Zozan Hesekê li Şengalê hat bibîranîn

Fermandara YPJ’ê Zozan Hesekê (Minewer Fatimê) li Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Berxwedan a Şengalê bi merasîmeke girseyî hat bibîranîn.

Şengal-Fermandara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Zozan Hesekê (Minewer Fatimê) a ku roja 2`yê Nîsanê jiyana xwe ji dest dabû, ji aliyê xelkê Şengalê ve hat bibîranîn. Bîranîn li Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Berxwedan a Şengalê bi beşdariya bi sedan şêniyên Şengalê, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, endam û rêveberên tevgera azadiya jinên Êzidî pêk hat. Girseyê dan zanîn ku keda wê li Şengalê daye dê ji bîr nekin û heta dawiyê şopdarên xeta wê bin.

Merasîmê bi deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanan û pêxistina mûman ji aliyê dayikan ve dest pê kir. Di merasîmê de li ser navê saziya Malbatên Şehîdan, Rêveberiya Xweser û tevgera azadiya jinên Êzidî ve axaftin hatin kirin.

‘Xwedîderketina li keda şehîdan xwedîderketina li xwe ye’

Endama Saziya Malbatên Şehîdan Pakîze Celal axivî û got: “Em îro li vir weke dayik, xwişk û malbata hevala Zozan kom bûne û wê bi bîr tînin. Mirovek li ku ked daye ji bo vê axê em ê ji bîr nekin. Kê ked dabe ji bo ku zarokên me perwerde bike em ê tu carî ji bîr nekin. Hevala Zozan ji beriya fermanê ve ked di ber her maleke ku serdana wê kiriye de da. Ji zarokên malê heta pîrên wê malê, hemûyan perwerde kiriye û ked daye. Riya rast û şaş ji hev derdixist û berê me dida riya rast. Gotinên wê tu carî me jibîr nekir û em ê ji bîr nekin. Divê tu carî em keda şehîdên xwe ji bîr nekin û xwedî li wan derkevin. Em sersaxiyê ji malbata hevala Zozan û ji gelê xwe re dixwazin. Wê tola şehîdên me li erdê nemîne.”

‘Dijmin ji felsefeya Jin ditirse’

Endama Meclisa Serdeştê Neam Ilyas jî sersaxî ji gelê rojava re xwest û wiha got: “Di serî de em sersaxiyê ji  hemû kesên li rojava re dixwazin. Em di şexsê hevala Zozan de hemû şehîdên tevgera azadiyê bi bîr tînin. Hevala Zozan kedeke mezin ji bo Şengal û Şengaliyan da. Keda hevala Zozan a beriya fermanê heta roja îro berdewam dike. Hêz û vîna ku wê demê da jinên Êzidî heta niha bihêztir berdewam dike. Îro zarokên me parastina axa xwe dikin, bi saya hevalên mîna şehîd Zozan em bûn xwedî hêz û parastin. dijmin ji felsefeya jinên azad ditirse ji bo wê jî kesayetên pêşengiya vê felsefeyê dikin, hedef digire û wan şehîd dixe. Tevî hemû êrîşan jî em ê şopdarên riya şehîdên xwe bin.”

‘Ta welatparêz û şervanek hebe, wê tekoşîna me jî hebe’

Hevseroka Desteya Rêveberiya Xweser Rîham Hesen jî wiha got: “Hevala Zozan pêşenga şoreşa jinan e li çar aliyên Kurdistanê 34 salan kar kir û gel perwerde kir. Li hemberî hemû planan şiyar kir. Mixabin hevala Zozan şehîd bû. Em ji dijminan re dibêjin ku em xwedî şehîd, şervan û egîdan in. Em xwediyên felsefeya Serok Apo ne. Wê tu carî dijmin nikaribin îradeya me tune bikin. Heta ku şervanek me hebe, welatparêzek ku li ser fikrên serok Apo bijî hebe wê têkoşîna azadiyê jî bidome. Wê bi van fikrên azad planên dagirkeran têk biçin.”

‘Keda ku ji bo me da em ê ji bîr nekin û tola wê rakin’

Endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Neam Bedel jî ji ajansa me re axivî û Zozan Hsekê bi bîr anî, da zanîn ku ew ê şopdarên riya wê bin û wiha got: “Di şexsê şehîd Zozan Hesekê de em şehîdên 74 fermanan, ên şoreşa azadiyê bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin. Em sersaxiyê ji malbata şehîd Zozan û hemû gelên azadîxwaz re dixwazin. Fermandara YPJ’ê Zozan Hesekê beriya fermanê di salên 2006 û 2007’an de li Şengalê kar kir. Ked û xebateke mezin di ber Şengalê de da. Di teqîna Tilizêr de serdana malên şehîd û birîndaran kir. Em soz didin em ê li keda wê xwedî derkevin. Fermandara YPJ’ê bû hat keç û jinên Êzidî xilas kirin. Ew perwerde kirin, hêz û îrade di dilê her jineke Êzidî de ava kir. Em vê keda wê tu carî ji bîr nakin û em ê şopdarên wê bin.”