Zelal Efrîn bi merasîmek bi heybet hat oxirkirin

Şoreşger Zelal Efrîn a tevî du hevalên xwe di 9’ê Cotmeha bi êrişa dewleta Tirk hatin qetilkirin bi merasîmekê bi heybet hatin oxirkirin. Di merasîmê de soza bilindkirina têkoşîna wan hat dayîn.

Şehba – Bi hezaran ji koçberên Efrîn û şêniyên Şehbayê têkoşer Zelal Efrîn, Mazlum Entep, Alaf Murad ku di encama balafira bê mirov a dagirkeriya dewleta tirk de li Şehbayê ya kantona Efrîn-Şehba jiyana xwe ji dest dane û endamê Hêza Rizgariya Efrîn Zîndan Efrîn ku di qonaxa duyem a Berxwedana Seredemê de jiyana xwe ji dest da, bi merasîmekê bi heybet oxir kirin.

Di merasîma ku ji navçeya Fafînê ya Şehbayê bi meşê heya goristana Şehît Zozan Amanos berdewam kir de dirûşmên ‘Şehîd Namirin’ olan da û soz û pêyama bilindkirina têkoşîna pakrewanan hat dayîn.

‘Em ê tola we hilînin’

Rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan a Efrîn-Şehbayê Gulê Mihemed di merasîmê de axivî. Gulê Mihemed wiha got: “Em di kesayeta her 4 pakrewanên xwe hemû pakrewanên azadiyê bi bîrtînin. Hedefgirtina rêhevalên me di dîroka salvegera komploya navnetewî de bû. Dagirker her dixwazin dîroka reş a qirkirina Kurdan dubare bikin. Lê tu car em qir û tune nabin. Em hêz û vîna xwe ji rihê pakrewanên xwe digirin û soza xwe bi wan re nûjen dikin ku asta tekoşîna xwe bilind bikin heya ku em dighêjin welatek azad. Em carek din soz didin pakrewanên xwe ku bi rihetî di gorên xwe de razin. Ji ber em ê tola we hilînin û hesaban ji dijminê xwe bixwazin. Bi rihê pakrewanan em li warê koçberiyê li berxwe didin û em ê bi vê rihê jî berxwedana xwe bidomînin. Bi êrîşan em tu car nayên tunekirin, em xwedî doza azadiyê û demokrasiyê ne."

Piştre wesîqeya her çar pakrewanan ji aliyê mamoste Rûken Mihemed ve hate xwendin û diyarî malbetên pakrewanan kirin. Merasîm bi dirûşmên ‘Şehîd Namirin’ û ‘Ji bo şehîdan tolhildan’ bi dawî bû.

Bû têkoşer û şoreşgera meşa ‘Jin Jiyan Azadî’

Zelal Efrîn ku bi xwe ji Efrînê ye bi herikîna fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava civakê de ji sala 1990'î ve ew jî bi îradeya xwe xwest vê fikirê belav bike û di nava Efrînê de xebat dida meşandin. Piştî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 1999’an de hat dîlgirtin Zelal Efrîn berê xwe dide çiyayên Kurdistanê û li wir tekoşîna azadiyê dide meşandin. Piştî destpêkirina Şoreşa Jinan a 19'ê Tîrmeha 2012’an Zelal Efrîn carek din berê xwe dide Rojava. Zelal Efrîn a salên dirêj di refên berxwedanê de cih girt û bû nimûneya jina azad a li ser felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ di şerê li dijî DAIŞ’ê ya li Kobanê de jî cih girt. Zelal Efrîn û her du hevalên xwe Mazlum Enteb û Alaf Murad re di encama êrîşên belafira xwekujî ya dewleta tirk a dagirker de di 9'ê Cotmehê de li Şehbayê hatin qetilkirin.