Zilamekî Iraqê piştî ku 3 jin ji malbata xwe kuştin, dawî li jiyana xwe anî
Li ser bûyera qetilkirina sê jinên ji heman malbatê Çavkaniyek herêmî agahî da û bal kişand ku hin ji xizmên qurbaniyan diyar kirine ku pirsgirêkên malbatî di navbera endamên malbatê de hebûne û teqez kir ku emniyeta polîsan lêkolîn dike û hewl dide sedema vê bûyerê aşkera bike.
XOFRAN EL-RADÎ
Bexda- Li Iraqê zilamekî beriya ku xwe bikuje, keç, hevjîn û diya xwe kuşt. Vê bûyera trajîk a ku hê sedema wê zelal nebûye, li Iraqê deng veda. Di tawaneke hovane de, di roja 18’ê Çileyê de, zilamekî Iraqî beriya ku xwe bikuje, keça xwe ya bîst salî û hevjîn û dayika xwe kuşt. Hêzên ewlehiyê bêyî ku agahî der barê hurguliyên tewanê de bidin, ew tawan ragihand. Di hewldaneke de ji bo zanîna hûrgiliyên wê tawana hovane, jêderekî taybet ji Wezareta Navxweyî ya Iraqê ji ajansa me re ragihand ku ji ber ne temambûna lêkolînan, zanyariyên der barê rastiya wê bûyera trajîk de pir kêm in.
Li gorî çavkaniyê, tawan bi bêdengiyek de pêk hatiye, bêyî ku deng, pevçûn û tevgereke xerîb ji aliyê cîranan ve were bihîstin. Li gorî agahiyên destpêkê, sûcdar beriya plana tawanê kiribû ku di navbera sûc û xwekuştinê de saetên dirêj derbas nebûne. Lêkolînên destpêkê reftarên baş ên bavê bi giştî nîşan didin û gelê deverê qet reftarek bi guman ji bav û qurbaniyan nedîtiye.
Çavkaniyê her wiha bal kişand ku hin ji xizmên qurbaniyan diyar kirine ku hin pirsgirêkên malbatî di navbera endamên malbatê de hebûne û teqez kir ku emniyeta polîsan ku berpirsê lêkolînê ye dê hewldanên mezin bide ji bo gihandina rastiya tawanê.
“Yek ji wan jinan çend roj beriya ku jiyana xwe ji dest bide gotar û vîdyo belav kir”
Jina bi navê Tîba El-Xefacî, yek ji wan jinên ku bûye qurbaniya komkujiyê, çend roj beriya kuştina xwe gotar û vîdyo belav kirine û behsa tundûtûjî û nefreta civakê ya li hemberî jinan kiribûn. Ew gotar û vîdyo li ser medyaya civakî ji aliyê parêzvanên mafên mirovan ve hat belavkirin.
Ev bûyera ku bû sedem 3 jin jiyana xwe ji dest bidin ne ya yekem e ku Iraq şahidê wê ye, di van salên dawî de Iraq bûye şahidê gelek bûyerên kuştin û tundiya li ser jinan. Tevî şermezarkirina van tawanan ji aliyê civakê ve, qanûn ji sizakirina tawankaran şerm dike, û hin dosya tên girtin û xelk wan ji bîr dikin bêyî ku çarenivîsa sûcdar bizane û gelo cezayê xwe yê dadmend wergirtiye yan na.
“Gelek bûyerên kuştinê û şîdeta li dijî jinan li Iraqê pêk tên”
Çalakvana mafên jinan Cîhan El-Tair dibîne ku bûyerên kuştin û tundiya li ser jinan bi qanûnî nayên qebûlkirin û wiha didomîne: "Em van bûyeran şermezar dikin û diyar dikin ku gelek bûyerên kuştin û şîdeta li dijî jinan digihîjin medya û raya giştî de bibin mijara nîqaşan lê piştî çend rojan her kes qurbanî û sûcdar ji bîr dike. Qanûnên şermokî hin valahiyên zagonî bi kar tînin da ku bibin doza rûmetê ji bo beraetkirina sûcdar li ser hesabê qurbanî û hin ji wan bi lihevkirineke êlan tên çareserkirin."
Cîhan El-Tair bal dikşîne ku hin qanûn hene têkildarî zayînê û kontrola mêr di malbatê de li ser jiyan û biryarên jinan û wiha berdewam kir: "Bi riya belavok û gotarên ku li ser malperên torên civakî ji aliyê keçan ve tên weşandin, diyar dibe ku ew çiqas rastî tundûtûjiyê yan zexta derûnî dikjînin beriya ku bibin qurbaniyên kuştinê. Lê heta ku ji hêzên ewlehiyê alîkariyê bixwazin jî ew ê tedbîrên pêwîst negirin. Bûyerên berê yên şîdetê Ji bo ku mexdûr rehet bibe tedbîrên pêwîst nehatin girtin û doz bi eleqeya xeyalî ya di navbera keç û malbata wê de hat girtin.”