Zengilên dibistanê ji bo hinek zarokan qet lênakevin

Sala nû ya xwendinê ji bo hinek kesan bi bêhna defterên nû dest pê dike lê ji bo gelek zarokên vî welatî, zengilên dibistanê bêpariyê nîşan didin. Li Baghmalekê mirina Yalda, li Ciwanroyê destên vala yên Zana û li Kelaşê hesreta Şilêr, tenê çend mînak in.

SOMA KARAMÎ

Ciwanro Ji bo gelek xwendekaran, vebûna dibistanan, tê wateya defterên nû, çenteyên nû, kelecana fêrbûnê. Lê belê, ji bo Yalda Rahîmî ya 17 salî ya şêniya gundê Demab ê girêdayî bajarê Baghmalekê eyaleta Xorasanê, vebûna dibistanê xwedî wateyek din bû; ne destpêk dawî bû.

Yalda Rahîmî, ji ber ku nikaribû pêdiviyên dibistanê dabîn bike û defter û kelûpelên qirtasiyeyê bîstine, beriya destpêkirina sala nû ya xwendinê dawî li jiyana xwe anî. Ev mirina bi êş, ne tenê malbatek, civakê jî bi kûrahî birîndar kir. Ev yek nîşaneya xizanî û zextên civakî yên bi salan e zarok û ciwanên vî welatê dijîn nîşan dide.

Lê ev ne tenê çîroka Yalda ye. Li herêmên sînorî yên Îranê û bi taybetî jî li Kurdistan û Sîstan-Belûcistanê, xizanî bûye yek ji sedemên sereke yên devjêberdana dibistanê û kêmbûna xwendin û nivîsandinê. Gelek malbat nikarin lêçûnên perwerdeyê yên herî bingehîn ên zarokên xwe dabîn bikin û zarok derfeta fêrbûnê nabînin.

Tecrûbeya welatên pêşketî nîşan dide ku perwerde dikare çerxa xizaniyê bişkîne û riya pêşketina aborî û civakî veke. Lê belê li Îranê xizanî bi xwe bûye astengiyek li pêşiya perwerdeyê û xwegihandina nifşên nû ji bo derfetên wekhev asteng dike. Ev rêje, asta herî bilind a deh salên dawî bû. Lê belê bi zedebûna pêkanînan û bilindbûna enflasyonê re, ev rêje roj bi roj kêmtir bû û di sala 2023’an de daket ji sedî 1. Kêmbûna hêza kirînê, pêdiviyên bingehîn ên malbatan birêve bir û lêçûnên perwerdeyê ket plana duyemîn. Ev rewş, tenê razemaniya ji bo perwerdeyê tê kirin kêm nekir, bû sedema kûrbûna newekheviyê û kembûna tevgera civakî ya nifşên pêşerojê.

Jina ciwan Şadî ya di firoşgehek biçûk de çente û pêlavên zarokan difiroşe dixebite, fikarên xwe yên têkildarî kêmbûna di bazarê de bi van gotinan vegot: "Îsal, firoşgeh ji her demê zêdetir asayî ye. Mirovan destpêkê defter û penûsan dikirîn û piştre ger pereyê wan bimaniya, çente yan jî cil û berg dikirîn. Hêza wan tunebû ku ewqas lêçûnê dabîn bikin.”

Çend kolan piştî wê firoşgehê li Ciwanroyê xwendekarê pola çaremîn Zana Muhammedî, di xaniyekî biçûk û kirê de dijî. Wî ji rojên pêşîn ên dibistanê vir ve, cudahiya di navbera xwe û zarokên din de hîs kiriye; ev cudahî, bi çente û cilên marka dest pê dike û heta berhemên rengîn ên qirtasiyeyê diçe. Ew tişt ji bo wî xeyalên ne pêkan in.

