‘Zextên civakî bandorekê neyînî li derûniya jinan dike’

Rêvebera projeya xurtkirina mafên mirovan a di warê derûnî de li saziya El Mehrûse dixebite, Hala Ebd El Mewla teqez kir zextekî civakî li ser jinan heye, ev yek jî bandorê li derûniya wan dike.

ESMA FETHÎ

Qahîre – Ji ber zextên civakî û berpirsyariyên giran ên li ser milên jinan, di warê derûnî de rewşa wan xirab dibe. Li ser vê mijarê me bi rêvebera projeya xurtkirina mafên mirovan a di warê tenduristiya derûnî û mêjî de dixebite bi Hala Ebd El Mewla re hevdîtin kir.

*El Mehrûse yek ji saziyên aktîf e di civakê de. Tu dikarî zêdetir ji me re behsa wê bikî?

Saziyê di sala 2017’an dest bi karê xwe kir. Neteweyên Yekbûyî ji aliyê şêwirmendî ve piştgirî daye vê saziyê. Em bi riya wê kar li ser dozên pêşxistina berdewam û pêşxistina karînên civaka sivîl dikin. Çalakiyên me yên girêdayî xurtkirina aborî jî hene.

Em bi gelek saziyên civaka sivîl re hevkar in û me gelek kar li ser avakirina karînan li hemû bajarên Misrê kir. Bi taybetî kesên nû dest pê kirine, em piştgiriya wan di karê plankirina stratejîk de dikin da ku bandora wan li ser rastiyê hebe. Di dema li pêş de jî em plan dikin kar li ser fikra çêkirina hevpeymanekê di projeya xurtkirina mafên mirovan di warê tenduristiya mêjî û derûnî de bikin û gelek sazî û destpêşxeriyan jî li bajarên cuda tevli bikin.

Di heman demê de em li ser mijarên cuda jî kar dikin. Mînak; dozên mafên mirovan di tenduristiya derûnî û mejî de, qebûlkirina cudahiyê eger çandî civakî yan jî hwd be. Her wiha em li ser koçber û penaberan disekinin, bi taybetî jinên ku di vî warî de zehmetiyan dijîn.

*Dema ku mirov di warê derûnî û mêjî de dinêre dibîne ku rewşa jinan gelek tevlihev e. Hûn ji bo vê rewşê çi dikin xebatên we yên çawa hene?

Gelek jin di her warî de rûbirûyî tundiyê tên, ji ber ku hatine paşguhkirin û lawaz tên hesibandin. Tevî ku gelek pêşketin di çend salên dawî de di danûstandinên di vî warî de çêbûne jî rewş wiha ye. Krîzeke civakî ya mezin jî mijara ‘Şermê’ ye ji ber ku jin herî zêde rastî wê tên. Ev mijareke gelekî zehmet e, nikarin bi hêsanî jê xilas bibin û pêwîstiya wê bi destwerdana civaka sivîl heye. Mjara tenduristiya derûnî jî pêwîstiya wê bi xebatên hişyarkirin û hevgirtinê heye. Heta niha gelek kes hene weke tiştekî zêde dibînin. Tevî ku ji bo xurtkirina jinan bûye mijareke gelekî girîng jî.

*Di mijara doza koçberan a hûn li ser kar dikin de zehmetiyên ku koçberên jin dijîn çi ne?

Rastiya koçberên jin gelekî zehmet e. Bi taybetî ger kese ku debara wan bike tune be. Li vir binpêkirin li dijî wan li kolanan, li cihên kar an jî li mala wan çêdibin. Her wiha rewşa aborî jî xirab e. Dîtina derfeteke kar ji bo wan bûye tiştekî ku pêwîstiya wê bi destwerdanê heye. Divê zagoneke zelal ji bo koçberan hebe.

*Tenduristiya derûnî û mêjî mijareke tevlihev e tu dikarî ji me re behsa hevkariya xwe ya ji saziyên din re ji bo berfirehkirina perwerdeyan bikî?

Me hevkarî bi sekretera giştî ya tenduristiya derûnî re kiriye. Me çend caran perwerde bi riya wê dane. Ev yek jî bandoreke erênî li ser jinên beşdar dike, bi taybetî di mijarên derûnî de. Me gelek baldarî da aliyê hişyariyê. Me gelek civîn bi riya peymangeha bilind a xizmeta civakî li Qahîreyê çêkir, hezar xwendekar amade bûn. Ji ber em dizanin dê bandora xwendekarên xizmeta civakî di guhertina çand û hişyariya civakî de di vî warî de hebe.

Belgeyek me ya perwerdeyê di hundirê vê projeyê de heye di nav xwe de beşekî têkildarî şerma civakî dihewîne û çawaniya têkoşîna li hember wê bi riya xurtkirina hişyariyan nîşan dide. Me xwendekar û kesên di vî warî de kar dikin her wiha kesên li ser van rewşan di civaka sivîl de dixebitin anîn ba hev. Em heta niha jî hevkariyê berdewam dikin heta ku em tişta tê xwestin di vê dozê de pêk bînin ê nesekinin.

*We li ser gelek dozan kar kir di nêrîna te de pêwîstiya jinan bi çi heye ji bo ku beşdariya wan di jiyana giştî de bi ewle be?

Yek ji krîzên ku jin rast tên şerma civakî ye ji ber wê yekê me kar li ser şerma nexweşên derûnî kir. Lê belê hinek jin hene şerma wan zêde ye, ev yek jî pêwîstiya wê bi karê li ser vê dozê heye. Mijar ne tenê li ser jinên Misrê ye, jinên koçber jî wisa ne mîna ku berpirsyariya tişta li welatên wan çêdibe li ser milên wan be. Pêwîstiya jinan bi piştgiriya di hemû waran de heye çi di warê zagonan de be, çi jî li ser pêkanîna zagonan be.