Zeyneb û Bêrîtan li Hesekê bi merasîmeke bi heybet hatin oxirkirin

Bi hezaran şêniyên herêma Cizîrê tevli merasîma hevseroka Nivîsgeha Dad û Çaksaziyê ya Rêveberiya Xweser Zeyneb Saroxan û Bêrîtan Dêrsim, li goristana şehîd Dijwar û Medya ya bajarê Hesekê bûn.

Hesekê – Bi hezaran şêniyên herêma Cizîrê tevli merasîma oxirkirina cenazeya hevseroka Nivîsgeha Dad û Çaksaziyê ya Rêveberiya Xweser Zeyneb Saroxan a ku di encama êrîşa balafireke bêmirov a bi çeke a dagirkeriya tirk de li ser riya Dêrikê jiyana xwe ji dest da û Bêrîtan Dêrsim a YPJ’yî ya ku li Tebqayê jiyana xwe ji dest dabû li goristana şehîd Dijwar û Medya ya bajarê Hesekê bûn.

 “Dewleta Tirk pêşengên civakê dike hedef”

Merasîmê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştî wê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Fatme Elî axivî û wiha got: "Erdogan bi hemû rêbazan êrîşî jinan dike, bi hedefgirtina pêşengên me dixwaze îradeya gelan têk bibe, bi van rêbazan mêjiyê civakê dike hedef, civaka ku pêşengên wê tune bin, bêxwedî ye lewma îro jinên pêşeng mîna Jiyan Tolhildan û Zeyneb kirin hedef. Em ji balafirên dewleta tirk natirsin em xwediyên felsefeyek azad in. Em ji aliyê wan pêşengên xwe ve hatine perwerdekirin û tu carî teslîmiyetê qebûl nakin.”

“Bêdengiya hêzên koaîlsyonê dide diyarkirin ku van êrîşan erê kirine”

Cîgirê Hevseroketiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Hesen Koçer axivî û wiha anî ziman: “Hevala Zeyneb ji zarokatiya xwe ve heta şehadeta xwe bi ruhê şoreşgerî û berxwedanê mezin bû, xebatên xwe nedida rawestandin, her dem karê wê serkeftî bû, wê kesayeta jinên azad temsîl dikir. Çima pêşengên şoreşê yên jin tên hedefgirtin û li tevahî cihanê jî jin hedef in ji ber ku dema mirov li asta civakê mêze dike destpêkê mirov li jinên wê civakê dinêre, dema jin xwedî dîrok, nasname û azad bin wê demê ew civak azad e lê dema jin di civakê kole, bi tirs û bêmaf be ew civak kole ye. Lewma îro li tevahî cîhanê jin dibin hedef ji aliyên sîstemên desthilatdar ve. Pêwîst e her kes xwedî li ked û xwîna van pêşengan derkeve û li dijî kiryarên dagirkeriyê têbikoşe. Em dewletên cîhanê berpirsyarên van êrîşan dibînin ji ber ku bêdengiya wan dide diyarkirin ku van êrîşan erê kirine. Em jî wekî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dibêjin ku kes nikare me qir bike em bi berxwedaniya xwe hene.”

“Binketina dijmin a di operasyona Ewlehî û Aramiyê de kîna wî zêdetir zêdetir kir”

Endama rêveber a Meclisa Leşkerî ya Herêma Cizîrê, Evîndar Dêrik wiha got: “Êrîşên ku niha li ser herêma me pêk tên ji ber ku hêzên Sûriyeya Demokratîk di Operasyona Ewlehî û Aramiyê de bi ser ketin û tê de teqtîkên zindîkirina çeteyên DAIŞ’ê hatin têkbirin e. Lewma ev êrîş ji ber kîn û hêrsa têkçûna wan e. Şoreşa Rojava bi şoreşa jinan hat naskirin û şervanên YPJ’ê li hemberî metirsîtirîn rêxistina cîhanê sekinîn û bi hezaran şehîd dan. Em soz didin ku em ê şopdarên xeta şehîdan bin û heya kêliya dawî jî ji bo azadiya jinan û civakê, asta têkoşîn û berxwedanê bilindtir bikin.”

“Armanca Zeyneb Saroxan azadiya jinan û civakê bû”

Endama Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser, Perwîn Yûsif da zanîn ku Zeyneb Saroxan bi eşq û berxwedaniyek mezin tevli nava şoreşê bû, wiha axaftina xwe domand: “Şehîd Zeyneb destpêka tevlibûna wê ya şoreşê, armanca wê ya sereke azadiya jinan û civakê bû. Her dem dida diyarkirin ku sîstemên desthilatdar êrîşî jinan dikin û bi van rê û rêbazan dixwazin civakê bixin bin kontrola xwe û kole bikin. Di rêxistinbûyîna jinan de xwedî kedeke mezin bû, xwedî kesayetek fedayî bû. Em soz didin rêhevala xwe ku xeta daye destpêkirin ew ê bi hezaran şopdarên wê bin û dê serkeftin a me be.”

“Em ê bi perçeyên ji kezeba xwe jiyana azad ava bikin”

Xwişka şehîd Zeyneb, Leyla Saroxan diyar kir ku li hemberî şehadetê ji axaftin şerm dike û wiha domand: “Ez çiqas hewl bidim bi gotinan lehengî û cesareta xwişka xwe bînim ziman jî tu peyvên giranbuha min layiqê wê nedît. Dema birayê me şehîd bû, Zeyneb digot barê min giran bû, ji bo pêkanîna doza wî her dem di nava têkoşînê de bû. Niha ez jî dibêjim barê min giran bû. Pêwîst e ez layiqê şehadeta xwişka xwe bim. Welatekî azad bi hêsanî nayê avakirin. Em ê bi perçeyên ji kezeba xwe welatekî azad bidin avakirin.”

Di dawiya merasîman de wesîqeyên şehadetê ji aliyê endama Meclisa Malbatê Şehîdan Rojda Ehmed ve  hatin xwendin û radestî malbatên şehîdan hatin kirin. Piştre cenazeyên wan bi tilîliyên dayikan hatin oxirkirin.

Zeyneb Mihemed Saroxan di 6’Nîsana 1981’ê ji dayik bûye û di nava malbatek welatparêz de mezin bûye. Zeyneb Mihemed Saroxan bi cesaret û îradeya xwe ya mezin dihat naskirin. Di destpêka şoreşa Rojava de kar û xebatên avakirina Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê dida meşandin, paşê cihê xwe di nava Desteya Jinan a herêma Cizîrê de girt. Her dem ji bo azadiya tevahî jinan di nava liv û tevgerê de bû. Herî dawî jî Zeyneb Mihemed Saroxan hat hilbijartin û bû  hevseroka Nivîsgeha Dad û Çaksaziyê ya Rêveberiya Xweser. Dema diçû ser karê xwe li ser riya Dêrikê  bi balafirek bê mirov ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hat hedfgirtin û jiyana xwe ji dest da. Zeyneb ji bo tevahî jinên cihanê bû mînaka hêz, cesaret û îsrarê.