Zîlan Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat bibîranîn
Zeyneb Kinaci di salvegera çalakiya xwe de li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate bîr anîn.
Navenda Nûçeyan – Zeyneb Kinaci (Zîlan) di sala 1996'an de li bajarê Dêrsîmê çalakiya fedayî pêk anî. Li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Zîlan bi merasîman hat bibîranîn.
Gelê Kobanê Zîlan bi bîr anî
Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Kobanê û şêniyên herêmê di her serê mehê de zarokên xwe bi bîr tînîn. Îro jî bi wesîleya şehadeta têkoşer Zeyneb Kinaci (Zîlan) bi bîr anîn. Li goristanê wêneyên şehîdên meha Hezîranê hatibûn hildan. Dayikan li ser gorê zarokên xwe gul çandin û şêranî li ser wan belavkirin. Piştî deqeyek rêzgirtin, ji aliyê Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê Eyşa Efendî axivî.
"Şehîd ji bo rûmeta gelan canê xwe feda kirin"
Eyşa teqez kir ku divê her kes ku cihê xwe di nava şoreşê de girtin xwedî li keda şehîdan derkevin û wiha got: "Em hemû têkoşerên azadiyê bi bîr tînin û bejna xwe li beramberî wan ditewînin. Van şehîdan ji bo gelan, rûmet, azadiyê, demokrasiyê, edaletê û wekheviyê canê xwe feda kirin. Keç û xurtên me li dijî tang û topan sekînin û nehîştin ku axa wan bên dagirtin û mînaka herî ber bi çav jî Kobanê ye. Bi saya berxwedana şervanên azadiyê îroj li herêmê xwîna hemû zarokan bû yek. Beriya şoreşê û piştî şoreşê gelek kesan zarokên diyarî felsefeya Rêber Apo kirin, belkî heya roja îrojî hîna ked didin. Em dibêjin divê ew kes dest bi destê hevdu din da ku em hîna têkoşîna xwe mezintir bikin. Em ji gelê Bakur û Başurê Kurdistanê re dibêjin ev şerê heyî hebûn û tunebûna Kurdan e divê em careke din hezkirinê di nava xwe de biçînin."
"Em sozên xwe li darbestên zarokên xwe didin"
Fatma El-Oso ew jî tevlî bîranînê bûye diyar kir ku bi hezaran jinan şopa xwedewand Zîlan domandin û wiha pê de çû: "Şehîd Zîlan ji malbateke welatparêz bû, Zîlan rastî û heqîqet di felsefe û ramanên Rêber Apo de nas kir. Zîlan nirxên herî giran li gel xwe feda kir û ji Rêber Apo re name şandibû û gotibû ku hîna ji ruhê min bihatir heba minê feda bikira. Şehîdên me vîn, hêz, zindî û nirxên me ne. Ev jinên ku îroj cihê xwe di nava van sazî û dezgehan de girtine, bi saya berxwedêrên wek Zîlan, Sema, Bêrîtan û Ronahiyan in. Divê em jî tola wan hilînin û xeta wan bişopînin, xewnên wan pêk bînin, heya dawiyê em ê li peyî felsefeya Rêberê xwe bin. Îro şerekî qirêj li ser gelê Kurd tê meşandin divê em baldar bin ji êrîşên dewleta tirk, dijmin dixwaze Kurd bi Kurd bide kurştin lê wê ev yek tu carî pêk nayê. Çawa ku keçên gulî mor li beramberî dewleta tirk şer kirin û îro dîsa wê ew bûyer li Başûrê Kurdistanê jî xwe dubare bike. Em ê nehêlin Başurê Kurdistanê bê dagirkirin, wê planên PDK û AKP'ê bi ser nekeve."
Zeyneb Kinaci li Qamişlo hat bibîranîn
Bi boneya 25’an a salvegera şehadeta Zeyneb Kinaci (Zîlan) bi pêşengiya Tevgera Hîlala Zêrîn, Tevgera Çand û Huner û Rêxistina Kongreya Star û bi beşdarbûna Rêveberiya Xweser, Meclisa Malbatên Şehîdan, jinên Qamişlo, Meclis û Endamên Partiyên Siyasî, Komîn, Saziyên Civaka Sivîl li navenda Muhemed Şêxo ya Çand û Huner ya bajarê Qamişlo – Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê semînerek hat lidarxistin. Di hola semînerê de wêneyên têkoşer Zîlan, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Kongreya Star, Tevgera Kevana Zêrîn û Tevgera Çand û Huner hatibû xemilandin. Semîner bi xuleyek rêzgirtin ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir. Paşê nameya têkoşer Zîlan ji aliyê Endama Koordînasyona Kongreya Star Hindirîn Xelîl ve hat xwendin. Paşê Endama Rêveberiya Kongreya Star Roza Tolhildan axivî.
