Zeyneb Kinaci (Zîlan) li Şamê hate bi bîr anîn

Rêxistina Kongreya Star a Şamê bi semînerekî Zeyneb Kinaci (Zîlan) bi bîr anîn.

Şam- Rêxistina Kongreya Star a Şamê bi semînerekî Zeyneb Kinaci (Zîlan)  bi bîr anî. Di bîranînê de bi sedan jin amadebûn. Semîner li hola Zorava ya Şamê hate dayîn. Bîranîn bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê destpêbikir. Paşê sînevîzyonek di derbarê jiyan û têkoşîna Zeyneb Kinacî de hate pêşandin. Her wiha nameya Zeyneb Kinaci (Zîlan) ji aliyê Şîlan Ezab ve hate xwendin. Di heman demê de hunermend Medya Raman li ser Zeyneb Kinaci stran vegot.

“Zîlan bû xeta berxwedan, azadî û bilindkirina têkoşinê”

Endama Rêveberiya Kongreya Star a Şamê, Berçem Yûsif, Zeyneb Kinaci (Zîlan) bi bîr anî û wiha got: “Em di şexsê Zeyneb Kinaci de hemû şehîdên meha Hezîranê bi bîr tînin û bejina xwe li beramber wan ditewînin. Divê mehê de gelek şervanên azadiyê gihîştin şehadetê, em di şexsê Zîlan de wan tevan bi bîr tînin. Divê mehê de Sema Yûce û her sê jinên têkoşer ên Helincê şehîd ketin. Zîlan salekî tevlî tevgera azadiyê bûbû, di nava salekî de gavên pir mezin avêt û  kesayetek pir xurt û bi bandor jê derket bû xwedavenda me hemûyan. Zîlan di aliyê birdozî, siyasî, fikrî û stratejî de Rêber Apo fêm kir û di aliyê teorî û pratîkê de pêk anî. Zîlan li hember komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo û gelê Kurd fêm kir. Îro em ji bo bîranîna Zîlan kombûne û di nameya ku di dû xwe de hiştiye hertişt vegotiye û di nameya xwe de gotiye ku Serokê min ji canê min zêdetir tiştek hebûya mine wê jî bida. Ev gotin pir mezin, bi wate û giran e. Da ku Zîlan erk û berpirsiyara xwe pêk bîne çalakiya fedaî pêk anî û gelek fedaiyên wiha di nava tevgerên azadiyê de hene. Em dikarin bêjin ku Zîlan ji bo jin xwedavende û pêşenga me ye. Zîlan bû xeta berxwedan, bilindkirina têkoşînê û azadiyê.  Em hemû şehîdên vê mehê bi bîr tînin û biryardariya xwe ya têkoşînê bilind bikin. Em ê her şopdarî xeta Zîlanan bin.”

Semîner bi dirûşma “Bê Serok jiyan nabe”, “Jin jiyan azadî” û “Şehîd namirin” bi dawî bû.