Zenûbiyayê serkeftina Baxozê pîroz kir: Yek ji destanên herî xweş hat nivîsandin

Kombûna Jinan a Zenûbiyayê der barê salvegera rizgarkirina Baxozê ji çeteyên DAIŞ’ê de daxuyaniyek da, ji bo serkeftina Baxozê bi gotinên: “Yek ji destanên herî xweş hat nivîsandin" destnîşan kir ku dijî êrîşên dagirkeriyê berxwedan didome.

Navenda Nûçeyan- Kombûna Jinan a Zenûbiyayê, di salvegera rizgarkirina Baxozê de ji destên DAIŞ’ê daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku meha Adarê meha serkeftinan e û wiha hat gotin: “Em roja 23’ê Adarê, hişyarî rojek xweş bûn ku hêviyên me mezin bûn. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), bi sonda ku li ser şehîdan xwariye re, soza têkbirina terorê da. QSD'ê vê soza xwe pêk anî. Çeteyên DAIŞ’ê ji Kobanê heta Minbicê, ji Tebqayê heta Reqayê û ji wir jî heta Dêra Zorê têk bir. Ya herî girîng li Baxozê li dijî DAIŞ'ê serkeftineke mezin hat bidestxistin. Ger fedakariya şervanan nebûye, wê ev serkeftin pêk nehatibûya.”

‘Mîladeke nû’

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li Baxozê ji holêrakirina DAIŞ'ê ya wek erdnîgarî û leşkerî tê wateya vejîna nû ya bi milyonan mirovên li herêmê û wiha hat gotin: “Girîngiya şerê Baxozê di wê yekê de ye ku qonaxa dawî ya şerê serkeftina li dijî çeteyên DAIŞ’ê ye di aliyê erdnîgarî de ye. Ne ji fedakariyên şervanên me bûya ev serkeftin nedihat mîsogerkirin. Qedandina DAIŞ’ê li Baxozê mîladeke nû ji bo milyonên kesên li herêmên û tevahî cîhanê ye. Hêzên me li şûna her kesê şer kir û mîsyona xwe ya mirovî pêk anîn û bi serkeftinê tacîdar kir.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Baxozê di encama berxwedana dîrokî ya QSD û YPJ’ê û hevgirtina pêkhateyên gel de hat rizgarkirin.

‘Em serkeftina Baxozê pîroz dikin’

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Îradeya ku DAIŞ’ê li herêmên me têk bir û li hemberî qirkirinên li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî li ber xwe da dê berdewam bike heta herêmên dagirkirî ji Tirkiye û çeteyên wê werin rizgarkirin. Em vê serkeftina mezin li gelê xwe pîroz dikin. Ev serkeftina ku pêngava ewil e di riya azadiyê de, bi saya fikir û felsefeya rêberê mirovahiyê Abdullah Ocalan û pêşengiya jinên azad hatiye mîsogerkirin."