‘Zilm şerma wezîrê edaletê ye’

Di roja 378’a ya Nobeta Edaletê de Herdem Merwanî ya keça girtiyê nexweş Abdulhalîm Kirtay axivî û bal kişand li ser zilma ku li girtiyan tê kirin.

Amed- Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan ku ji bo berdana girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatiye şewitandin li Amedê hatibû destpêkirin, di roja 378’an de berdewam dike. Xizmên girtiyan çalakiya xwe îro li pêşiya Girtîgeha Tîpa D ya Amedê li dar xist. Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê, Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) jî piştgirî dan çalakiya malbatan. 

‘Sozên xwe bi cih neanîn’

Keça girtiyê nexweş Abdulhalîm Kirtay, Herdem Merwanî diyar kir ku her çendî ku rewşa girtiyên nexweş di rojevê de ye jî lê belê ev rewş nehatiye çareserkirin û wiha got: “Rewşa girtiyên nexweş herku diçe xirabtir dibe. Partiyên siyasî soz dan, lê belê sozên xwe bi cih neanîn. Girtiyên nexweşên giran nayên tedawî kirin, girtî dibin girtigehên dûr. Polîtakayên herî qirêj li ser girtî û malabatên wan tên pêkanîn. Eve şerma vî welatî, partiyên siyasî û wezîrê edaletê ye. Ex zilma ku tê kirin em şermezar dikin.”

Piştî axaftina Herdem Merwanî çalakiya Nobeta Edaletê bi dirûşmên ‘Bijî Berxwedana Zindana’ û ‘Heq huquq edalet’ bi dawî bû.