“Zext û newekhevî bûn xala teqîna tevgera xwendekaran”
Rêvebera Komeleya Lêkolînên Qada Sivîl Berna Akkîzal tevgera xwendekaran a di sala 2021’an de ket rojevê, sedem û encamên wê nirxand û got: “Xwendekarên bi hêvî û di têkoşînê de bi biryar in”
ELÎF AKGUL
Stenbol- Yek ji tevgerên ku di sala 2021’an de li Tirkiyeyê bilindbû tevgera xwendekaran e. Sala ku bi protestokirina tayînkirina qeyûmê rektorê Zanîngeha Bogazîçiyê dest pê kir, bi “Tevgera Em Nikarin Dabara Xwe Bikin” ya bi pirsgirêka bihayê yûrd û xaniyan derketibû pêş, bi dawî bû. Berdevkê Wezareta Karên Hundir Îsmaîl Çatakli ragihand ku di çalakiyên piştî tayînkirina rektoriya Zanîngeha Bogazîçî de 528 kes hatin binçavkirin. Li gorî vê yekê ji 528 kesên li 38 bajaran hatibûn binçavkirin 2 kes hatin girtin, 498 kes jî serbest hatin berdan. Ji bo 108 kesan hatin berdan tedbîrên kontrola edlî hatin sepandin. Em bi parêzvana mafê xwendekaran a ku li kampusê di warê azadiya ramanê de dixebite Rêvebera Komeleya Lêkolînên Cihê Sivîl Berna Akkîzal re li ser bilindbûna tevgera xwendekaran, protestoyên Bogazîçî yê û tundiya polîsan axivîn.
Çalakî balê dikşînin ser xala girîng
Berna Akkîzal a ku dest nîşan kir ji ber polîtîkayên zext, newekhevî û feqîriyê li çar aliyê welêt xwendekar daketin qadan, diyar kir ku daxwazên xwendekaran ji aliyê beşên mezin ve hatin xwedî derketin. Berna Akkîzal a ku diyar kir ku protestoyên “Em nikarin dabara xwe bikin” balê dikişîne ser nuqteyeke pir girîng û wiha got: " Rastî ji qismeke pir mezin a gel bi pirsgirêka ku nikarin stargehekê bijîn û dabara xwe bikin dijîn.” Berna Akkîzal a ku bi bîr xist xwendekar ji ber pirsgirêkeke ku ne zehmete bê çareserkirin li kolanan radizin, wiha got, “Her çend di destpêkê de hat redkirin jî, ev daxwazên mafdar di xalekî de rayedaran tengav kir. Van çalakiyan ji me ra da dabînkirin ku em berxwedanên mezin, îrade û hêviyên têkoşîna xwendekaran ku ev demeke dirêj e nedîtine, bibînin.
“Hikûmet zanîngehan hedef digre”
Îmzaya sala 2021’ê tevgera xwendekaran bû. Bogazîçiyan û Tevgera Em Nikarin Debara Xwe Bikin, tevgera xwendekaran a ev demeke dirêje ne di rojevê de ye û rojava xwe derxist pêş. Sedemên vê yekê çi ne?
Tevgera xwendekaran a li Tirkiyeyê bi rastî tevgerek e ku di demên herî zordar ên desthilatdariya siyasî de bi afirandina qada têkoşînê dikare ji nû ve bibe hêviyek. Ji aliyekî ve ev ji ber ku pênaseya zanîngeh/ kampûsê ji bo xwendekaran tenê bi çar dîwaran ve sînorkirî ye, ne cîhek ku hûn têkevin dersan û jê derkevin. Xwendekarên cihêreng her nîvsala nû bi heyecan û hêviyên cûda dest pê dikin. Ew qadeke ku ew bi hev re civakî dibe, piraniya rojên xwe lê derbas dibe, ramanên xwe bi hevra parve dikin, dixwaze xwe bi azadî îfade bike, xwedî nasname û daxwazên cuda ye. Ji ber vê yekê jî ew qadeke ku desthilatdariya siyasî bi berdewamî dixwaze kontrol bike, dixwaze armancên xwe yên siyasî pêkbine û ji bo vê jî ji bo bikaranîna hêzê dudilî nabe.
Di salên dawî de, hikûmet bi awayekî giran zanîngehan hedef digre. Akademîsyenên ji bo aştiyê bi biryarnameyên bi Rewşa Awarte re ji peywirê hatin dûrxistin, tayînkirina rektorî rasterast ji Serokkomariyê re hat qulipîn û li zanîngehan kesên ne pispor yên ji hikûmete rê nêz weke dekan, serokê beşan û hwd hatin bicihkirin. Xebatên komeleyan hatin astengkirin, li ser mafê protestokirina xwendekaran jî destwerdanên tund hatin kirin. Qada raman û îfadekirina azad hat teng kirin. Cezayên dîsîplînê bi awayekî sîstematîk hatin dayîn. Girtînên keyfî zêde bûn. Bi zextên siyasî xwestin xwendekaran bitirsînin. Gotûbêja cûdakarî û tundiya li dijî LGBTI+yan û jinan zêde bûn. Berxwedana Bogazîçî yek ji xalên teqîna van zextan bû. Xwendekarên ku ji qeyûman re gotin na, bi daxwazên zanîngeheke azad, xweser, zanistî û demokratîk hatin cem hev û li dijî desthilatdariya ku dixwaze serdestiya xwe ya li ser civakê xurt bike qadeke têkoşîne ava kirin. Di dema ku bi deh hezaran xwendekar ji gelek deverên welêt qayûmên ku li gelek zanîngehan hatine tayînkirin, azadiya xwe îfadekirinê û jiyana xwe ya zanîngehê diparêzin, wan ji newekheviyên ku bi taybetî bi Kovît re derketine holê jî gotin "raweste" û ji zanîngeh û qadên xwe daxwazên xwe bang kirin. Ev daxwaz di cihekî bingehîn de ye ku ji hêla gelek beşan ve hat pejirandin.
