Zehra Dogan ji doza ku ji nûve hate darizandin beraet kir

Wênesaz Zehra Dogan di doza bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” ku jinûve hate darizandin de beraet kir.

Navenda Nûçeyan-Wênesaz Zehra Dogan di dema rojnamegerî dikir de ji ber parvekirinên nûçeyên qedexeya derketina derve li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê hatibû binçavkirin û girtin. Zehra Dogan a ku bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hatibû girtin piştî 2 salan hatibû berdan. Danişîna doza Zehra Dogan li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hate lidarxistin. 

Piştî ku rêya veguhestina hin cezayan a ji bo Dadgeha Bilind hate vekirin, parêzerên Zehra Dogan 2 sal û 9 meh û 22 roj cezayê girtigehê yê li muwekîla wî hatibû birîn veguhest Dadgeha Bilind. Dadgeha Bilind ceza xera kir û biryar da ku doz jinûve bê lidarxistin. Di danişîna ewil a doza jinûve hate lidarxistin de Zehra Dogan amade nebû, parêzerê wê Emrah Akbûlût amade bû. 

Dozgerê ku mutalaya xwe pêşkeşî dadgehê kir, bi hinceta “di qanûnê de weke sûc nehatiye sererastkirin’ xwest derbarê Zehra Dogan de biryara beraetê were dayîn. 

Parêzerê Zehra Dogan Emrah Akbûlût jî diyar kir ku parvekirineke muwekîla wê ya ku bibe sedemê girtinê nîne û xwest muwekîla wê beraet bike. 

Dadgehê jî daxwaza dozger û parêzer li ber çavan girt û derbarê Zehra Dogan de biryara beraetê da.