Yên ku erebeyên wan hebû karîn hinek tîştên xwe li gel xwe bibin, yên ku erebeyên wan ji tunebû hema hinek xwarin da ku ji birsan nemirin û hinek cil li gel xwe birin.  Yên ku tevlî şerê Helepê bûn jî hêdî hêdî xwe gihandin mal û zarokên xwe. Wê demê pêşmergeyên li çiya hemû hatin xwar ew roj weke roja heşrê lê hatibû. Dema xebara hikumetê pê çêbû bi balefirên xwe li ser gel di geriya û gel jî gelek di tirsa.” 
“Seyîdsadiq gelek qurbanî daye”
Xanim Heme Seîd bilêv kir ku hikumeta soza bicîhanîna ziyanên me dîtî dayî heya niha tiştek nekiriye û wiha pêde çu: “Dema em derketîn 4 zarokên min hebû em çun gel yekê di wê malê de em sê çar malbat di heman xaniyî de diman. Rewş gelek nexweş bû. Wê demê me nû ji xwe re mal çêkir em kirêdar bûn. Mala me roxandin em bê mal û hal man. Em pîştî serhildanê ne zivirin navçeya xwe demek dirêj şûnde nu em vegeran. Seyîdsadiq gelek qurbanî daye û ziyanek zêde gihayê.  Hikumetê gotin emê hemû ziyanan dabîn bikin lê belê qet ew jî çênekirin.”