“Yek ji pirsgirêka herî mezin a xwendekaran xizanî ye”
Yek ji pirsgirêkên herî mezin di nav xwendekaran de xizanî ye. “Tevgera Em Nikarin Debara Xwe Bikin” jî li xalê holê. Zêdebûna qeyrana aborî, kûrbûna newekheviya bi pandemiyê re, salonên xwarinê yên bêkalîte, zêdebûna bihayên yûrdan û kêmbûna kapasîteya yûrdan, pirsgirêkên paqijiyê, zêdekirina bihayên bûrsan… Bi taybetî ji bo xwendekarên ku li bajarên mezin ên wekî Stenbol û Enqereyê dijîn, dema ku nikarin li yûrdan bi cih bibin, bihayên xanî yên bilind re rû bi rû dimînin. Ger dibêjin bila hinekî erzantir be, vê carê pêwîste li derveyî bajêr dijîn, ev tê wateya hem heqê rê û hem jî rêwîtiyên dirêj. Gelek xwendekar neçar in ku di şert û mercên nebaş de nîvdem bixebitin da ku xwendina xwe bidomînin. Ev jî dibe sedem ku ew ji perwerdehiya xwe dûr bimînin. Îsal gelek xwendekar ji ber kêmbûna kapasîteya yurdê û bihabûna xaniyan nekarîn biçin dibistanên ku bi dest xistine. Ev pirsgirêk jî dibe sedema bêpar mayîna mafê perwerdeyê. Çalakiya xwendekarên ku li vir gotin, "Em nikarin xwe debara xwe bikin" bal kişand ser nuqteyeke pir girîng. Ji ber ku beşeke pir mezin a gel bi pirsgirêka ku nikarin bijîn û debara bikin jiyan dikin. Xwendekar li kolanan razan. Çareserkirina pirsgirêkê ne ewqas zehmet bû, daxwazên wan li cihekî bûn ku rayedarên hikûmetê dikarin bicih binin. Her çend di destpêkê de hat redkirin jî, ev daxwazên mafdar di xalekî de rayedaran tengav kir. Van çalakiyan ji me ra da dabînkirin ku em berxwedanên mezin, îrade û hêviyên têkoşîna xwendekaran ku ev demeke dirêj e nedîtine, bibînin.
“Hikûmet bi tundî û muameleya xerab hewl dide tevgera xwendekaran bitepisîne”
Em dizanin ku der barê Bogazîçî de gelek doz hatine vekirin. Di dozên ku “yatari” jî tunebû de, wek binpêkirina qanûnên mafê civîn û xwepêşandanê, mirov dihatin girtin. Sedema vê yekê çi ye?
Hikûmet dixwaze vê yekê wekî amûreke zextê bikar bîne. Mudaxeleyên tund ên polîsan bi îşkence û muameleya xerab hewl didin tevgera xwendekaran bitepisînin. Em dibînin ku dema xwendevanan beşdarî xwepêşandanan dibin, bi qutkirina bûrsên wan, gefa derxistina wan ji yûrdan û sepandina cezayên dîsîplînê, hewl didin “terbiyê” bikin. Hem wekî metirsiyek aborî û hem jî qanûnî bikar tînin. Berê jî 11 xwendekar di van çalakiyan de rastî binçavkirin û sûcdariyên keyfî hatibûn. Lê her çendî doz berdewam dikin jî, sûcdarkirin ewqas bêbingeh in ku di danişîna ewil de serbest hatin berdan: Ev ji bo Berke û Perît jî derbas dibe, heta 32 salan tên darizandin. Çawa çêbû? Serokomar merasima vekirina xwendina bilind hedef nîşanda û paşê Naci Încî jî gilî kir. Xwendekar ev salek e mafê xwe yê xwenîşandan û xwepêşandanên aştiyane bi kar tînin û rayedarên hikûmetê jî bi cezayên yasayî hewl didin bitepisînin.
“Xwendekarên bi hêvî di têkoşînê de bi biryar in”
Encamên protestoyên Bogazîçî hem ji aliyê darazê hem jî ji aliyê destkeftî û di ziyanan de çi bû?
Di vê pêvajoyê de xwendekar ji aliyê qeymeqam ve rastî tundiya polîsan hatin, hatin girtin, qedexeya derketina derveyî welat hat kirin, klûbên wan hatin girtin, akademîsyen ji kar hatin derxistin, çalakiyên wan hatin qedexekirin û bi taybetî xwendekarên LGBTI+ rastî gotinên cûdakarî hatin. Nacî Încî bi qanûna bi hejmara 6284, ango qanûna ku divê jinên rastî şîdetê bên parastin, biryara dersînorkirina xwendekaran da û bi biryarnameyên şevê beş hatin avakirin. Em dikarin hîn zêdetir zirara gelek zanîngehan û pêkhateyên wan bijmêrin. Li vir em şahidê ne hesibandina azadiya kombûn û sepandina keyfî ya hiqûqê dibin. Lê ji aliyekî din, berxwedana xwendekaran Melîh Bulu şand. Xwendekarên bi hêvî ên ku her roj têdikoşin hene û di vê têkoşînê de bi biryar in. Hevgirtin zêde bû û van protestoyan li gelek deverên welêt piştgirî dît. Em bi qasî ku ji destê me tê piştgiriyê didin vê hevgirtinê.