Zextên Talîbanê li ser jinan zêde dibe

Talîban ji dema dagirkirina Afganistanê heta niha qedexeyên sînordarkirina jiyana jinan didomîne. Herî dawî biryara qedexeya çûyîna jinan ya nava parq û baxçeyan derxist.

Navenda Nûçeyan – Talîban a rêveberiya Efganistanê desteser kir, di hemu qadên jiyanê de polîtîkayên sînordarkirina jiyana jinan didomîne. Talîban a sînordarek nû ya tûndiya li ser jinê sepand, bi biryarekê nû çûyîna jinan a a parq û baxçeyan li Kabûlê qedexe kir.

Li gora vê biryara ku vê heftiyê hatiye derxistin Taliban ji bo jinan qedexekir ku bêyî ku mêrek gel wan be ji mal derbikevin derve. Her wiha jinan neçarî hîcaba bi zorê kir, ev zêdeyî salekê ye dibîstanên zarokên keç li gelek herêmên welat hatine girtin.

Berdevkê Wezareta "Teşwîqkirina Dilpakiyê û Pêşîgirtina li Nebaşiyê" Mûhammed Akîf Sadik Mûhacîr ji AFP'ê re axivî û got: "Li gelek deveran pîvan hatin binpêkirin. Jin û mêr tevlî hev bûne, pîvana nixumandinê hatiye binpêkirin. Ji ber vê yekê vê gavê biryareke bi vî rengî hate dayin."