"Zarokên me bidin me"

Li Amedê malbatên girtiyan, di roja 100'emîn a nobeta xwe de li ber Saziya Tiba Edlî (ATK) hatin gel hev. Malbatan bang kirin û gotin, “Qanûnan pêk bînin û zarokên me bidin me.” Li Îzmîrê jî nobeta edaletê di roja xwe ya 9’emîn de didome.

Navenda Nûçeyan- Malbatên ku ji bo girtiyên nexweş û girtiyên ku tevî înfaza wan bi dawî bûye jî berdana wan tê astengkirin li Baroya Amedê nobeta Edaletê digrin, îro li ber avahiya Saziya Tiba Edlî (ATK) bûn.
Di daxuyaniya li ber ATK'ê de bertek nîşanî dorpêç û astengkirina polîsan hat dayîn. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Bila zextên li ser zarokên me bi dawî bibin. Înfaza wan neyê şewitandin. Em naxwazin cenazeyên zarokên xwe bigirin. Em aştî û edaletê dixwazin. Em dayik in û ji bo edaletê di nobetê de ne. Dilê me dişewite.”
"Qanûnan pêk bînin"
Încî Guler a di daxuyaniyê de axivî sedema ku li ber ATK'ê daxuyanî didin wiha eşkere kir: "Tehlîl çi be bila be kiryarî divê li gorî wê bên kirin. Em naxwazin cenazeyên xizmên xwe ji ATK'ê bigrin. Qanûnan pêk bînin û zarokên me bidin me."
Xizma girtî Nazîme Boltan jî bi gotina “Ma edalet û qanûneke wiha dibe?” bertek nîşanî astengkirina polîsan da.
"Li Îzmîrê nobet di roja 9'an de ye"
Li Îzmîrê jî nobeta edaletê ya li baroyê hat destpêkirin di roja 9’an de ye. Di daxuyaniya li ser navê malbatan de hat diyarkirin ku dewlet li hemberî daxwazên wan wekî kor û ker e. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em ji bo zarokên xwe serokê xwe û ji bo gelê xwe li vir in. Em ji bo hemû kesên di girtîgehê de azadiyê dixwazin. Bila hemû girtiyan berdin. Em naxwazin ji girtîgehan cenaze derkevin. Em nikarin pişta xwe bidin doza xwe, serokê xwe, gelê xwe û zarokên xwe. Em naxwazin ku tu kes bimire.”