Zera Eli Yusupova bi gelek berhemên ku li dû xwe hiştin xatir ji me xwest

Zera Elî Yusupova ya ku li ser zaravayên Kurdî lêkolînên girîng kiribûn û îmze avêtibûs bin gelek berheman di 3 Sibata îsal de çavên xwe li cîhanê girt.

 
Navenda Nûçeyan – Zera Elî Yusupova, zêdetirî demên jiyana xwe bi lêkolînên li ser zaravayên Kurdî derbas kir. Gelek berhemên wêjeyî yên Zera Elî Yusupova hatin çapkirin, bi saya wan berheman çanda Kurdî li gelek aliyên cîhanê hat nasîn. Zimanzan, profesor û bijîşk Zera Elî Yusupova, di 16’e Çileya 1934’an de li Tiblisê, di malbatekek Êzidî de çavên xwe li cîhanê vekir. Bavê wê Eliyê Arif Xemo Yusupova, dayika wê Refa Hesen Yusupova ye. 
Li ser zaravayên Kurdî teza doktorayê amade kir
Zera Elî Yusupova, di sala 1953’yan de li Tibilisê dibistana navîn bi girtina madalyayek diqedîne. Zera di sala 1958’an de Zanîngeha Lenîngradê diqedîne, ji beşa zimanzaniyê mezûn dibe. Ji sala 1958’an heta 1961’ê di Enstîtuya Zanistên Rojhilat a Akademiya Zanistê, Şaxa Lenîngradê de dixwîne. Di sala 1965’an de jî teza xwe ya bi navê zaravayê Kurdî ya Başûr amade kir. Ji sala 1961’ê ve li Enstîtuya Zanistên Rojhilat a Akademiya Zanistên Rûsyayê, şaxa Lenîngradê karmendî kir. Piştî sala 1992’yan jî wekî peywirdara yekem a zanistî xebitî. Di di nava heman salê de teza xwe “li gorî klasîkên wêjeyî yên sedsala 18-19’an zaravayê Kurdî Goranî” amade kir.
Xebatên lîsansê kontrol kir
Zera Elî Yusupova, li şaxa Lenîngradê ya Zanîngeha Dewletê profesorî kir û di heman demê de mamosteya zimanê Kurdî bû. Zera Elî Yupusova nêzî 70 berhemên zanistî da çapkirin, di navbera van berheman de 6 ji wan monografî ne. Li şaxa Lenîngradê di heman demê de xebatên lîsansê kontrol kir, li ser zaravayên Kurdî lêkolîn kir (li gorî çavkaniyên nivîskî û metnên folklorê) û berhemên edebî yên klasîk lêkolîn kir. Zera Elî Yupusova di 88 saliya xwe de, yanî di 3 Sibata 2022’yan de çavên xwe li cîhanê girt.