‘Tu caran xwebaweriya min çênebû’

Zana, bi dengekî nizm wiha dibêhe: "Tu caran xwebaweriya min çênebû. Naskirin û têliya bi hevalên nû re jî ji bo min zehmet bû. Dema her cara ku zarokan tiştên nû danîn û min nikaribû bînim, ji wan hêdî hêdî dûr diketim."

‘Pirtûkên xwe bi destên xwe hildigrim’

Zana, bi awayekî xemgîn bîranînek xwe vedibêje: "Hevalên min piştî dibistanê, ji bo çûna qursên Îngilîzî yan jî çalakiyên futbol û hwd. amadekariyan dikirin. Min jî ji bo ku kes nebêje tu çima nayê yan jî pereyê te heye yan na, min her dem digot karê min heye.”

Îsal ji bo Zana ji her demê zehmetir derbas bûye. Zana, bi awayekî xemgîn wiha dibêje: “Min îsal çente jî nekirî. Pirtûkên xwe bi destên xwe hildigrim. Dayik û bavê min ji bo kelûperên qirtasiyeyê yên herî hêsan jî ketin bin deyn. Em malbateke mezin û kêm dahat in. Em mikarin tiştên biçûk jî bikirin.”

‘Hemû barê jiyane li ser milên min e’

Li heman taxê, Şilêr Ehmedî ya bi 3 zarokên xwe re tenê dijî, wiha behsa jiyana xwe  dike: "Dema ku ez ducanî bûm, hevjînê min ji bo komkirina giyayên biharê çû çiyayek û ket çem û jiyana xwe ji dest da. Ji vê rojê şûnve, hemû barên jiyane li ser milên min e.”

‘Ev newekhevî dilê min perçe dike’

Şilêr Ehmedî, da zanîn ku ji bo perwerdeya kurê xwe ji gundê Kelaşê çûye Ciwanroyê û got: "Li dibistanên dewletê yên asayî, mamosteyên xwedî ezmûn pir kêm in. Kurê min her dem digot divê ez dersên taybet bigrim an jî pirtûkên alîkar bikirim ku mijaran fêm bikim. Di dibistanên mînak ên dewletê de, hemû derfet hene. Ev newekhevî dilê min perçe dike.”

Şilêr Ehmedî, bi dengekî bi hesret wiha axivî: "Lewma min biryar dabû zarokên min ên keç qet nexwînin. Ger ez nikaribim wan bişînim qursên Îngilizî, cil û bergên dibistanê, pirtûk û penûsan bikirim, çi wateya wê heye? Keça min kelûpelên lîstokan dixwest, ji bo li ba hevalên xwe biçûk neyê xistin. Lê min nikaribû pêdiviyên bingehîn jî bikirim. Ji ber hesta bêparbûn û biçûkixstinê, ji nexwendinê jî girantir e.

Pêşeroja ku di xizaniyê de asê maye

Çîrokên Zana û Şilêr, çend dîmenên biçûk ên rewşa heyî ne. Li gorî daneyên fermî, di sala perwerdeyê ya borî de nêzî 750 hezar xwendekaran ji ber pirsgirêkên madî dev ji dibistanê berdan. Ev hejmar, nîşan dide ku asta dibistana seretayî jî ji vê rewşê bêpar nîn e.

Analîzên dawî jî heman tabloyê nîşan didin; di sala perwerdeyê ya 2024-2025’an de, zêdetirê 158 hezar xwendekarên asta dibistana seretayî ji perwerdeyê bêpar man. Ji van nêzî 152 hezar, zarokên di navbera temena 6 û 11 salî de ne. Ev zarokan an qet neketin rêfê an jî neçar man pir zû derkevin.

Hewldanên hatin kirin, van valahiyan hinek telafî kirin; nêzî 29 hezar zarok vegeriyan dibistanê. Lê belê hê jî bi deh hezaran zarokên mîna Zana û keçên Şilêr, ji perwerdeyê bêpar in. Ev  îstatîstîk her dem rastiyê bi awayekî tam nîşan nadin; ji ber ku rastiyên heyî her dem ji hejmarên di tabloyan de girantir û zêdetir in.