Zext û qedexeyên Talîbanê li ser jinan didome

Li Efganistanê belavkirina nasnameyên elektronîkî, bi armanca mîsogerkirina şefafiyet û pêşîgirtina sextekariyê hat destpêkirin; lê gelek pirsgirêk, gendelî, tevlihevî û biryarên nakok ên Talîbanê hat jiyîn û gel henekan bi van biryaran dike.

BAHARAN LEHÎB  

Efganistan – Nasname, cuzdanê nifûsê an jî "Tazkira", li hemû welatan ji bo îspatkirina nasnameya hemwelatiyan tê bikaranîn. Li Efganistanê, ev pêkanîn bi salan heye, lê belê bi awayekî pir hêsan û kevnar dihat meşandin. Beriya salan, ji bo tomarkirina hemû hemwelatiyên Efganistanê, biryara stendina nasnameya elektronîk ango Tazkira-yi Barqî hate dayîn. Ji ber ku gelek hemwelatiyan ji navendên cûda ji yekê zêdetir nasname wergirtibûn û heta hewelatiyên welatên cîran û bi taybetî kesên girêdayî komên terorîst, ji vê rewşê sûd wergirtin û nasnama Efganistanê wergirtibûn.

Destpêkê zêde eleqe nîşan nedan

Ji ber vê sedemê, pêvajoya belavkirina nasnameya elektronîkî ku mîna "Karta Afgan” jî tê zanîn, destpê kir. Ji ber ku Efganistan welatekî pir etnîkî ye, piştî nîqaşên dirêj di karta nasnameyê de li beşa “neteweyî” nivîsandina nasnameya etnîkî, hat qebûlkirin. Hemwelatiyan, beriya nasnameya elektronîkî vê belgeyê bêyî pere digirtin, lê ji bo nasnameya elektronîkî mûçeyek hat diyarkirin. Di destpêkê de, welatî ji bo stendina vê belgeyê pir zêde eleqeder nebûn, ji ber karûbatên burokratîk ên li Efganistanê bi mehan berdewam dikir. Di encamê de, hikûmeta berê hinek pîvanan danî û welatiyan neçarî nasnameya elektronîk kir; ji ber ku beyî vê belgeyê, wergirtina pasaport û belgeyên din ên fermî ne pêkan bû.

Rêzên dirêj çêbûn

Piştî ku Talîbanê rêveberiya welat desteser kir, pêvajoyên burokrasiyê hinek hatin sadekirin; lê belê ev pêvajo, ji bo kesên ku di bin navê "pereyan" de pereyên zêde didin, hê zêdetir hate lezkirin. Gelek hemwelatiyên ku dixwestin ji Efganistanê derkevin, bi dayîna pereyên zêde nasnameyên elektronîkî û pasaportan wergirtin. Tevî vê yekê jî, li navendên eleqedar qerebalixiyek pir zêde tê jiyîn; kesên extiyar, ciwan, jin, mêr û heta zarokan jî, ji bo wergirtina nasname, belgeyên jidayîkbûnê û pasaportan dikevin rêzên dirêj.

Ji Talîbanê biryarên guherbar

Beriya demeke kurt, Talîbanê ji bo jinan sînorek nû danî û vê daxuyaniyê da; "Destûr nayê dayîn ku di nasnameyên jinan de wêneyên wan werin çapkirin.” Ev daxuyanî di nava hemwelatiyan de bi awayekî berfireh bû mijara tinazê. Di heman pêvajoyê de, rayedarekî Emerîkî wêneyên nasname û pasaportên xizmên jin ên lîderên Talîbanê weşand û hate dîtin ku di belgeyan de wêneyên jinan heye. Piştî vê pêşketinê, Talîban paş vê gav avêt û vê daxuyaniyê da: "Di nasnameyên jinan de hebûna wêneyan li gorî daxwazê ye.” Lê belê, piştre Talîbanê wiha got: "Di pasaportên jinan de hebûna wêneyan nayê qebûlkirin.” Dema ku ev daxuyanî di raya giştî de bû sedema bertek û mijara tinazê, Talîbanê carek din paşve gav avêt û wiha got: Di pasaportên jinan de jî hebûna wêneyan li gorî daxwazê ye.”

Li Efganistanê, pêvajoya belavkirina nasname û pasaportan, hertim bi gendelî, tevlihevî û biryarên nakok çêbûn. Armanca serekê ya  nasnameya elektronîkî, pêşîgirtina sextekarî û sererastkirina karûbarên fermî bû. Lê belê, ev pergal ji ber bêaramiya di pêvajoyên biryargirtinê de û zextên civakî, ji bo welatiyan veguherî pirsgirêkek cidî. Bi taybetî jî biryarên Talîbanê yên derbarê jinan de, tenê bi sînorkirinê nema, di heman demê de di raya giştî de bû sedema tinazan û bêaramiya polîtîkayên Talîbanê raxist ber çavan.