‘Zilma ku li Xezayê tê kirin divê were vegotin’

Jinên Bingazî, diyar kirin ku ji ber êrîşên Îsraîlê ew êşên jinên Xezayê dikşînin ji dîl hîs dikin û dest nîşan kirin zilma ku li Xezayê tê jiyîn divê di dibistan û malan de were vegotin.

İBTİSAM AXFİR

Bingazi – Bîlançoya êrîşên Îsralê ên li dijî Xezayê her ku diçe giran dibe. Êrîş herî zêde li ser jinan bandora xwe dike.  Di êrîşên ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve berdevam dike de herî kêm 8 hezar û 900 jin jiyana xwe ji dest dane û 23 hezar jin jî birîndar bûne,  aqûbeta 2 hezar 100 jinan jî nayê zanîn.

Jinên Xezayî ên ku sax man e jî bi pirsgirêkên birçîbûn, tîbûyîn, stargeh û nexweşiyan re têdikoşîn. Di van şert û mercên giran de jî jin hewl didin ku xwedî li endamên malbata xwe derkevin. Jinên ku li gelek welatan ji bo jinên Xezayê xwepêşandanan li dar dixin, peyamên piştgirî û hevgirtinê didin. Jinên Bingazî ji bo jinên Xezayê banga hişyariyê kirin.

‘Di dersan de tiştên li Xezayê diqewîmin vedibêjim’

Rojnameger Reem El-Ebdalî, diyar kir ku ew şer, mirin û birçîbûna li Xezayê di dilê xwe de hîs dike û wiha got: “Divê em zarokên xwe li mal û dibistanan der barê neheqî û zilma ku li jin û zarokan tê kirin, perwerde bikin. Divê em hay jê hebin ku li Filistînê bi taybetî jî li  Xezayê mirov rastî çi tên û li dijî wê çawa parastinê bikin.”

Aktîvîsta civakî Mîna El-Felah, diyar kir ku bûyerên li Xezayê gelek bandor li wan kiriye û got ku ew hewl didin piştgiriyê bidin gelê Xezayê. Mîna El-Felah, diyar kir ku wê ji bo piştevaniya dayikên Xezayê standek avakirine û wiha berdevam kir:

“Min xwe xist şûna wan. Di her rojên şer de zarokên xwe winda dikin. Di dibistanek amadeyî wek mamosteya Îngîlîzî di deqeyên destpêk û dawîya perwerdê de ez behsa tiştên li Xezayê diqewîme dikim. Nifşên nû nizanin li Filistînê çi diqewîme, çi hatiye serê sivîlan ku bi salan di nav dorpêç û pevçûnan de ne. Ev ne cara yekê ye ku Zîvala Xezayê şahidî dorpêçê dike. Zîvala Xezayê ya ku ji sala 2007’an vir vê di bin dorpêçek xeniqî ya ku ji aliyê rayedarên Îsraîlê ve hatiye ferzkirin de ye, ev zêdetirî 16 sal in kêmbûna sotemenî, derman û gelek kelûpelên bingehîn jiyan dike."

‘Li Zîvala Xezayê sûcê mirovahiyê tê kirin’

Najat Muhammad Al-Sharkasî jî, wiha got: “Divê dayîk zarokên xwe di bûyerên kuştin, koçberkirin, wêrankirina xaniyan û mirina ji birçînê ya li Xezayê diqewîmin de agahdar bikin. Li Zîvala Xezayê sûcê mirovahiyê tê kirin.