Zarokên Til Temirê bi girtina diyariyan xatir ji sala 2021'an xwestin

Nûrcan Selah a ku rola Mama Newêl lîst û diyarî li zrokên navçeya Til Temirê belav kir, derbarê vê şahiya ku lidar xistin e de axivî û wiha got:"Da ku em zarokan dûrî piskilojiya şer bixin û ew tirsa dilê wan de ji ber êrîş û topbarana ku gundewarên navçeyê rastî wê tên, derînin me şahiyek lidar xist û diyarî li zarokan belav kir."

Hesekê - Bi boneya cejna sersala nû a sala 2022'an li sernaserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên cihêreng hatine lidar xistin. Li navçeya Til Temirê jî du ciwanên ku rola Mama Newêl û Baba Newêl lîstin, pêşengtî kirin û şahiyek ji bo zarokan lidar xistin. Di şahiyê de diyarî li 70 zarokî hatin belavkirin.
Ji bo zarokên Til Temir şahiya sersalê
Nûrcan Selah a ku rola Mama Newêl lîst û şahiya zarokan a sersalê birêve bir behsa girîngiya vê şahiyê li navçeya Til Temirê kir û wiha dest pê kir: "Bi boneya sersala nû 2022'an me xwest ku em şahiyekê li navçeya Til Temirê ji bo zarokan lidar bixin. Armanca me jê ew e ku zarokên li Til Temirê dijîn, ji hewaya deruniya şer derkevin û li cihê xemgîniyê bikêfxweşî têkevin sala nû. Me ji 70 zarokan re diyarî kirîn û li wan belav bikin. Ya herî girîng jî zarok bi kêfxweşî û kelecaneke pir mezin tevlî şahiyê bûn. Em ji tevahî hêzên cîhanî û Erodgan taybet re dibêjin ku ew ê bi van pilanên xwe yên dagirkeriyê bisernekevin. Wê serkeftin para yên ku li ber xwe didin û axa xwe diparêzin be. Em saleke nû dûrî şer ji hemû cîhanê û taybet ji gelê xwe re hêvî dikin." 
Şahî bi belavkirina diyariyên zarokên ku temenê wan