“Şehadeta heval Zîlan nameyek ji bo mirovahî û têkoşîna azadiyê bû”
Roza da zanîn ku nameya Zîlan nameyek ji bo giştî mirovahiyê bû û bi riya vê çalakiyê îsbat kir ku jin ne lawaz e û xwedî hêzeke mezin e û wiha dirêjî da gotina xwe: “Em şehadeta hevala Zîlan bi bîr tînin, şehadetên meha Hezîranê şehadetên pîroz in, di şexsê hevala Zîlan de, hemû şehîdên têkoşîna azadiyê em bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin. Nameya ku heval Zîlan ji Rêber Apo re hiştibû, îfadeya xwe ji Rêber Apo û gelê xwe re parve dike. 25 sal di ser şehadeta rêheval Zîlan re derbas dibe. Têkoşîn û mîrasa ku heval Zîlan li pey xwe hişt, mezinbûna tevgera azadiyê û hereketa jinan bi xwe re bandortir û mezintir dike. Şehadeta hevala Zîlan nameyek ji bo mirovahiyê bû, ji bo têkoşîna azadiyê bû. Her kesê li jinan mêze dikir ku lawaz e û bê îrade ye, di şexsê rêheval Zîlan de hat îsbatkirin ku têkoşîna jinan bi ser dikeve û bi tena xwe dikara çalakiya xwe bi ser bixe. Zîlan terzê jiyanê da guhertin ku em hemû karibin li hemberî dijmin bisekinin. Dema ku mirov xwe bi girêdana azadiyê ve kilît bike wê bikaribê faşîzmê bi bin bixe û ev jî nameya hevala Zîlan bû ji bo faşîzmê.”
Paşê sînevîzyon li ser jiyana têkoşer Zîlan hat pêşandin. Semîner bi stranên şoreşgerî û stranên li ser têkoşer Zîlan ji aliyê Koma Stêra Zêrîn, Girbawî û Sakîna bi dawî bû.
Zîlan li Hesekê hat bibîranîn
Rêxistina Kongreya Star a Kantona Hesekê bi merasîmek girseyî Zîlan bi bîr anî. Merasîm li hola Xabûr ya taxa Til Hecer a girêdayî bajarê Hesekê- Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hat. Di merasîmê de pêşangehek wêneyên şehîdan, pankartên bi nivîsa "Jin Jiyan Azadî" hatibû pêşandan. Endam û Rêveberên Saziyên Civaka Sivîl û zarok û jinên bi navê Zîlan beşdarî merasîmê bûn. Merasîm bi deseyek rêzgirtin li ser giyanê şehîdan dest pê kir.
"Rûpelên dîrokê bi navê jinên fedakar dagirtî ye"
Endama Koordînasyona Kongreya Star a Rojava Welîda Botî teqez kir ku rûpelên dîrokê bi navên jinên fedakar ên ku çarenûsa gelên xwe guhertiye û li dijî zilm û tarîtiyê serî hildane tijî û dagirtî ye û wiha got: "Zîlan ji bo tevahî jinên cîhanê nimûneya jina azad e, bi fedakariya xwe îro xeta berxwedanê da pêş. Destkeftiyên ku îro bi pêşengiya jinan hatine bidestxistin mîrasê şehîd Zîlan e. Îro jinên Kurd hêz û îradeya xwe ji jinên qehreman û fedakar wekî Zîlan, Bêrîtan, Sara , Hebûn, Dayika Emîne, Zehra , Hevrîn û Denîz girtin. Di şexsê Şehîd Zîlan de em hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin û soza bilindkirina têkoşînê nû dikin."
Di berdewama merasîmê de Dayikên şehîdan wêneyên şehîd Zîlan diyarî zarok û jinên bi navê Zîlan kirin.
"Şoreşa ku jin pêşengiya wê dike serkeftî ye"
Berdevka Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Hesekê Evîn Paşo diyar kir ku jinên Kurd ên fedakar her tim bi nav û deng in,li hemberî dagirkeriyê, di heman demê de li hemberî hişmendiya baviksalar jî serî rakir û wiha pêl da axaftina xwe: "Heyva Hezîranê gelek rêveberên tevgera jin gihîştin asta şehadetê, şehîd Zîlan, Sema, Zehra, Hebûn, dayika Emîne û Denîz bûn. Em wekî Kongreya Star fermandar, rêveber û pêşengên xwe bi merasîmekê bi bîr anî. Êrîş û hedefgirtina jinan ji dîrokê ve heya roja îro berdewam dike, berxwedaniya ku îro di şexsê gerîlayên azad di xaka Başûrê Kurdistanê berdewam dike. Li hemberî vê berxwedaniyê tecrîda li ser Rêber Ocalan û hedefgirtina jinan bi armanca şikandina projeya Neteweya Demokratîk berdewam e. Peyama me wekî Kongreya star xeta berxwedanî û azadiyê ya ku me hilbijartiye em ê heya dawî israr bikin, projeya ku bi fikir, îradeya jin û felsefeya Rêber Apo hatiye avakirin wê bi têkoşîna me berdewam bike. Şoreşa ku jin tê de pêşeng be wê her serkeftî be."
Piştî pêşkêşkirina sînevîzyon li ser jiyana şehîd Zîlan merasîm bi stranên li ser şehîd Zîlan ji aliyê Koma Şehîd Zîlan a Dirbêsiyê ve bi dawî bû.