Zehra Coya Xelata ‘Di Rojnamegeriyê de Wêrekiya Mezin’ a 2026’an wergirt
Damezrînera dezgeha medyayî ya Raxşana Zehra Coya, ji ber xebata xwe ya rojnamegeriyê û hewildanên xwe yên ji bo bilindkirina dengê jin û keçên Efgan, hêjayî xelata ‘Di Rojnamegeriyê de Wêrekiya Mezin’ a 2026’an hate dîtin.
Navenda Nûçeyan - Rojnamevana Efganî û damezrênera rêxistina medyayî ya Raxşanayê Zehra Coya, xelata "Di Rojnamegeriyê de Wêrekiya Mezin" ya 2026’an a Weqfa Mişdiak girt.
Weqfa Mişdiak, ragihand ku xelat ji bo xebata wê ya profesyonel a di rojnamegeriyê de û hewldanên wê yên ji bo bilindkirina dengê jin û keçên Efganî ji Zehra Coya re hatiye dayîn.
Ji bo perwerde û bihêzkirina rojnamevanan xwedî hewildane
Merasîma xelatên medyayî ya salane ku ji aliyê Weqfê ve tê organîzekirin, duh li Dubaiyê hate lidarxistin. Weqfa Mişdiak, her sal rojnamevan û çalakvanên ku di warên medyayê, aştî û guhertina civakî de rolek bi bandor dilîzin, xelat dike. Weqfa Mişdiak, rêxistineke ku di sala 2011’an de ji aliyê rojnamevan û wezîrê berê yê hikûmetê yê Lubnanî Mishdea ve hatiye damezrandin e. Weqf, di warên perwerde û bihêzkirina rojnamevanan, pêşxistina medyayê, azadiya derbirînê, mafên jinan, demokrasî û mafên mirovan de dixebite. Armanca wê ew e ku bi rêya bernameyên perwerdeyê, civînan û projeyên medyayê kapasîteyên pîşeyî yên rojnamevanan zêde bike û destek bide azadiya medyayê.
Balê dikişîne ser nûçeyên têkildarî pirsgirêkên jin û keçên Efganî rastê tên
Weqf, zêdetirî 10 salan e merasîma xelatên medyayê yên salane li dar dixe. Merasîma ku berê li Lubnanê dihat lidarxistin, ji sala 2023’an û vir ve li Dubaiyê tê lidarxistin. Rêxistina medyayê ya Raxşana ya bi hewildanên Zehra Coya hate damezrandin, balê dikişîne ser nûçeyên têkildarî pirsgirêkên ku jin û keçên Efganî pê re rûbirû dimînin, belgekirina ezmûn, daxwazên wan û sînorkirinên ku ew pê re rûbirû dimînin.