Zarokê ku îşkence dît polîsan teşhîs kir

Zarokê bi navê Y.D. ê 14 salî ku li Licê hatibû îşkencekirin, yek jê komîser 3 polîsan teşhîs kir.

Amed- Zarokê bi navê Y.D. 14 salî di 21’ê adarê de roja Newrozê, li navçeya Licêya Amedê li gel hevalekî xwe yê 10 salî vedigeriya malê, ji hêla polîsan ve hatibû revandin û îşkencekirin. Têkildarî bûyerê lêpirsîna ku hatibû destpêkirin, berdewam dike.

Fermandariya Cendirmeyan a Licê ji bo teşhîskirinê bang li Y.D. kir. Li gorî agahiyên ku malbatê dane; Y.D. bêyî ku parêzerê wî pê re be çû fermandariyê û li cem dozger ji wêneyan 3 polîsên îşkencekar teşhîs kir. 

Hat îdiakirin ku piştî teşhîskirina li ser wêneyan, der barê yek jê komîser bi giştî 3 polîsên îşkencekar de biryara girtinê hatiye dayîn û li Enqereyê hatine binçavkirin.

Çi bûbû?

Zarokê bi navê Y.D. ê 14 salî, di 21’ê Adarê de dema li navçeya Licêya Amedê tevî hevalê xwe yê 10 salî vedigeriya mala xwe, ji hêla polîsan ve hat sekinandin. Hevalê Y.D. ê 10 salî hat berdan û ew bi xwe jî bi wesayîdê hat revandin. Polîsan, dest û lingên Y.D. girê dan û îşkence lê kirin. Polîsan bi riya îşkenceyê hewl dan ku Y.D. bibêje “ez tirk im” û piştre jî gefa kuştinê lê xwarin xwestin çêran li Kurdan bike û Sirûda Îstîklalê” bixwîne. Polîsên îşkencekar, piştre jî dev û destên Y.D. girê dan û avêtin çirava li rex rûbarê navçeyê. Di saetên derengiya şevê de şêniyeke gund zarokê bi navê Y.D. ferq kir û wî rakir nexweşxaneyê.